Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

‘Her tim li herî pêş bû’

Hevala têkoşînê ya hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş a di êrîşa hewayî ya dewleta tirk de hate qetilkirin, Semîra Hac Elî ku têkoşîna Derwêşê vegot, wiha got: “Yûsra bi zanebûna jineke kurd a azad, her tim li pêş bû.”

Dewleta tirk di 20’ê hezîranê de bi Balafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrîşî bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş (Rihan Amûdê) û ajokarê wesayîtê Firat Tûma qetil kirin. Derwêş û Şiwêş li Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl, Tûma jî li Şehîdgeha Keldaniyan a li Taxa Siyahî ya Qamişloyê bi tevlibûna gel a zêde bi merasîmekê hatin veşartin.

Derwêş a yek ji kesên hate qetilkirin, ji mijdara 2022’yan ve Hevserokatiya Kantona Qamişloyê dikir. Derwêş a di sala 1972’yan de li bajarê Amûdê yê girêdayî kantona Qamişlo hate dine, piştî ku li Amûdê dibistana seretayî, navîn û lîse qedandin di sala 2001’an de li Zanîngeha Helebê Ziman û Wêjeyê Fransizî xwend. Derwêş a di van salan de perwerdehiya xwe ya akademîk domand, piştî Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de tev li pêvajoya avakirinê bû. Derwêş a di vê pêvajoyê de xwest kurdî hînî zarokan bike, demekê mamostetiya kurdî kir. Piştî ku li Amûdê miduriya Lîseya Betûl kir, weke Hevseroka Komîteya Perwerdehiyê ya Amûdê hate hilbijartin. Derwêş a ji 1’ê mijdara 2022’yan ve Hevserokatiya Kantona Qamişloyê dike, ji çalakiyên têkildarî tecrîda giran a ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê re pêşengtî kir.

Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî, bi Derwêş re beşdarî xebatan bûye û hem bûye şahidê tevkariya wê ya di pêvajoya şoreşê de hem jî têkoşîna jinan ku Derwêş daye. Semîra Hac Elî hevala xwe ya têkoşînê Derwêş vegot.

Têkoşîna jiyanê

Elî, anî ziman ku Derwêş ji zarokatiyê ve ji bo çanda kurd miroveke bihestiyar e û wiha got: “Beriya Şoreşa Rojava jî çi li Newrozan, çi li rojên din ên çandî, di şano û govendan de her tim cihê xwe digirt.” Elî, bi lêv kir ku Derwêş, piştî Şoreşa Rojava jî bi zanebûna peywîr û berpirsyartiyê xebitî û da zanîn ku Derwêş di vekirina Meclisan heta avakirina komunan di her peywîrê de cih girt. Elî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Yûsra her tim li pêş bû, hezkiriya kurdî bû. Di pêvajoyên perwerdehiyê yên tev li bûyî de rolên girîng girtin ser xwe. Kurdî nîşanî gelek mirovan da. Bi hezaran kes, mamoste perwerde kirin. Hem di rêxistinkirinê de hem jî di rêveberiyê de cih girt. Ji bo ku Komîteya Perwerdehiyê bi pêş ve biçe li rê û rêbazan digeriya.”

Zanebûna jina azad

Elî, diyar kir ku Derwêş heta roja ku hate qetilkirin bi awayekî çalak di nav xebatan de cih girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yûsra carekê jî xwe neda kêlekê û li mala xwe nerûnişt. Bi zanebûna jina kurd a azad her tim li herî pêş bû. Bi rûkenî û sekna xwe ji kesên derdorê re çavkaniya moralê bû. Ji bajarekî ber bi bajarekî din vê bêyî rawestan diçû û bêyî ku biweste xebatên xwe didomandin.”

‘Em ê têkoşîna wê bidomînin’

Elî qetilkirina Derwêş weke “Di kesayeta wê de vîna jina kurd hedef hate girtin” penase kir û wiha dirêjî pê de çû: “Yûsra dema diaxivî jî dema dixebitî jî bi zanebûna azadiyê û bi vê baweriyê kar dikir. Kesayeta wan dê di têkoşîna me de bijî. Ew baweriya ku wan ji me re hişt, wê dîsa di vîna jinên azad de cih bigire û ev jinên azad wê bi rûhê ku Yûsrayê dayî têkoşîna xwe bidomînin. Roleke gelek girîng a Yûsrayê li ser gel hebû. Dema gel ew didît, ji xebatên wê re dibû şahid moral digirt. Ew bi xwe jî her tim bi moral bû her tim bi coş bû û tu kesî tu tiştî nedikarî coş û morala wê asteng bike.”

 ‘Armanc vîna jina azad e’

Elî, destnîşan kir ku bi êrîşan vîna azad a jinan hedef hatiye girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi şehadeta hevalên xwe xemgîn dibû lê şehadeta hevalên xwe ji xwe re weke hêzek didît û xebatên xwe didomandin. Dema astengî derdiketin pêş, ew derbas dikirin û bi biryardariyeke zêdetir rêya xwe didomand. Îro ev jin hedef tên girtin. Vîna jina azad, rêxistinkirina gel, berxwedan hedef tê girtin. Lê her çiqas hedef bên girtin bila bên girtin jî nikarin vîna me bişikînin. Tu caran vîna jinên ku bi fikir û felsefeya birêz Ocalan dijîn nikare bê şikandin. Em ê têkoşîna Yûsra ku ev vîn di me de da şiyar kirin bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar