Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Her tişt biha dibe, gule erzan dibin

MKEK’ê bi biryareke sosret ragihand ku wan bihayê guleyan ji sedî 7,5 erzan kirine. Di demeke ku li Tirkiyeyê 17 milyon çekên bêruxset hene girtina biryareke wiha rê li ber gumanan vekir

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Di vê çarçoveyê de bi hezaran şîrketên mezin, navîn û biçûk îflas kirin an jî konkordato îlan kirin. Ji pêdiviyên herî jiyanî heta ku yên din, hema hema her tişt du qat biha bû. Krîz herî zêde bandorê li civakê û esnafên biçûk dike. Li hêla din jî li Tirkiyeyê pêla tundiyê hem di nav civakê de û hem jî hêzên ewlehiyê de pir zêde dibe. Di rewşeke wiha de Saziya Endustriyê ya Makîna û Kîmyayê (MKEK) biryareke balkêş da.

MKEK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku saziya wan ji bo piştgiriya bi Kampanyaya Têkoşîna Topyekûn a Li Dijî Enflasyonê ku wezîrê Xezîne û Maliyeyê yê Tirkiyeyê Berat Albayrak daye destpêkirin, di bazara navxweyî de bihayê guleyên demanceyên neteweyî û navxweyî de ji sedî 7,5 hatiye erzankirin. Di demeke ku li Tirkiyeyê tundiya di nav civakê de di asteke pir bilin de ye MKEK daxuyaniya xwe bi gotina; ‘ Li ser xêrê be’ bi dawî dike.

17 milyon çekên bêruxset

Li gorî daneyên Weqfa Umut ku li dijî çekdarbûna ferdî têkoşînê dide (dane di meha îlonê ya sala 2018’an de hatibûn parvekirin), li Tirkiyeyê 20 milyon çekên ferdî hene û ji van 2.5 milyon bi ruxset û 17 milyon jî bêruxset in. Li gorî daneyan, li Tirkiyeyê ji her 4 kesan yek bi çek e. Li gorî lêkolînan, di 10 salên dawî yên serdema AKP’ê de hejmara çekdarbûna ferdî 10 qat zêdetir bûye. Li gorî îstatîstîkan, ji sedî 65 sûcên ferdî bi çekan tên kirin. Çekên ku sûc pê hatiye kirin, ji sedî 84 bêruxset in. Di heman lêkolînan de tê diyarkirin ku di nav welatên herî zêde çekan dikirin de Tirkiye di rêza 6’emîn de ye û di çekdarbûna ferdî de jî Tirkiye di nav 178 dewletan de di rêza 14’emîn de ye.

Bîlançoya sala 2018’an

Li gorî navekiya salane, li Tirkiyeyê salane herî kêm 4 hezar û 500 kes ji ber êrîşên çekdarî jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2018’an de herî kêm 1800 kes di encama êrîşên çekdarî de hatin kuştin. Di Rapora Binpêkirina Mafê Jiyanê ya Zarokan de jî tê destnîşankirin ku ji sala 2011’an heta sala 2016’an, 108 zarok ji ber çekan jiyana xwe ji dest dan.

Qetilkirina jinan

Li gorî rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di sala 2016’an de 328, di sala 2017’an de jî 409 jin hatin qetilkirin. Di raporê de tê destnîşankirin ku ji jinan ji sedê 70 ji hêla xizmên xwe ve, ji sedê 40 bi çekan û ji sedê 28 jî bi amûrên weke kêrê hatine kuştin. Di daneyên sala 2018’an de jî bi giştî 394 jin di nava 11 mehên sala 2018’an ku gelemperî jê bi çekan, hatine qetilkirin.

Bingeha biryarê amade kirin

Balkêş e di demeke ku asta tundiyê li Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe û çekdarbûna şexsî li Tirkiyeyê zêde dibe, hikûmeta AKP’ê di 14’ê adara sala 2018’an de giştînameyek parve kir û li gorî rêziknameyê, mafê bikaranîna guleyan ji 200 guleyan heta 1000 guleyan zêde kir. Di rewşeke wiha de jî biryara MKEK’ê rê li ber fikaran vekir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar