PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Here were li Kurdistanê vedigere!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Dîktatorên AKP-MHP’ê gelek caran gotin; doza Kurdistanê ji bo me mijarek man û nemanê(beka) ye.

Ev ne daxuyaniyek vala ye, ne gotinek pûç e. Li gorî şerd û mercên hebûna desthilatiye xwe rast dibêjin. Ji ber ku mirin û mayîna desthilatiya wan a zulumkar bi têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê ve girêdayî ye.

Weke gotina gelêrî/herêmî dibêje “seg ji kîjan alî bitirse bi wî alî ve direve/dike hewte hewt”! Dibe ku hinek kes bi vê gotinê dilgiran bibe lê hewce nakê ku kes dilê xwe bihêle. Ji ber ku van dîktatoran, bi sembola xwe ya “gurêspî”(ku gur ji malbata sega ye) ve, xwe serbilind dibînin! Ji aliyê din ve jî, bila ajelperper jî dilê xwe nehêlin, ji ber ku gelek ajel/lawir û seg jî tevlê, ji gelek mirovên weke van ên mijara gotinêne mirovtir in!

Lewma, dema ji bazirganiya wan a şer re derfetek derdikeve hema bi bazdan diçin lê her guh û çavên wan li pey wan e, hiş û mejiyên wan li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ji ber ku ji vê dozê, ji vê tevgêre ditirsin, jê piştkul in!

Herî dawî ji bo bazirganiya wan, li Afganistanê derfetek derket holê, hema bi dest û lepan xwe avêt ser vê mijarê û got “em ê Balafirgeha Kabîlê biparezên û bidin xebitandin!”

Lê mîna cihên din, li vir jî mirazê wan di qirika wan de ma û ji neçarî leşkerên xwe yên li wir jî bi paşve kişandin. Her çendî gotin “baweriya me û Talîbanê wekhev e û hwd.” jî lê negihiştin armanc û meqseda xwe. Rast jî gotin, zihniyeta AKP-MHP’ê û Talîban, DAIŞ û El Nusra û hwd.wekhev in lê pere nekir ev peyvên wan, ji ber ku gur û roviyên vê herêmê pir bûn û ev xenimet bi wan re parve nekirin!

Belê çi bû? Weke li sernivîsê hat gotin, here ku derê dîsa li Kurdistanê vedigere. Weke ku sedemên serneketina wan doz û tevgera Kurdistanê be, hemû hêrs û nefreta xwe vedirêşe ser Kurdistanê û êrîşên xwe yên heyî zêdetir û berfirehtir dike.

Weke ku tola têkçûna xwe ya li Libyayê, Qerebaxê û herî dawî jî li Afganistanê ji gelê Kurdistanê bistîne, bi taybetî wan êrîşên xwe yên qirker, talanker û dagirker, bi bê wijdanî û bê exleqiyek mezin li ser Rojava û Başûr û Şingalê, bê navber girantir kiriye.

Ji bo ku nexasim rêveberiyên xweser ên van her du herêman hilweşîne, her cure şewazên qirêj û dijî mirovahiyê didin xebitandin. Bi lêdana rêveberan tenê ranaweste, li her derê; li gundan, li bajaran gelên sivil jî topbaran dike. Bi vêna jî nasekine, nexweşxaneyan jî bombaran dike, mînaka nexweşxaneya Sikîneyê li Şingalê; 8 kes şehid xistin û gelek jî birindar kirin.

Her wiha li wargehên penaberan jî didin; mînaka wargeha Qadiya li Zaxoyê ku penaberên gelê me yên êzidî lê diman. Li vê wargehê jî 2 zarok şehîd ketine û birindar jî pir in!

Êrîşkariya li ser gelê me yê êzidî û Şingalê, ji resentiya vê baweriyê û xakê tê. Ev resenî yan taybetmeniya jî, baweriya ola gelê me yê êzidî, ola herî kevn a gelê Kurdistanê ye û Şingal an jî Êzîdxan jî hem dîrokî ye hem jî weke xak jî pîroztir tê pejirandin ji aliyê gelê Kurdistanê ve. Lewma ewqas bi rijd û bi dijwarî êrîşên qirkerî û nijadkujî/jenosîdî dibin ser gelê me yê êzidî.

Jixwe fermana bi navê PEYMANA ŞINGALÊ ya di 9’ê Cotmeh 2020’an de, ji aliyê rêveberiya Bexdayê û Hewlêrê ve hatiye pejirandin, tê zanîn. Her wiha tê zanîn ku ev ferman bi koordinasyona dewleta AKP-MHP’ê ve tê birêvebirin.

Vê dema dawî dirûşma bi navê DEFEND KURDISTAN (Kurdistanê Biparêze) ê di rojevê de ye û ji aliyê gelê kurd û dostên kurdan ve tê meşandin. Mirov dikarê vê dirûşma wisa bigihên hevdu û bike yek: Parastina Şingalê û Êzîdxanê, Parastina Kurdistanê ye!

Û em jî, weke bersiv ji wan re; her û werin, bêhtir li azadkirin û parastina Kurdistanê vegerin!

Nûçeyên Têkildar