Kampanyaya boykotkirina malên tirkan li başûrê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe. Di vê çarçoveyê de li başûrê Kurdistanê jî kampanya hate destpêkirin. Çalakvanan bang li gelê Başûr kir ku zextê li dikandaran bikin da ku malên tirkan nekirin
Bi desptêkirina êrîşên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê re gelê başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur êrîşên dagirkeriyê şermezar dikin. Bi taybet jî li başûrê Kurdistanê pêla boykotkirina malên tirkan roj bi roj berfirehtir dibe.
Di vê çarçoveyê de tevî gelek bajarên Başûr, li bajarê Duhokê jî pêngava boykotkirina malên tirkan hate destpêkirin. Têkildarî boykotê çalakvanên Behdînanê ji Rojnews’ê re axivîn. Ji çalakvanan Sebah Sofî anî ziman ku gelê başûrê Kurdistanê divê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser rojavayê Kurdistanê xwedî helwest be.
Helwesta gelê Başûr
Sofî got ku bi rêya boykotkirina malê tirkan re dikarin bibin xwedî helwest. Sofî wiha domand: “Boykotkirina malê tirkî ji bo têkbirina aboriya dewleta tirk weke şûrekî destpêkê ye. Ji bo vê armancê jî me komeka zextan ava kiriye. Em ê bi rêya torên civakî welatiyan şiyar bikin. Ji bo malê tirkî nekirin. Di pêşerojê de dê ev kom berfireh bibe. Ger aboriya dewleta tirk lewaz bibe, dê ewqas din aboriya navxweyî ya me pêş bikeve.”
‘Divê gel zextê li dikandaran bikin’
Ji çalakvanan Reyan Zêbarî jî destnîşan kir ku boykotkirina malên tirkan gaveke girînge û wiha pê de çû: “Hêvîdarim ku hikûmeta herêmê girîngiyê bide berhemên navxweyî û bazirgan jî berhemên Tirkiyeyê hawirdeyî Herêma Kurdistanê nekin. Dewleta tirk zarok û welatiyên me şehîd dixe. Em dixwazin ku gel girîngiyê bide berhemên xwemalî . Divê welatî zextê li dikandaran bikin û malê tirkî nekirin. Dema ku welatiyan zext li dikandaran kir, dê dikandar jî zextê li bazirganan bikin ku malê tirkî neyînin Kurdistanê.” BEHDÎNAN