Ji ber berfa zêde ya li bajarên Serhedê yên Wan, Bedlîs, Mûş û Qersê rêya zêdetirî 441 gundan hatin girtin
Ev çend roj e li herêma Serhedê berfeke zêde di bare. Berfa zêde ger gotin di cih de jiyana gel tevizandiye. Îro jî ji serê sibehê ve li Wan, Mûş, Bedlîs û Qersê berfeke zêde dibare.
Hat zanîn ku ji ber berfa zêde li gundên Wan û navçeyên wê rêya 87 gund û 108 mezrayan, li Bedlîsê û navçeyên wê rêya 105 gundan, li Mûşê rêya 10 gund û 22 mezrayan, li Qersê û navçeyên wê jî rêya 64 gundan hatin girtin.
Ji bo vekirina rêyan xebat tên meşandin.