Balafirên şer ên dewleta tirk devera Sawên a Binarê Qendîlê û herêma Lolan û Şekîf bombebaran kir
Li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî yên dewleta tirk dewam dikin.
Balafirên şer ên dewleta tirk îro ji saet 14.15’an ve devera Sawên a Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebararan kirin.
Her wiha duh saetên êvarê bi dehan helîkopter û balafirên şer ên artêşa tirk bombe li derdora Çemê Lolanê û Çiyayê Şekifê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Têkildarî êrîşan agahiyên berfireh nehatine dayîn. Di demên dawîn de di bomberananên dewleta tirk de bi dehan sivîlên başûrî hatin qetilkirin. BEHDÎNAN