Navenda Nûçeyan |
Hejmara kesên bi şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ketin her ku diçe zêdetir dibe. Her wiha kesên bi vê şewbê jiyana xwe ji dest didin jî roj bi roj zêdetir dibin. Welatê ku herî zêde kes lê bi şewbê ketin û jiyana xwe ji dest dane DYA ye. Li pey wê jî Spanya, Îtalya, Ingilistan û Fransa tên.
Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkînsê rewşa li çend welatan wiha ye:
“BAKURÊ KURDISTANÊ – TIRKIYE
* Li gorî agahiyên duh, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê heta niha 120 hezar û 204 kes bi şewbê ketine û ji van 3 hezar û 174 kes jê mirine.
* Li Amedê du avahî ji ber ku testa koronayê ya welatiyekî pozîtîf derket xistin karantînayê.
DYA: Milyonek û 95 kes bi şewbê ketine, 63 hezar kes jî mirin.
ÎTALYA: 205 hezar kes bi şewbê ketine, 28 hezar mirine û 100 hezar kes jî tên dermankirin.
SPANYA: 240 hezar kes bi şewbê ketine û 24 hezar û 500 kes jî mirine.
FRANSA: 167 hezar kes bi şewbê ketine û 24 hezar û 300 kes jî mirine.
INGILISTAN: 171 hezar kes bi şewbê ketine, 26 hezar û 771 kes mirine û 144 hezar jî tên dermankirin.
ALMANYA: 163 hezar kes bi şewbê ketine û 6 hezar û 632 kes mirine.
BELÇÎKA: 49 hezar kes bi şewbê ketine û 7 hezar û 703 kes mirine.
SWÎSRE: 29 hezar û 705 kes bi şewbê ketine û hezar û 737 kes jî mirine.
HOLLANDA: 39 hezar û 791 kes bi şewbê ketine û 4 hezar û 893 kes jî mirine.
ÎRAN: 95 hezar û 646 kes bi şewbê ketine û 6 hezar û 91 kes jî mirine.
RÛSYA: 114 hezar û 431 kes bi şewbê ketine û hezar û 169 kes jî mirine.”