Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herî kêm 663 caran binpêkirinên mafan pêk hatiye

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenmbolê rapora binpêkirina mafan a Girtîgehên Herêma Marmara ya meha tîrmeh, tebax û îlona 2019’an aşkera kir û diyar kir ku di 3 mehan de herî kêm 663 binpêkirinên mafên mirovan pêk hatiye

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê rapora meha tîrmeh, tebax û îlona 2019’an a girtîgehên Herêma Marmarayê aşkera kir. ÎHD’ê rapor li şaxa ÎHD’ê ya Taksîmê bi raya giştî re parve kir.

Di civînê de Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku wan rapor li gorî agahiyên bi rêya name, faks û rêya malbatan ji wan re hatine, kom kirine û wiha got: “Derbarê darizandina nû de jî beşek raporê heye. Ji bo ji nûve bên darizandin bi hezaran serlêdan hene. Bi taybetî di vê pêvajoya ku reforma darazê tê nîqaşkirin de me wekî îHD’ê diyar kiribû ku bi xebatên nû û bi hin guhertinan çareserî dikare bê dîtin. Bi hezaran mexdûr hene. Divê mexdûryeta hezaran kesan bi dawî bibe. Em carek din li vir bang li hikûmetê bikin ku hemû girtî bila ji nûve bi awayekî adilane bên darizandin. Em dixwazin darizandina hemû girtiyan li gorî hiqûqê bê kirin.”

Îşkence, lêdan û muameleyên xerab

Piştre endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran rapora 3 mehan xwend. Onaranar diyar kir ku rapor ji 32 serlêdanên ji girtîgehên cuda hatine, hatiye amadekirin û ev tişt parve kir: “Di meha tîrmehê de 43, di meha tebaxê de 111, di îLonê de jî 35 bi giştî 189 serlêdan hatin kirin. Ji kesên serlêdan kirin jê 19 jin û 170 jî mêr in. Di vê raporê de 172 girtiyên polîtîk û 17 girtiyên edlî serlêdan kirin. Li gorî van serlêdanan biqasî me ku tespît kir, 663 binpêkirinên mafên mirovan pêk hatiye.

  • Seher Orço ji roja anîne Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê heta niha di hucreya yekkesî de tê girtin. Tecrîdkirina wê spartine rapora çavdêriya girtîgehê, lê heta niha tu biryar ji wêre nehatiye ragihandin.
  • Velat Cîn li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekîrdagê dimîne, di 9’ê tîrmeha 2019’an de bi agahiya parêzer hatiye ew ji kawîşê derxistine û dema çûye odeya hevdîtina parêzeran ji aliye midûrê 2’yemîn ve hatiye rawestandin û derbasi odeyê kirine. Li wir yek jê jin bi giştî 3 kesên xwe wekî endamên MÎT’ê xwe dane naskirin ew pêşwazî kirine.
  • Y.T. jî diyar kir ku birayê wî Abdullah Tekîn di 3’yê tîrmehê de telefonî wan kir û dîsa xwestine li ser wî bigerin. Gardiyanan ew xistine odeya kauçuk û 5-6 gardiyanan li wî dane.
  • Mafê girtiyan ê ragihandinê tê astengkirin. Mafê girtiyan ê pirtûk, rojname, name, kovar tê astengkirin. Nameyên ku girtî dinivîsin bê hincet tên astengkirin.
  • Mafê girtiyan ê daxwaznameyan tên astengkirin. Daxwaznameyên duyemîn li ber çavan nayê girtin. Dema parêzer bi muwekîlê xwe re hevdîtin dikin an bi cîhazên deng an jî bi dîmen qeyda wan tê girtin. Belgeyên ku di navbera parêzer û muwekîlan de tên lêkolînkirin û desteserkirin.
  • Mafê girtiyan ê tenduristî û dermankirinê tên astengkirin. Mafê girtiyan ê tenduristiyê bi awayekî keyfi tê îhlalkirin. Dema tên dermankirin jî kelepçeyê li wan ferz dikin.
  • M.G. di 23’yê tebaxê de serlêdan kir û diyar kir ku mamê wê Kinyas Gulcan bi sandalyeya bi teker ew anîn salona hevdîtinê û anî ziman ku mamê wê nayê dermankirin. Kînyas Gulcan di 6’ê îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest da.
  • Girtiyê Edlî Turhan Şafak ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Tekîrdagê li Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê ji 4 beşên bedena xwe tê dermankirin. Lê mafê wî yê dermankirina tedawiya fîzîkî hatiye astengkirin.
  • Girtî bi awayekî keyfî tên sirgûnkirin û sewqkirin. Omer Kabul, Ramazan Adibellî, Cahît Tamur, Eyup Yaşar, M. Siddik Yildirim, A. Kadîr Encu ji Girtîgeha Tîpa R a Trabzonê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Patnosê kirine. 6 kes li yek odeyê tên girtin û bi tu kesî re nikarin hevdîtin bikin.
  • Mustafa Pamuk ji Girtîgeha Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê kirine. Nexweşiyên Pamuk giran in.
  • Girtî rastî cezayê dîsîplînê tên. Ji ber pêkanînên keyfî rastî cezayê dîsîplîn û hucreyê tên.
  • Girtî Comert Bozkurt- Ahmet Çakal- Cemal Yilmaz- Sekvan Becerîklî ji Girtîgeha Tîpa T a Alîagayê name şandin û diyar kirin ku rastî 3 cezayên hucreyê hatine.”

Onaran herî dawi bang li parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û nûnerên rêxistinên demokratîk kir û piştevaniya lezgîn kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar