Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Herî zêde li Kurdistanê zext li jinan tê kirin

Jinên Şirnexê der barê qetilkirina jinê, tundî û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan nirxandin kirin û anîn ziman ku îstîsmar û tundiya li dijî jinê bi destê dewletê pêk tê. Jinan dan zanîn ku herî zêde li Kurdistanê zext li jinan tê kirin

Li Tirkiyeyê her ku diçe qetilkirina jinê, tundî û êrîşa zayendî li dijî zarokan zêde dibe. Ji ber kêmkirina cezayê, parastina dadgehê ya kujeran, şer, polîtîqayên mîlîtarîst, zimanê medya û gotinên îktîdarê rê li ber qetilkirina jinê vedikin û tişta tê kirin meşrû dikin.

Li gorî daneyên ku ajansa me di meha hezîrana ya îsal de kom kirine 29 jin hatin qetilkirin, 6 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dan . 26 jin bi êrîşa zayendî û şîdetê re rûbirû man, 23 zarok jî dîsa bi êrîşa zayendî re rûbirrû man. Li gor daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin jî di destpêka sala 2019’an heta niha herî kêm 174 jin hatine qetilkirin. Her wiha li gorî daneyên ku ajansa me bi dest xistin jî sala 2019’an  heta îro herî kêm 133 jin hatine qetilkirin.

Jinên Şirnexê der barê qetilkirina jinê, tundî û êrîşa zayendî li dijî zarokan ji nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin re axivîn û anîn ziman ku êrîş û tundiya li dijî jinê bi destê dewletê pêk tê û bi lêv kirin ku ji ber kêmkirina cezayê qetilkirin û êrîşa zayendî zêde dibe.

Endama PM’ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zelal Yerlîkaya, tundiya li dijî jinê nirxand û wiha got: “Tundiya li dijî jinê pirsgirêka hemû civakê ye. Tundiya li dijî jinê mirov nikare wek tundiyek fizîkî bibîne, ev tiştek ne raste. Tundiya jinê ji gelek beşan pêk tê. Mînak hemû jin tundiya derûnî û sosyal dibînin û divêem vî baş bibînin. Pergala ku jinê hepse malê dike dixwaze jinê ji civakê dûr bixe û bi vî hawî tundiyê pêk tîne. Her wiha gelek jin ji bira, bav û ji mêrên civakê tundiya derûniyê jî dibîne. Em vî gelek baş dibînin. Di demên dawiyê de tundiya ku li dijî jinê zêde bûye  bi destên îktîdar tên meşrûkirin û mêrên sûcdar nayên ceza kirin.”

Zelal da zanîn ku wan wek jin li dijî tundiyê di nav seferberiya topyekûn de ne û tundiyê qebûl nakin.

‘Jin parçeyekî jiyanê ye’

Aktîvîsta TJA’yê Siyajîn Buluttekîn jî bi lêv kir ku her diçe li Tirkiyeyê tundiya li jinê tê kirin gelek zêde dibe û wiha axivî: “Ji ber vê jî pêdiviya me ya herî mezin rêxistinbûn e. Divê em êrîşên li dijî jinê pêk tên qebûl nekin. Dema ku mirov li dîroka herema Şirnexê dinêre di  dema eşîrtî û feodalîteyê de jî êrîşeke bi vî rengî li jinê nehatibû kirin. Di dema îro de bi her awayî êrîşî jinê tê kirin û dixwazin ku jinê li gorî daxwazên xwe bi teşe bikin. Divê em xwedî li beden û mafên xwe derkevin. Em du şeran dikin, şerek li hember dewletê, şerek jî li hember mêr û malbatê ye. Divê heta ji destê me bê em rêxisitnbûna xwe xurt bikin. Pêşiya her tiştî rêxistinbûyîne.”

Siyajîn destnîşan kir ku li bajarên Kurdistanê zextên li hemberî jinan zêdetir in û dewlet bi zanebûn jinan hedef digire. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar