Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Hêrsa jinan di parastina cewherî ya li Şirnexê xwe da der

Dîlek Başalan diyar kir ku parastina cewherî ya li Şirnexê hêrsa civakî ya jinan e û wiha got: “Jjin bi salane ji aliyê mêrên ku unîformayên wan hene ve hatin tacîzkirin. Parastina cewherî gelek girîng e. Me hêza xwe dîtiye.”

Desthilata faşîst a Erdogan-Bahçelî bi qeyûman re polîtîkayên şerê taybet xistin dewrê û hemû derfetên jinan ji holê rakirin. Ji bo jinan ji nasname û têkoşîna wan dûr bixe bi gumanbarê unîformayî re polîtîkayên şerê taybet bi salane li ser axa Kurdistanê giran dike. Îpek Er, Gulîstan Doku ya ku di rojeva hemû welat de cih digire, di encama van polîtîkayan de hatin widankirin. Gel êdî destûrê nade vê û parastina xwe ya cewherî pêk tîne. Li Şirnexê ku ev polîtîka vala hatine derxistin di 12’ê nîsanê de çawîşekî pispor ê 3 jin tacîz kir, bi parastina cewherî ya gel û jinan derket holê.

Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan der barfê parastina cewherî ya li Şirnexê derketiye holê û pêvajoya piştî ku divê jin çi bikin de axivî.

Dîlek da zanîn ku polîtîkayên şerê taybet ku ji bajarên Kurdistanê destpê kiriye li bajarên Tirkiyeyê belav bûye û li dijî vê polîtîkayên bêcezahiştinê jî hatine girankirin. Dîlekê wiha anî ziman: “Bi salane em li dijî şerê taybet têdikoşin. Lê dengê me nayê bihîstin. Em ji bo jinên hatine qetilkirin daketin kolanan. Gulistan Doku, Îpek Er û gelek jinên din ne di navbera me de ne. Em piştevaniya ku sînor nas nake diparêzin. Em tenê ji jinên Stenbolê ne berpirs in. Em qada jiyanê ya hemû jinan diparêzin. Li Amed, Êlih û Şirnexê jî em mafê jinan diparêzin. Ya li Şirnexê hatiye jiyîn têkiliya encamê ye. Em çawa hatin vê rojê?”

Di berdewamiya axaftina xwe de Dîlek bal kişand ser destdirêjiya kesên bi unîforma û wiha dirêjî dayê: “Em ne li cihekî ku tundiyê diparêzin û rewa dike ne. Em behsa mafê jinan û mafê gotina jinan dikin. Jin bi salane ji aliyê mêrên ku unîformayên wan hene ve hatin tacîzkirin. Hinekan doz vekir. Hinek najîn. Tevî Musa Orhan ceza girt niha li derve ye. Ev hêrsa civakî ya jinan e. Li vê erdnîgariyê edalet divê hebe. Divê gumanbar bên cezakirin. Divê em li dijî vê bibin deng û têbikoşin. Divê em bibe derdê me hemûyan. Ger ku em tundî û binpêkirinê hîs nekin wê demê divê em têkoşîna xwe lêpirsîn bikin.”

Dîlek destnîşan kir ku di pêvajoya dawî de sedema giranbûna polîtîkayên şer qeyûm in û wiha bi lêv kir: “Dema şaredariyên HDP’ê destkeftiyên jinan hebûn. Mekanîzmayên serlêdanê zêde bûn. Xizmetên ziman hebûn. Lê qeyûman şerê taybet giran kir.”

Dîlek di dawiya axaftina xwe de li ser parastina cewherî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Divê her zindiyê jiyanê parastina xwe ya cewherî pêk bîne. Parastina cewherî ji bo te mekanîzma parastinê ye. Di rewşeke bê maf de ji bilî parastinê rê tune ye. Jin êdî dizanin ku gotina ‘na’ mafê wan e. Parastina cewherî gelek girîng e. Me hêza xwe dîtiye. Em wek civak ji bo parastina dînakamîka xwe em ê bibin şopdarê vê. Rêxistinên jinan jî wê bibin şopdarê wê û destkeftiyan bidest bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar