Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hêrsa li dijî dijmin di çavên wî de tê dîtin

Medenî Orak heta ku di 22'ê Kanûna 2015'an de li Nisêbînê şehîd bikeve, yek ji pêşengên şerê gel ê şoreşgerî bû. Dema ku li hevrêyên xwe dinihêrî çavên wî dikeniyan. Ew pêşengê xelkê Nisêbînê bû. Li refên herî pêş al hilda, bêtirs bû.

Tevî ciwanên li berxwedana Nisêbînê jê re gotin, ‘Xalê Medenî ev karê me ye, tu xwe bide paş, li eniya paş bisekine’ wî xwe da pêş. Medenî Orak ji pêşengên gel bû, ku fermandarî dikir. Hem dijmin baş nas kiribû hem jî qet ji bîr nekiribû.

Têkoşîna dayik, bav û mezinên kurdan a li dijî dijmin gelekî cuda ye. Dayikan, bavan li gel barê giran ê li ser milê xwe jî cihê xwe di nava refên pêş de girtin ku vê yekê wateyeke hîn mezin û cuda tevlî nava têkoşînê kir. Li hemberî zilm û îşkenceya dijmin serî natewînin. Serî li ber heqaretê radikin, ji bo rûmetê têdikoşin. Hêrsa li dijî dijmin di çavên wan de têne dîtin.

Pêşengê xelkê Nisêbînê

Ciwanên ku li Nisêbîn li dijî dijmin têkoşîna hebûnê dimeşandin, jê re digotin ‘Xalê Medenî ev karê me ye, tu xwe bide paş, li eniya baş bisekine’, tevî vê yekê jî Medenî Orak tecrûbeyên xwe ji ciwanan re radigihand, fermandarî dikir. Pêşengekî gel bû. Medenî Orak yekî navsere bû, zewicî bû, serhildan dîtibû, dîroka Nisêbînê nîşan dida. Dema ku li hevrêyên xwe dinihêrî çavên wî dikeniyan. Ew pêşengê xelkê Nisêbînê bû. Li refên herî pêş al hilda, bêtirs bû.

Ne li benda hurmetê bû, lê bi hurmetî nêzî hevrêyên xwe hemûyan dibû. Barê xwe têrker nedidît, her tim dixwest hîn bêhtir bike. Li refên herî pêş cihê xwe digirt. Guhê xwe ji bilî azadiyê li her tiştî girtibû, tenê gavên azadiyê dibihîst li kolanên berxwedanê yên Nisêbînê.

Di B7 û diyarkirina cihê sûîqestê de hosta bû

Ji ciwantiya xwe tiştek winda nekiribû. Li ku derê wê derb bihata xistin, keşfa wê Medenî dikir, cihekî guncaw diyar dikir. Li cihê ku Medenî lê bû dilê hevalên wî rehet bû, pişta wan xurt bû, ji ber ku timî hesab dikir bê dijmin wê ji ku derê êrîş bike, li gorî wê çeper çêdikir. Çalakiyên ku bi pêşengiya Medenî dihatin kirin, zor didan dijmin. Şervanî gelekî lê dihat. Di B7 û diyarkirina cihê sûîqestê de hosta bû. Dijmin li hemberî vê hostatiyê ditirsiya, dihat gule li devê kolanê direşand û piştre xwe vedikişand.

Şênberiya jiyan, tevlîbûn û tolhildanê bû

Dilsozê hevrêyên xwe bû, li dijî dijmin jî gelekî bi hêrs bû. Şênberiya jiyan, tevlîbûn û tolhildanê bû. Dijminê xwe hem baş nas dikir hem jî qet ji bîr nekiribû. Dema ku dijmin li cihekî serwer dibû yan jî şehadet çêdibû, hestên wî yên tolhildanê gelekî bilind dibûn. Plana êrîşê dikir, li qelsiya dijmin digeriya, ji bo vê keşif dikir, her kêliya dijmin dişopand, tiştek ji nedîtî ve nedihat. Di rewşeke lezgîn de ji bo derbê li dijmin bixe pişta xwe ji çeka hevrêyê xwe re dikir çeper, ji çeka sekvaniyê re dibû çeper, ji bo kêliyekê jî nedihişt ku dijmin bi ser bikeve.

Yek ji pêşengên Şerê Gel ê Şoreşgerî bû

Medenî yek ji pêşengên Şerê Gel ê Şoreşgerî bû. Li gel polîtîkaya têkbirinê ya dijmin a li Kurdistanê, li gel xebatên asîmîlasyonê jî cewhera xwe, nirxên xwe parastibû. Ya ku dijmin bêçare hişt, sekna Medeniyan bû. Ya ku faşîzma dijmin têk dibe û têkoşînê bênavber dimeşîne ev cewher e. Berxwedana ku Medenî û hevrêyên wî li Nisêbînê meşand, sekn û mîrateya wî ya ji bo gel e. Dem ew dem e ku xwedî li cewhera Medenî derkevin, careke din li Kurdistanê sendroma Nisêbînê bînin serê dijmin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar