Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hesabê AKP’ê yê malê û sûkê li hev derneket

25 ê Nîsanê, di saetên sibê de ji aliyê serdozgeriya Amedê ve operasyoneke siyasî ya ku navenda wê Amed bû li 21 bajaran bi awayekî hemdem pêk hat.

Di çarçoveya vê operasyonê de Siyasetmedar, parêzer  hunermend, rêveberên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û mafê mirovan jî di nav de 126 kes hatin binçavkirin û bi qasî hejmara binçavkiriyan kesên ku nehatine girtin û di derbarê wan de biryara girtinê hatiye dayin hene .

Di vê dema ku ji hilbijartina 14 ê Gulanê re 20 roj  mabû de, di serî de Amed, li tevahiya bajarên ku ev operasyon pêk hatiye,  ji aliyê ewlehiya hilbijartinê ve hêviyên civakê yên hilbijartineke demokratîk nemane û di nava civakê de fikarên ewlehiya hilbijartinê zêde bûne.

Li gel bertekên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, rewşenbîr, rêxistinên mafê mirovan ên li nava welat û derveyî welat jî, bi devê Silêmanê qaşo wezîrê karê hundir û bazirganê kundiran û hemû karên qirêj û nelirê, ku  ji ewlehiya hilbijartinê berpirsiyar e ve, li civakê û hemû kes û derdorên ku nerazîbûna xwe li hemberî pêkanînên bêhuqûq û bêrêtiyên Akp-Mhp ê tînin ziman gef tê xwarin.

Armanca vê operasyonê û lêpirsîna ku bi fermana serdozgeriya Amedê ya di derbarê binçavkirin û girtina bi sedan Kesan de hatiye dayin, rasterast amadekariya astengkirin, sabotekirin û destwerdana hilbijartina 14 ê Gulanê ye.

Di heman demê de ev operasyon nîşan dide ku huqûq û Daraz çawa bi awayekî kêfî ji aliyê desthilata Akp-Mhp ê ve wekî amûra binpêkirina heq, huqûq, maf û azadiyan tê bikaranîn û li ser serê civakê wekî şûrê Demokles tê hêjandin.

Lê belê, çi sekna kesên di operasyonê de bûne hedef, hatine binçavkirin, girtin û li hemberî operasyona bi hesabên siyasî û sabotekirina hilbijartinê serî netewandine û çok neşikandine, çi jî bertekên hemû beşên civakê yên li hundir û derveyî welat, hesabê encama vê operasyonê serobin kirine, vala derxistine û ev operasyon wekî Bûmerang li xwediyê xwe, ango li Akp-Mhp ê vegeriyaye.

Loma jî, bertekên alî û derdorên demokratîk û xwedîderketina li maf û azadiyên civakê, bûye sedem ku serokê rêxistina Akp ê ya Amedê  li Serokê baroya Amedê bigere û bêje;

“Ev perasyon ji bo ku hilbijartinê bi Akp ê bide wendakirin hatiye lidarxistin”.

Ev gotina serokê rêxistina Akp ê, nîşan dide ku hesabê Akp ê yê sûk û malê tevlihev bûye û mukurhatina  hilweşîna tifaqa bêyom û nebixêr a  Akp-Mhp ê ye û serkeftina gelê Kurd, hêzên demokratîk, aştîxwaz û azadixwaz e.

Çi dibe bila bibe, ne operasyonên siyasî yên bi armanca çêkirina tirs û fikarên li ser civakê, ne jî hemû cûre pêkanînên tund û faşîzane ku di 20 salên dawî yên desthilata Akp ê de li ser civakê pêk tên, dê nikaribe encama hilbijartina 14 ê Gulanê biguherîne.

Dê hêz û hêrsa gel a kombûyî û bêrîkirina nirxên însanî, textê desthilata Akp-Mhp û hevkarên wan hilweşîne, bi têkoşîna hevpar û hevgirtî ya gelan, hêvî û daxwazên civakê yên aştî, azadî, aramî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet pêk werin.

Nûçeyên Têkildar