Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hesasiyeta kurdan û Ocalan

Dewleta tirk serçimkê reh û rîşiyên kurdan re dilîze. 22 sal in tecrîteke giran li ser birêz Ocalan heye. Bi hincetên ku hemû dinya dizane ku pûç in riya hevdîtinê asê kiriye, deriyê vedibe derve birêz Ocalan û girtiyên li girava Îmralyê re girtiye, bi temamî ji her cure têkiliyan re asê kiriye.

Piştî nîqaşên der barê jiyana Ocalan de derketin gelê kurd careke din rabû ser piyan. Ji bo ku vê hesasiyetê sar bike û bertekên wan berjêr bike bi riya telefonê dozgeriya Rihayê qaşogiravî hevdîtinek bi birayê birêz Ocalan Mehmet Ocalan re pêk anî.

Çawa ku Seyît Riya di riya sêdarê de gotibû, “min hîle, dek û dolabên we re serederî nekir”…, Hesen Xeyriyê di bin siya sêdarê de gotibû, “kurdino di dinyayê de soza herî pênebawer ew soz e ku tirkan bi sonda şerefê daye” dewletê ev hevdîtina bi telefonê jî weke lîstikeke şanoyê bi awayekî hîle û xapînok organîze kir. Sê deqeyan zêdetir derfet neda axaftinê, tam di dema qam vegotina rewşa xwe de telefon hat birîn. Hinceteke vê yekê nîn e, bi zanetî hatiye kirin, encamên wê jî ji berê ve hatine hesab kirin.

Gelê kurd bi hesasiyet vê rewşê dinêre û tu car jî qanî nebûye ku tenduristiya Ocalan bê xetere rêk û pêk e. Vê encamê gelek pirs û fikar bi xwe re anîn. Gelo bi rastî ew ê li ser xeta telefonê ya wî aliyê din Ocalan bixwe bû, gelo nerihetî û nexweşiyek hebû, gelo… û çima li dû hev tên? Yanî vê hevdîtina ku weke şanoyê qewimî gelek metirsî, nepenî û nediyarî bi xwe re zêde kirin. Gelê kurd der barê birêz Ocalan de agahiyeke zelal bi dest nexist, her tişt ji berê zêdetir şêlî bû.

Îro ew hesasiyet ji duh zêdetir mezin bûye. Meraqa rewşa Ocalan bilindtir bûye. Rewşa birêz Ocalan di nav kurdan de her tim hesasiyeteke mezin dihewîne. Dinya alem dizane û êdî qebûl kiriye gelê kurd Ocalan weke rêberekî ji bo xwe qebûl kiriye. Bi milyonan mirov bi dirûşma “ji Ocalan re azadî”, ev sî sal in dengên mîna vî/van dengî/an her diçin bilind û gur dibin. Ev çendîn sal in girtiyên azadiyê ne ji bo xwe, ji bo Ocalan dikevin greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Tenê ji bo wî û rewşa wî ji sedî zêdetir keç, xort, jin û mêrên kurd agir berdane bedenên xwe û bûne cangorî. Ev rewşek e ne asayî ye, di dîrokê mînaka wê nehatiye dîtin. Mirov  ji bo kesekî can û hebûna xwe feda bikin ku ji bo mirovan hêmayên herî pîroz ew in, êdî ew kes ne kesên ji rêzê ne, mirov paşeroja xwe di wan de dibînin, radikin radeya pêşengtî û rêbertiyê. Ocalan di dilê gelê kurd de bûye rêber û dinyayê jî qebûl kiriye, kes nikare jê bavêje.

Kes nikare nîşan bide ku di dîroka mirovahiyê de rêberekî wiha di dilê gel de rewa bûye û nikare jê bê avêtin. Zilma dewletbûnê gelek lîder derxistine pêş weke Hîtler û Franko, şerê cîhanê lîderên weke Churchîll, Rooswelt derxistine, şerê sar lîderên weke Trûman, Mc Carty derxistine pêş. Yan tenê bi zilma xwe yan jî qabiliyetên rêvebirinê ve hatine bibîranîn lê di dilê gel de bergindeke fedaîyane dernexistine, tevî ku xwedî dewlet bûne, bivê nevê li pêş bûne û hêza dewletê pê re bûne.

Ocalan ne bi hêzê bi xîtaba xwe ya mêjî û dil gihîşte ruhê kurdan, ew jî bûye ew hêz ku nayê têkbirin. Ji vê re tê gotin ‘hêza cewherî’. Bê dewlet fersah fersah ji wan zêdetir şopa wî di dilê gel de şax berdaye û bi xwe ve kirine yek.

Dewleta tirk bi salan e hewl dide vê yekê birûxîne, her cure amûrên tehrîfkirinê bi kar tîne lê dîsa bi ser nakeve, nikare bi ser keve.

Ya ku îro ji peravên Marmarayê derbas bûye gihîştiye nav girava Îmraliyê dîsa ev yek e. Bê rawest û bê sekin dewleta tirk dek û hîleyên xwe didomîne. Bi dek û hîleyan li Îmraliyê şanoyekê derdixe ser dikê, hem dixwaze dinyayê bixapîne û bi vê zilma piralî gelê kurd biwestîne, neçar û bêhêvî bihêle, armanca xwe ya tunekirin, bêîradehiştinê bere bere bi ser bixe. Birêz Ocalan haveynekî wisa meyandiye ku nikarin tu awayî pişta gelê kurd bînin erdê. Ev qas zilm û kiryarên bêperwa ji ber vê yekê ne. Mîna canegayê pîneyê sor dîtiye bi mantiq û bêmantiq êrîş dike. Ji ber ku di netewandina kurdan de rûxîna xwe dibîne.

Gelê kurd vê yekê baş dizane, bi vê hişmendiyê lê dinêre û xwedî rêberê xwe derdikeve. Girtiyên azadiyê bi vê hişmendiyê di roja 125an de ji bo şikandina tecrîtê di berxwedana biçîbûnê de ne.

Divê her kurdek rewşa birêz Ocalan û zîndanan ji bo xwe zêdetir bike xem, bi vê hesasiyetê nêzik bê. Piştgiriyê bide berxwedana zîndanan, heta deriyê Îmraliyê ji bo parêzeran venebin, heta bi awayekî serbest tecrîda li ser Îmraliyê ranebe rihet nesekine. Tenê ne ew ji bo azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyan têbikoşe. Êdî dem ew dem e.

Nûçeyên Têkildar