Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Heşdî Şebî ket kemîna DAIŞ’ê: 6 mirî, 31 birîndar

Endamên Heşdî Şebî yên ku ji Xurmatûyê diçûn Mûsilê, ketin kemîna çeteyên DAIŞ’ê. Di encamê de 6 endamên Heşdî Şebî jiyana xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn

Di saetên duh êvarî de çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Mexmûrê kemîn danîn pêşiya endamên Heşdî Şebî yên ku ji navçeya Xurmatûyê diçûn Mûsilê û êrîşî wan kirin. Di êrîşê de 6 endamên Heşdî Şebî jiyana xwe ji dest dan û 31 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Ofîsa Navenda Ewlehiya Iraqê, dema ku endamên Heşdî Şebî ji Xurmatû derbasî Mûsilê dibûn, li ser rêya Mexmûrê rastî êrîşê hatine. Li gorî daxuyaniyê 6 endamên Heşdî Şebî jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 31 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Kesên jiyana xwe ji dest dayîn û birîndar rakirin nexweşxaneya li navçeya Geyara ya Mûsilê. Berdevkê Heşdî Şebî Elî Haşim di daxuyaniya dayî de, eşkere kir ku komek Heşdî Şebî ketine kemîna çeteyên DAIŞ’ê û got ku hinek ji endamên Heşdî Şebî hatine înfaz kirin. MÛSIL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar