Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hesekê bû Kobaniya duyemîn

Dildarê Amedê | 

Çeteyên DAIŞ’ê piştî têkçûna wan a li ser erdê û di 2019’an de têkbirina wan a dawî ya li Baxozê, êrîşa herî mezin û bixwîn di 20’ê çileyê 2022’yan li zindana Hesekê pêk anî.

Plan ne êrîşeke ji rêzê bû. Gelekî amadekarî jê re hatibûn kirin û destê gelek hêzên hundir û derve jî tê de hebû.

Wiha hatibû plankirin ku ne tenê çeteyên girtî ji zindanê rizgar bikin, lê bi rêya komeke çeteyên êrîşkar û şaneyên xwe yên veşartî, bajarê Hesekê bidest bixin. Ne tenê bajarê Hesekê lê şaneyên xwe yên veşarî li Reqa û Dêra Zorê jî xistibûn nava tevgerê.

Ji bajarên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê jî çeteyên xwe amade kiribûn û şandibûn Hesekê.

Wiha haziriya xwe dikirin û careke din li ser erdê xîlafeta xwe cara duyemîn îlan bikin. Wiha hatibû plankirin ku wekî Mûsilê bûyer ji zindana ku derdora 5 hezar çete lê tên girtin, dest pê bike, wan çeteyan rizgar bikin û paşê jî bi alîkariya çeteyên ku şandibûn herêmê bajarê Hesekê desterser bikin.

Lê wekî dibêjin hesabê der û malê li hev derneket. Bi berxwedan û tekoşîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne tenê rê nedan ku ew bibe Mûsileke din lê wekî çawa li Kobanê ew têk birin li vir jî di demeke kurt de rewş xistin bin kontrola xwe û hemû plana wan serobino kirin. Bê guman dîsa bedelê wê berxwedanê yê herî giran, xwîna gelek ciwanên wêrek û têkoşer bû.

Her çendî ku ev şer li derdora zindanê bi dawî bû lê şerê li dijî şaneyên veşarî yên çeteyan û alîgirên wan berdewam dike. Her wiha şerê li dijî rêveberiya xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî berdewam dike.

Ew hêzên xwefiroş ên ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de bi her awayî êrîşî Rêveberiya Xweser dikir piştî têkçûna wê plana qirêj jî hîn wan êrîşên xwe berdewam dikin. Bi rêya tewanbarî û gotegotên bêbingeh dixwazin vê serkeftinê şêlo bikin.

Ew derdora xwefiroş ên ku li gorî fermana dijmin tevdigerin ji otêlên xwe yên 5 stêrk rojane raya giştî bi çîrok û nûçeyên di dezgehên îstîxbaratê de amadekirî , serê civaka tevlihev dikin û rastiyan berevajî dikin.

Têkçûna êrîşa DAIŞ’ê di heman demê de tê wateya têkçûna hêzên ku dixwestin bi rêya vê êrîşê zirarê bidin Rêveberiya Xweser û di nava ava şêlo de seydê bikin. Lê di encama berxwedana ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de ne tenê DAIŞ’ê têk çû lê hemû hêzên derve û hundir, dijminê gelan û kurtêlxurên wan jî pê re têk çûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar