Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Hesen: Bêyî kurdan çareserî li Sûriyeyê nepêkan e

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen anî ziman ku dewleta tirk bi lihevkirina Rûsyayê re Efrîn dagir kir û dixwaze destkeftiyên gelê kurd têk bibe. Hesen diyar kir ku hêzên derve aloziya li Sûriyeyê kûrtir kirine û da zanîn ku rêya çareseriya aloziyê, avakirina pergalekê demokratîk e û çareserî bêyî kurdan nepêkan e

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê, bi taybet nêzikbûna tunekirina DAIŞ‘ê ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyên rayedarên rejîma Sûriyeyê yên der barê rêveberiya xweser û rêbazên çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê pirsên ANHA’yê bersivand. Hesen da zanîn ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê pêdivî bi pergalekî demokratîk heye.

Şahoz Hesen da zanîn ku serkeftinên heta niha hatine bidestxistin, serkeftinên gelên Sûriyeyê û tevahiya mirovahiyê ne. Hesen got berxwedana li Kobanê dest pê kiriye, berxwedana mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Em vê serkeftinê li tevahiya mirovahiyê, hêzên demokratîk û kesên ku rol di tunekirina hêza terorîst de lîstine, pîroz dikin. Bi rizgarkirina Reqqayê re, Sûriye derbasî pêvajoyeke nû bû û rê li ber danûstandinên siyasî yên Sûriyeyê hat vekirin. Rêveberiya xweser destkeftiyên mezin bidestxistin û ev jî berevajî berjewendiyên dewleta tirk e. Ji ber vê jî dixwaze van danûstandinan bi rêya lihevkirinên bi Rûsya û Îranê re asteng bike. Tirkiye bi rêya van lihevkirinan Efrîn dagir kir û aloziya Sûriyeyê kûr kir.”

Rêya çareseriyê

Hesen da zanîn ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê hewcedarî bi pergaleke demokratîk heye û wiha pê de çû: “Ev jî me ji destpêka aloziyê ve teqez kiribû. Rêya wê jî danûstandinên Sûrî-Sûrî û diyaloga rastîn e. Bi destwerdanên navdewletî re aloziya Sûriyeyê kûrtir bû û veguherî aloziyekî navdewletî. Lewre me projeya avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk pêşkêş kir. Bi rêya vê projeyê gelê kurd û tevahiya pêkhateyên din dê karibin bigihîjin mafên xwe.”

‘Doza gelê kurd esasekî bingehîn e’

Di berdewamê de jî Hesen got ku doza gelê kurd yek ji dozên sereke ye û ev nirxandin kir: “Ji berê ve ji maf û xaka xwe bêpar hatine hiştin. Lê îro vê rastiyê qebûl dikin. Lê têgeha mafan a wan û ya me ji hev cuda ye. Ew doma zîhniyeta Baasê dixwazin. Ev jî ji têgeh û rêgezên demokrasiyê dûr e. Têkoşîna hem ji bo mafên gelê kurd û hem jî ji bo avakirina pergalekî demokratîk e. Ji ber ku pergala demokratîk vîna hemû gelan temsîl dike. Gelê kurd jî vê rêgezê bi rêya jiyana hevbeş bi pêkhateyên din re dide rûniştandin. Destkeftiyên heyî jî vîneke demokratîk û hêzeke mezin afirand û karî DAIŞ’ê têk bibe. Ev destkeftî bi saya rêveberiya herêmê ya siyasî hatin bidestxistin. Em dibêjin bêyî çareseriya doza kurd demokratîkbûna Sûriyeyê ne pêkan e.”

Xebatên dîplomatîk

Der barê xebatên dîplomatîk jî Şahoz Hesen ev tişt destnîşan kir: “Asta xebatên dîplomatîk baş in. Hinek girêdayî gefên dewleta tirk jî bû. Ji bo dîplomasiya me ya derve bi awayekî giştî tecrubeya me ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê têne qebûlkirin. Lê biryara siyasî ya Sûriyeyê bi lihevkirin û nakokiyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de ye. Li hêla din jî hewldanên dewleta tirk ên ji bo têkbirina destkeftiyên me hene. Li gorî min, ger gefên Tirkiyeyê werin nîqaşkirin, divê doza kurd, mijara demokratîkkirina Sûriyeyê û awayên pêkanîna wê jî bên nîqaşkirin. Lê mixabin ji bo çareseriya Sûriyeyê gavên girîng nayên avêtin. Ger ku çareserî ji hêla NY an jî derve çê bibe jî em nûnertiya vîna gel dikin û beşek ji çareseriya aloziya Sûriyeyê ne.”

Derewên rejîmê û dewleta tirk

Ji bo gotinên rayedarên rejîmê yên ji bo rêveberiya xweser jî Hesen ev nirxandin kir: “Em têkoşîneke siyasî û ji bo demokratîkkirinê dimeşînin. Dê astengî jî hebin. Li hemberî me rejîmeka ku îstîxbarat wê zêdetirî 5 salin serwer heye. Dê zû bi zû dest ji serdestiya xwe bernede.  Gotinên Buseyne Şaban, Tirkiye û yên din ên li ser parçebûnê, bawerî pê nîne. Di dijwartirîn demê de rejîmê hevalên me digirtin û dikuştin. Têkoşîna me ji bo çareserkirina doza kurd e. Gelê kurd dê bibin bingeha veguhertina demokratîk a li Sûriyeyê. Îdiayên rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk ên ji bo parçekirinê, dereweke mezin e. Armanca me li Sûriyeyê pergaleke demokratîk û nenavendî ye. Tirkiyeyê bi rêya Rûsyayê ji Cerablusê heya Efrînê dagir kir. Lê Rûsyayê nehişt rejîm tenê daxuyaniyekê jî bide.”

Bandora Rûsyayê

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê Rûsya bandora xwe ji bo rê li ber vekirina axa gelê kurd, qirkirina kurdan û bi bi hevkariya Birayên Misilman zextê li desthilatdariya Sûriyeyê bikar neyîne. Divê vê bandora xwe ji bo çareseriyê bikar bîne. Em li dijî tu hêzên siyasî nînin. Em ji nêrînên hemû aliyan re rêzdar in. Divê hemû gel û hêzên siyasî yên Sûriyeyê bizanin ku yekrêziya refan bingeha demokrasiyê ye û em bi wê re dikarin rê li ber komployên li ser Sûriyeyê bigirin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar