Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hesen Cûdî: Rêber Apo dev ji xeyalên xwe gel jî dev jê berna de

Nivîskar û rojnamevan Hesen Cûdî bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo di nava van 23 salan ên li girtîgehê de dev ji xeyalên xwe berneda, têkoşiya. Lewma jî gel dev ji Ocalan bernade.”

Her diçe rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd a ji bo gelê kurd û gelên cîhanê zêdetir derdikeve û gel zêdetir xwedî lê derdikeve. Nivîskar û rojnamevan Hesen Cûdî derbarê têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî.

Cûdî bal kişad ser rewşa kurd a li dîrokê û serhildanên wê û got: “Rêber Apo di nava dîroka mirovahî  û Rojhilata Navîn de bi taybet li nava dîroka gelê kurd de bûye hîmê esasî yê serîrakirina şoreşa gelê kurd, pirsa azadiya jin û jiyanê.”

Rojnamevan Cûdî destnîşan kir ku gelê kurd 4’ê Nîsana 1949’an a Rojbûna Rêberê Gelê Kurd weke rojbûna xwe dibîne û ev tişt anî ziman: “Rêber Ocalan bi sê qonaxan qala ji dayikbûna xwe dike û wiha rêz dike: A yekem ji dayikbûna asayî weke her kesê. A duyemîn avakirina Partiya Karkerên Kurdistan û ya sêyemîn jî danîna Pradîgmaya Azadiyê ye.” Cudî da xuyakirin ku dema mirov li xalên jor dinêre dibîne ku jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne weke jidayikbûna her kesê asayî ye, jidayikbûna gelekê ye û got: “Ji bo wê gel vê rojê weke roja jidayikbûna xwe dizanin.”

Cûdî anî ziman ku Ocalan gelê kurd ji mirinê rakir, ji tunebûnê rizgar kir û ev tişt anî ziman: “Eger Rêber Apo ev şoreş nekiriba, wê tiştek bi navê kurdan nemana, bi taybet li bakurê Kurdistanê.”

‘Newroza îsal bû Newroza Serokatî’

Nivîskar û rojnamevan Hesen Cûdî li ser xwedîderketina gel a li Rêberê Gelê Kurd û coşa Newroza îsal jî ev nirxandin kir: “23 sal in bênavber gel xwedî li Rêber Apo derdikeve û wê heta azadiyê xwedî lê derkeve. Bi taybet di Newroza îsal de xwedîderketina gel a li Rêber Apo careke din hate nîşandan. Hemû Newrozên îsal pêşkêşî Rêber Apo kirin. Dîsa pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê a Rojbûna Rêber Apo ye, li her derê bi girseyî û heybet hat pîrozkirin. Gelê kurd hebûna xwe bi hebûna Rêber Apo dibîne, çareseriya pirsa kurd bi Rêber Apo dibînin. Dest berdana ji Rêber Apo tê wateya herikîna xwînê. Eger ev yek pêk were, wê Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe gola xwînê.

Dema gel têkoşînê xurtir bike wê bikare pêngavên xurtir û baştir ber bi pêş ve bavêje, Ji ber ku kampanya ‘Dem dema azadiyê ye’ ne kampanyayek asayî ye, belkû pêngaveke stratejîk a gelê Kurd e ku bikare di encamê de Rêber Apo azad bike. Ji ber ku çareseriya pirsa Kurd û dîsa Rojhilata Navîn girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Rêber Apo li girtîgehê ti demê dev ji têkoşîn û xeyalên xwe bernedaye, ji bo wê gel jî dev ji Rêberê xwe bernade.”

Riya çareseriyê Ocalan e

Cûdî bibîr xist ku cîhan di nava krîz û kaosên kûr de ye û got: “Sîstema cîhanê nikare van krîzan çareser bike. Gelên cîhanê û fîlozof ji bo çareseriya van krîzan ketin nava lêkolînê, herî dawî gihan wê yekê ku ramanê Rêber Apo dikare çareseriyê peyda bike.”

Herî dawî nivîskar û rojnamevan Hesen Cûdî got divê demildest dawî li sûcên navneteweyî yên li ser gelê kurd tê kirin bê dawîkirin û hesab ji berpirsan bê xwestin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar