Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Hesen Koçer: Sûriye ji diyalogê re amade be em jî amade ne

Hesen Koçer diyar kir ku divê Şam dest ji nêzîkatiyên wekî `Rêveberiya Xweser xetere` berde û wiha got: “Em ne xeterî ne jî dijminên Sûriyeyê ne. Em ê Sûriyeyê ava bikin. Me ji wan re got em dikarin bajarên ku hatine dagirkirin bi artêşa Sûriyeyê re rizgar bikin. Divê hikûmeta Şamê zanibe eger bi Tirkiyeyê re tifaqeke dijber çêbike, dê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe bide. Ger bibejê `Em bi lihevkirin an jî diyalogên siyasî re ne` em jî amade ne.”

Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer derbarê daxuyaniyên hikûmeta Şamê û dewleta tirk, hevdîtinên tê gotin di navbera wan de çêbûne û xwepêşandanên li herêmên dagirkirî de ji ANHA`yê re axivî.

Hesen Koçer bibîrxist ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve dewleta Tirk a dagirker sîstema Sûriyeyê tawanbar kiriye, Beşar Esad mîna dîktatorekî nîşan daye û wiha got: “Armanc ji van gotinan ew bû ku kesên muxalefetê bîne cem xwe, rêxistin bike û mudexeleya Sûriyeyê bike. Hemû xistin bin kontrola xwe û bi rêya wan mudexeleyî Sûriyeyê kir. Ji bo xirabkirina rewşa Sûriyeyê çeteyên wekî DAIŞ, Cebhet El Nusra bikar anîn.”

Koçer balkişand ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkbirina hemû êrişan re Sûriye parastiye, eger berxwedanî nebûya, wê hikûmeta Sûriyeyê nehatiba parastin. Lewma piştî têkçûna DAIŞ`ê êdî dewleta Tirk raste rast mudexele kiriye; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dagir kiriye

Koçer da zanîn ku Tirkiyeyê şoreş ji rê derxistiye, lê hemû planên wê jî pêk nehatine, ji ber vê yekê siyaseta xwe ji sedî 80 guhertiye, dixwaze bi rêya hikûmeta Şamê projeyên xwe pêk bîne û got: “Dixwaze hikûmeta Şamê bikişîne aliyê xwe û bixapîne. Ji hikûmeta Şamê re dibejê; `Em bi yekbûna erdê Sûriyeyê re ne, divê em xwe bikin yek ku bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şer bikin, hûn çi dixwazin em ê bikin.”

Hesen Koçer anî ziman ku li ser lîstikên dewleta tirk ji destpêkê ve hêzên ser muxelefetê tevdigerin hişyar kiribûn, lê ew nehatin guhdar kirin û wiha pê de çû: “Ji destpêkê ve me ji kesên ku îro li dijî dewleta tirk li herêmên dagirkirî rabûne serhildanê re got `Wê we bikar bînin, kes wekî me dewleta Tirk nas nake. Ger hûn Sûriyeyî ne werin em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi komploya dewleta Tirk neyên xapandin, dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe we bikar tîne.` Îkna nebûn, lê tiştên me gotin îro derdikevin holê. Dewleta Tirk henekên xwe bi wan kirin. Îxaneta ku dewleta Tirk li wan kiriye dîtin û ji ber wê jî li hemû bajaran rabûne xwepêşandanê.”

Koçer bal kişand ku li hemberî planên Tirkiyeyê helwesta hikûmeta Şamê ya destpêkê baş bû, netewî bû û wiha dom kir: “Di gotin `Ger dewleta Tirkiyeyê ji erdê Sûriyeyê dernekeve em pê re hevdîtinan nakin.` Ev helwestek zelal bû, lê ger vê helwestê nedomîne dê Sûriyeyê bixisirîne. Ger bi dewleta tirk re peyman çêbike wê dagirkirina axa xwe rewa bike.”

Hesen Koçer da zanîn ew wekî Rêveberiya Xweser bi hêvîne ku Şam bi Enqere re lihev neke û bi van gotina bal kişand ser xeteriyan: “Çawa muxelefetê winda kir wê Sûriye jî winda bike. Duh ji Beşar re digot `dîktator` îro dibejê `Em ê bi Beşar re rûnin`. Dixwazin hikûmeta Şamê li dijî kurdan û hêzên demokratîk têxin eniya şer. Armanca dewleta tirk ew e ku lihevkirinê ji bo êrişa ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikar bîne. Di rewşeke wiha de dê tiştekî Sûriyeyê nemîne. Divê Şam bibîne ku dê Sûriye ber bi perçebûneke mezin ve biçe. Hewil dide bi Iraq û Sûriyeyê re tifaqan çêbike û wan tevlî vê projeya xwe bike. Ger her du dewlet bi dewleta tirk re lihev bikin, dê her du dewlet bixisirin.

Di texmîna min de di navbera Şam û Enqere de lihevkirinek çêbûye. Lê asta wê çi ye ne diyar e. Beriya niha jî têkiliyên wan di asta ewlekariyê de hebûn û civînên wan çêbûne. Iraq dixwaze delweta tirk û Sûriyeyê bîne cem hev. Ev ne rast e, dê krîzên gelek cidî li Iraq û Sûriyeyê derkevin. Hinek tifaq çêbûne, em hêvî dikin ew tifaq ne li ser hesabên xwîna gelên Sûriyeyê bin, ne li ser hesaba radestkirina perçeyên axa Sûriyeyê ji dewleta tirk re bin.”

Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber bibîr xist ku wan ji bo çareseriyê di nîsana 2023`yan de beyannameyek belav kiriye û niha jî ew li ser wê ne. Hesen Koçer diyar kirk u ew dikarin di aliyê aborî, siyasî, ewlekarî de pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin û wiha got: “Me xwe ji Şamê qût nekiriye û heta niha çûyîn û hatinên me hene. Lê divê Şam dest ji nêzîkatiyên wekî `Rêveberiya Xweser xetere` berde. Em ne xeterî ne jî dijminên Sûriyeyê ne. Em ê Sûriyeyê ava bikin. Me ji wan re got em dikarin bajarên ku hatine dagirkirin bi artêşa Sûriyeyê re rizgar bikin.

Divê hikûmeta Şamê zanibe eger bi Tirkiyeyê re tifaqeke dijber çêbike, dê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe bide. Ger bibejê `Em bi lihevkirin an jî diyalogên siyasî re ne` em jî hazir in.”

Hesen Koçer di dawiya nirxandinên xwe de anî ziman ku dewleta Tirkiye her cihêk Sûriyeyê xirab kiriye, lewma divê hemû gelên Sûriyeyê dijî planên wê helwest nîşan bidin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar