Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Hesinkarê bilûrvan

Li Helebceyê hosta Şerîf Mihemed ev 30 sal in karê çêkirina kêr, das, qazme, tevir û hinek pêwîstiyên din ên ji bo welatiyan dike. Hinek ji van berhemên xwe bi amûrên kevin ên leşkerî çêdike. Piştî karê xwe jî car car li bilûrê dixe

Rojane xelkê Helebce ji bo kirîn, çêkirin û tûjkirina kêr, das û amûrên xwe yên din serdana hosta Şerîf Mihemed dikin. Hosta Şerîf Mihemed xelkê parêzgeha Helebce ye. Nêzî 30 salane li Helebceyê bi amûrên dema berê karê çêkirina qazme, das, kêr û hinek pêdawîstiyên din ên karê çandiniyê dike.

Hosta Mihemed Şerîf ku pîşeyê wî ber bi tunebûnê ve dike, herî zêde kêran çêdike û tûj dike. Hosta Şerîf bi dûr cûran kêran çêdike. Hosta Şerîf diyar dike ku hinek kes hene jê daxwaza çêkirina kêrek baş dikin. Ew jî ji bo çêkirina kêrek baş parçeyên hesinê tankên leşkerî bikartîne. Hosta Şerîf diyar kir ku ji bo çêkirina kêrek qayîm û baş pêwîstî bi dema rojek heye. Nirxê van kêran jî her yek di navbera 10 ta 15 hezar dînaran de difiroşe.

Hosta Şerîf rojane diçe li cem hostayên çêkirina wesayîtan, kesên kirîn û firotina hesin dikin, ji wana amêrên kevin ên leşkerî dikire û tîne di karê xwe de bi kartîne. Hosta Şerîf ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Ev hesinê ku ez bikartînim du cûrên wê hene. Cûrek jê zêdetir heybera axê di nav de heye, piştî ku ez di helînim û dixim nava avê de  kêm avê werdigre, ev cûr ne gelek qayîme. Cûrê duyem jî axa wê kême, kevir di nav de zêde ye ev dibe pola û gelek qayîme.”

Têkildarî çawaniya karê xwe hosta Şerîf wiha axivî: “Kureka min bi rejî û ceryanê kar dike. Hesinê ku ez dixwazim bikarbînim dixim nava kurekê heya sor dibe. Piştre li ser dezgeha li ber destê min ez bi çakuç li ser kar dikim û şeklê ku ez dixwazim jê derdixim. Piştre dixim nava avê de ji bo req û tûj bibe. Dema nexim nava avê de hesin qayîm nabe û tûj nabe. Piştre bi hinek amêrên din kar li ser dikim û ji bo firotinê amade dikim.”

Têkildarî kêmbûna vî pîşeyî jî hosta Şerîf wiha got: “Her çendî ku karê min ber bi tinebûnê ve diçe jî lê heya ku ez bikarim ez ê rê nedim ku ev kar wenda bibe. Ez ê karê xwe berdewam bikim. Niha ji bilî min kesek din jî heye vî karî dike.”

Ji karê xwe hez dike

Hosta Şerîf got ku her çendî ku divê demsalê de ji ber rewşa hewayê karê wî kêm be, lê di demsala payîz û biharê de karê wî baştire. Hosta Şerîf got, “Ger rojane kes tiştek ji min jî nekire ez cardin gelek kêfxweşim, ez ji karê xwe gelek hezdikim, ji bona wê jê bêzar nabim.”

Ji bilî vî karî li bilûrê jî dixe

Ji bilî karê rojane, hinek ji dost û welatî serdana hosta Şerîf li dikanê dikin û sohbetê dikin. Hosta Şerîf ji wan re li bilûrê dixe. HELEBCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar