Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Hesreta dayikê û îxaneta PDK’ê’

Yek ji dayikên şehîdan Xeyic Tatli ku keç û kurê wê tevlî nava refên PKK’ê bûne û yek şehîd yek jî ji aliyê PDK a îxanetkar ve hat dorpêçkirin û agahî jê nayê girtin, wiha dibêjê. “Ez bi zarokên xwe ser bilindim.”

Xeyic Tatli ya 70 salî ji navçeya Hezexê ya Şirnexê ye. Keça wê ya herî biçûk Negrîn Tatli (Roza Serhat) di sala 2012’an de tev li PKK’ê dibe. Tatlî ya ku li rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê tekoşîneke bêhempa dide, di sala 2015’an de dema ku amadekariya tevlibûna operasyonekî dikir di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tatli li Rojava hat definkirin. Daxwaza dayikê ew e ku carekî biçe Rojava û serdana gora keça xwe bike. Piştî keça wê diçe vê carê jî kurê wê yê herî biçûk Ayhan Tatli (Wargeş Çavreş) tev li PKK’ê dibe. Tatli di 26’ê tirmeha 2021’ê de bi hevalên xwe Erdal Aslan (Serwer Serhat) û Mahmut Xelef (Dijwar) re ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên dorpêçkirin û êrîşî wan hatiye kirin. Ev salek û 9 meh in ku ji Tatli bi tu awayî agahî nayê girtin.

Xeyic Tatli bi wê heviyê dijî ku kurê wê sax be û dema behsa zarokên xwe dike, keliyekî xemgîn dibe û keliyekî jî bi serbilindî qala tekoşîna keç û kurê xwe dike.

‘Roja Newrozê bû keça min derket’

Xeyic Tatli anî ziman ku zarokên wê tu carî neheqî qebûl nedikirin û wiha got: “Min keçek hebû nedihat vegotin. Xwîşikbûna hemû dinyayê di wê de hebû. Ewilî Negrîn tevlî bû û piştî wê jî Ayhan çû. Negrîn keça min a biçûk bû. Ayhan jî kurê min ê biçûk bû. Ji ber ku ew her du jî biçûk bûn, ez bêtir bi wan ve girêdayî bûm. Negrîn carekî ji min re got,’ Yadê te çawa zanî ku tu min vî navê Negrîn bi nav bikî?’ Keyfa wê gelek ji navê wê dihat. Keça min çû. Lê ne tenê keça min çûye. Hevalên min gelek in. Ez ne bi tenê me. Dema ku çûn jî ez giriyam lê min nekir hawar.Kesekî bi zorê nebirin, bi îradeya xwe çûn û ji ber wê jî keyfxweşim. Ez pir beriya wan dikim. Kezeba min pir têşe. Dema ku Newroz nêzîk dibe ew tê bîra min.  bîranîneke Negrina min tê bîra min. Rojekî Newroz bû. Ji min re got,’ ez ê biçim Newrozê’ min jê re got,’ tu naçî Newrozê’ dema ku min jê re got tu naçî giriya. Min jî jê re got, ‘ez ê te bişînim Newroza Êlîhê’ gelek keyfxweş bû. Got, ‘Newroza Êlîhê ji ya Hezexê xweştire’. Min soz daye ku ez ê wê bişînim Newrozê, lê çû û êdî venegeriya.”

Ez bi Negrîna xwe serbilind im’

Tatli diyar kir ku daxwaza wê ya sereke ew e ku carekî biçe ser gora keça xwe û wiha axivî: ” Li binxetê Negrîn dema ku tevlî operasyonekî bibe êşa dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Min nedît lê ji me re wisa hat gotin. Cenazayê wê ji min re nehat. Min gelek hez dikir ku cenazeyê wî bînim vê derê defin bikim lê derfet çênebû û cenazeyê wê di bin xetê ma. Berî ku ez bimirim, ez dixwazim biçim ser gora keça xwe û dua bikim. Xwezî min beriya mirinekê tirba Negrîna xwe bidîta min tişteke din nedixwest. Lê ez nikarim biçim binxetê. Ma ji ber van sînoran ez ê çawa biçim?  Malbata min jî binxetê ye. Lê ez nikarim biçim. Bi hezaran dayikên weke min hene. Ez ne bi tenê me. Hin dayikan cenazeyên zarokên xwe, qetek cilên wan jî neditine. Ma ez ji wan çêtirim? Dibêjim qe nebe gora wê heye û bi vî awayî ez xwe tatmîn dikim. Ez bi Negrîna xwe serbilind im. Heçiyê ku doza wê de dimeşe behsa wê dike. Ez bi vê yekê serbilind dibim. Min bi çavên xwe gelek dîtin. Min 6 zarokên xwe veşartin û min 6 bira jî veşartin. Gelo tiştek ji vê zehmetir heye?”

Xwedê kurdan hilîne û dijmin biqelîne’

Tatli di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hêviya rojên azad her tim dilê wê şad dike û got: “Em dixwazin ku ev şer bisekinin. Em zarokên xwe û heval û hogirên wan bibînin. Jiyaneke azad û aram bi hev re bijîn. Xwedê vê xwînê bisekinîne. Negrîna min çû lê piştî wê bi hezaran kes biqasî tayê serê me Negrîn tev li bûn û di vê dozê de cihê xwe girtin û digirin. Xwedê kurdan hilîne û dijmin biqelîne. Tu hêviya ji dijminan nîne. Dijmin dê çawa ji me re bibe dost nizanim. Lê em bi hêvî ne ku dê carekî dayikên kurd bi zarokên xwe re jiyaneke azad bijîn û baweriya min bi vê heye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar