Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Heta Abdullah Ocalan azad nebe kes ji me azad nabe’

Nivîskara Yewnan Despo Pîlavakî diyar kir ku ji her demê bêhtir divêtêbikoşi û wiha axivî: “Divê ji her demê bêhtir em bixebitin. Divê em berxwedanê ji her demê bêhtir mezin bikin. Ji ber ku heta Abdullah Ocalan azad nebe kes ji me azad nabe."

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ ya ku di 10’ê cotmehê li 74 navndên cihanê hat destpêkirin her ku diçe berfireh dibe. Helbestvan-nivîskara yewnanî Despo Pîlavakî piştgirî da pêngava azadiyê. Despo Pîlavakî anî ziman ku bi saya Teofîlos Georgîadîs wê rastiya gelê kurd û Kurdistanê nas kiriye û got, “Min li Yewnanistanê li zanîngehê dixwend. Piştre hatim Kibrisê. Li Kibrisê min Teofîlos Georgîadîs nas kir. Teofîlos li ser Kurdistanê ji min re qala gelek tiştan kir. Min gelekî ku li ber qedera xwe rabû, Rêberê wê yê ku ji bo azadiya wê têdikoşe nas kir.”

Despo Pîlavakî got ku destpêka salên 1990’î de wê kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û wiha domand: “Wê demê zewicî bûm û zarokekî min hebû. Eger zarokê min nebûya ez ê jî biçûma çiyayên azad û min ê jî şer bikira. Dibe ku min ev nekir, lê belê di tevahiya jiyana xwe de her tim ji bo kurdan têkoşiyam. Xwezî mîna Abdullah Ocalan rêberekî me jî hebûya. Niha li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yemîn diqewime. Ya rast ev şer di heman demê de şerekî îdeolojîk e, lê îdeolojiya Abdullah Ocalan li pêş e. Mînaka şênber a vê yekê jî Şoreşa Rojava ye. Ev yek jî bi şênberî nîşan dide bê Ocalan çima dîlgirtî ye. Ji ber ku îdeolojiya Abdullah Ocalan azadiya gelan ji xwe re dike esas. Lê belê ev yek bi xweşiya serweran naçe. Min li cîhanê mîna Abdullah Ocalan kesekî xwedî wesfa rêbertî nas nekir. Ji bo dagirkeran her tim bû hedefek. Lê belê Ocalan ne ji bo şexsekî lê ji bo bi milyonan mirovî hêviya azadiyê nîşan dide. Kes nikare vê hêviyê asteng bike. Lê belê ne tiştekî welê ye ku bi rûniştinê pêk were. Ji her demê bêhtir divê em têbikoşin, ji her demê bêhtir divê em bixebitin. Divê em berxwedanê ji her demê bêhtir mezin bikin. Ji ber ku heta Abdullah Ocalan azad nebe kes ji me azad nabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar