Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Heta Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe’

Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de axivîn, gotin: "Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe."

Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, di 10’ê Cotmehê de li qada navneteweyî hat destpêkirin. Kampanya bi çalakiyên cur bi cur berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin û bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TÛHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) û xizmên girtiyan, li Amed, Mêrsîn, Edene, Wan, Stenbol û Îzmîrê ji bo piştgiriya li çalakiyên greva birçîbûnê “Nobeda Edaletê” dest pê kirin. Xizmên girtiyan ên tev li Nobeda Edaletê ya li Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Egeyê ya Îzmîrê bûn, diyar kirin ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelên Tirkiyeyê ye.

Medîne Kaymaz (82), dayika Bayram Kaymaz ê 28 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Boluyê de ye, anî ziman ku ew li dijî polîtîkayên zilmê Nobeda Edaletê digirin û wiha axivî: “Ciwantiya zarokên me di girtîgehan riziya. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in di nava behrê de tê tecrîdkirin. Em dayikên aştiyê ne, pêwîstiya vê civakê bi aştiyê heye. Abdullah Ocalan ne tenê rêberê kurdan e, rêberê hemû gelan e. Ocalan hewl dide bes xwîn birije û aştî bê hemû cîhanê. Pêwîste birêz Ocalan azad bibe. Ji ber ku heta birêz Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe. Wî dest bi vê têkoşînê kir, mifte jî di destê wî de ye, meseleya kurd dê bi wî çareser bibe.”

‘Piştgiriyê bidin, bila zilm biqede’

Fehîme Poyraz, dayika Suleyman Poyraz ê li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê girtî jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû gelê kurd tê meşandin. Poyrazê anî ziman ku ew dixwazin tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û wiha got: “Ji ber vê yekê li hemû girtî ketine greva birçîbûnê. Ez dixwazim hemû girtî azad bibin. Bes e êdî. Divê gelê me piştgiriyê bide girtiyan û bila dawî li vê zilmê bê.”

Sûltan Yagmekan, dayika Firat Yagmekan ê 15 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 ya Kiriklar a Îzmîrê de ye, bi bîr xist ku li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi Nobeda Edaletê kirine û got ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan bidome. Yagmekanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “3 sal in parêzerên Abdullah Ocalan û malbata wî nikarin pê re hevdîtinê bikin. Edalet û hiqûqa vî welatî li ku ye? Wekî xizmên girtiyan, heya em xeberekê ji Ocalan negirin em ê paş de gav neavêjin. Heta dilopa dawî em ê şopdarê vê dozê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar