Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li ser piyan bin’

Ji rojavayê Kurdistanê heta Şengalê û Ewropayê kurdistanî û dostên wan li ser piyan e. DI çalakiyan de ev tişt hatin gotin: “Em deyndarê Rêber Apo ne. Em ê heta dawiyê li ser fikirê Rêber Apo bijîn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têbikoşin. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were li ser piyan bin û berxwedana xwe bidomînin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nêzî 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq a ku mînaka wê li cîhanê tuneye tê ragirtin û nêzî 4 sal in bi tu awayî agahî nayê girtin. Li hemberî vê yekê dostên kurdan ên cîhanê di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurs re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava cîhanî ya azadiya fîzîkî di qonaxa duyemîn de bênavber didome. Di çarçoveya pêngava cîhanî de berxwedêrên zindanan ev 212 roj in di nava çar dîwarên zindanan de çalakiya xwe didomînin. Li derve jî bi pêşengiya dayikan nobetên azadiyê tên girtin. Li bakur û rojhilatê Kurdistanê, Mezmûr û Şengalê her roj gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piyan e. Li Ewropayê jî li aliyekê çalakî tên li darxistin û li aliyê din jî bi çalakiya “Rojên diyalogê bi Rêber Apo re’ fikir û ramanên Rêber Apo tên nîqaşkirin.

Di çarçoveya pêngavê de ji Kurdistanê heta Ewropayê û gelek deverên cihanê çalakî tên lidarxistin. Ji cihên ku çalakî tên lidarxistin Şengal e. Li Şengaê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî hat lidarxistin. Meş bi beşdariya endam û rêveberên Rêveberiya Xweser, endamên TAJÊ û gelên Şengalê ji ber Meclisa Gel a Sinûnê destpê kir û heta qada Mam Zekî dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin bilindkirin.

Di dawiya meşê de ji aliyê endama TAJÊ Emşê Korkorkî ve daxuyanî hate dayîn. Emşê Korkorkî da zanîn ku ew ê heta nefesa xwe ya dawiyê bi fikir û felsefeya azad re bijîn û wiha got: “Îroj ev meş ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêber Apo ye.  Ev 10 sal in em weke civaka êzidî bi fikirê Rêber Apo xwe birêxistin dikin û Şengala xwe ji nû ve ava dikin. Em ji bîr nakin ku em deyndarê Rêber Apo ne. Em ê heta dawiyê li ser fikirê Rêber Apo bijîn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê tebikoşin.”

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Pakîze Celal nerînê xwe anî ziman û da zanîn ku ew ê ji bo şikandina tecrîda mutleq têkoşîna xwe dewam bikin û wiha got: “Em bi çalakiyên cûda doza azadiya Rêberê xwe dikin. Bi hêviya ku kampanyayên me biser bikevin û di zûtirîn demê de tecrîd bê şikandin. Em weke civaka êzidî li ku derê cîhanê jî bin em bi wî fikirê azad re ne û em ê doza azadiya xwediyê vî fikirî bikin. Kesê ku xêrê ji civaka me re bixwaze, me ji fermanan xilas bike, zarokên me perwerde bike em ê ta dawiyê piştgiriya wî bikin. Em ê her tiştî bikin û canê xwe jî feda bikin.”

Pakîze Celal di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ew li ser piyan e û wiha got: “Gelek tişt me ne dizanî ji dîroka xwe jî, bi saya fikirê Rêber Apo em dîroka xwe jî dizanin û sekna me ya li vir jî ew e. Em bi saya vî fikirî li ser xwe sekinîn. Bi saya şehîdên azadiyê em aram dijîn û tekoşîn dikin. Em ê ta dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan bin û çi ji destê me were xwestin em ê bikin.”

Çalakiyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê didomin

Şêniyên kantonên Dêrazor û Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Bi sedan şêniyên bajarokê Kesra yê kantona Dêrazorê li ber Meclisa Herêma Xerbî ya Kesra kom bûn û heta çerxerêya Delê meşiyan. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan endama rêveberiya yekitiyê Rewda El Hisên daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de fişarên dewleta tirk a dagirker ên domdar li dijî Rêber Abdullah Ocalan de hatin şermezar kirin û hate diyarkirin li hember wan fişaran jî, têkoşîna gelên azad ên xwedî li fikrên wî derketine, mezin bû.

Di daxuyaniyê de soza domandina berxwedanê li ser şopa şehîdan heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina civakeke siyasî ya ekolojîk li gorî ramanên Rêber Apo hate dayîn.

Li Tebqayê jî bi pêşengiya Yekitiya JInên Ciwan a kantona Tebqayê meşek li dar xist. Şênî, nûnerên saziyên sivîl, meclis û komînên bajarê Mensûra, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Mensûra û Tebqayê tev li meşê bûn. Meş ji têketina bajarê Mensûra dest pê kir û li têketina bajêr a li aliyê rojhilatê rawestiya.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Gulîzer Henan daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin tecrîd li dijî hemû pergal û peymanên navneteweyî ye ji ber wê azadîxwaz û têkoşeran li Ewropa û Rojhilata Navîn û heta bakurê Afrîkayê derketin xwepêşandanan.

Hevserokê Meclisa Sivîl a El Mensûra Mihemed El Mehmûd axivî û got: “Hewldanên dewleta tirk vîna me naşikînin. Bandor li hevgirtina me ya li hember planên dijminan jî nake.”

Her du çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawîn bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar