Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan her tekoşîn’

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û yên Minbicê duh bi meşên cuda 8'ê Adarê pîroz kir û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan nû kir.

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û yên Minbicê bi meşên bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve” 8’ê Adarê pîroz kir. Jinan soza domandina têkoşînê heta pêkanîna armancên xwe da.

ʹEm yek inʹ

Xaliya Kejwan a ji pêkhateya ereb bi cilûbergên xwe yên erebî tev li meşê bibû got: “Ez vê rojê li tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin. Ez tev li jinên Helebê bûme da ku vê rojê bi reng û çanda xwe pîroz bikim.”

Xaliye Kejwan wiha domand: “Tevî zehmetiyên li Sûriyê û kareseta ku qewimiye, em îro li vir in da ku ji cîhanê re îsbat bikin ku em ê bi îradeya xwe ya xurt berxwedanê li hember pergalên zordest bidomînin û armancên xwe pêk bînin.”

Xaliya Kejwan bang li jinên Sûriyê kir û got: “Ol, mezheb û neteweyên yên me çi dibe bila bibe, divê bibin yek da ku em azarên jinên sûrî û tevahiya gelê Sûriyê bi dawî bikin.”

ʹRoja Jinan a Cîhanê li jinên cîhanê û Rêber Abdullah Ocalan pîroz bikimʹ

Roşîn Mûsa ya ji pêkhateya kurd got: “Ez bi rengê xwe yê kurdî tev li vê meşê bûme ji bo ku em Roja Jinan a Cîhanê li jinên cîhanê û Rêber Abdullah Ocalan pîroz bikim.”

Roşîn Mûsa anî ziman ku bi rihê berxwedanê û bi saya fedakariyên şehîdan vê rojê bi beşdarbûna jinên ji hemû pêkhateyan pîroz dikin û got: “Ruxmî her tiştî em yek in.”

ʹ Em li ser soza xwe neʹ

Amna Xidiro ya ji pêkhateya turkmen e, bi zimanê turkmenî 8’ê Adarê pîroz kir û got: “Rêber Ocalan tovê şoreşa me çand. Em li ser soza xwe ne ku em ê xeta têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin.”

Amna Xidiro destnîşan kir ku wek çawa ew wek kurd, ereb û turkmen ji bo azadiya xwe têdikoşin, dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan jî têdikoşin.

Minbic

Girêdayî mijarê, endama rêxistinên civaka sivîl ên Minbicê Henan Mihemed 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê û yên bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kir û destnîşan kir ku jinên bakur û rojhilatê Sûriyê bi saya fikrê Rêber Ocalan gihîştine vê astê.  Henan Mihemed anî ziman ku jinên bakur û rojhilatê Sûriyê şoreşa Rojava veguhestin şoreşa jinan û hiştin ku ev şoreş ji jinên cîhanê re bibe nimûne.

Her wiha, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Riweyda Hinêzel anî ziman ku 8’ê Adarê sembola berxwedan û têkoşîn jinan a ji sedsalan e û wiha domand: ʹʹEm vê rojê li Rêber Ocalan pîroz dikin ku wî ji bo rizgarkirina tevahiya jinan ji bindestiyê têkoşiya.”

Di dawiya axaftina xwe de Riweyda Hinêzel got, heta rizgarkirina hemû jinên bindest û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ew ê tê bikoşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar