Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Pazartesi - 20 Mayıs 2024

‘Heta daxwazên me pêk bên dê çalakiya me bidome’

Mamosteyên Qeladizê diyarkirin ku heta daxwazên wan neyên pêkanîn dev ji boykotê bernadin û gotin: “Yekane rêya şikandina boykotê pêkanîna daxwazên meye.”

Boykot û xwepêşandanên mamosteyên li Silêmanî, Helebce, Germiyan, Raperîn û Koyê 5 meh in didome. Tevî vê yekê jî tu daxwazek wan pêk nehatiye. Her çiqas zextên ku mamoste li karên xwe vegerin heta asteke bi encam bûbe jî hê gelek mamosteyên ku çalakiya xwe didomînin li qada ne.

Der barê berdewamiya boykot û zextên desthilatê yên mamosteyên bajarokê Qeladizê axivîn.

Yek ji mamosteyê di çalakiyê de Azad Ehmed têkildarê mijarê de wiha axivî: “Mamoste ji bo daxwaza mafên xwe li ser cadeyan in. Ji sala 2014’an ve bêsedem û bêhincet, wergirtina mamosteyan, tayînkirin û pilebilindkirina mamoste û karmendan hatiye rawestandin. Zêdetirî 5 mehan e ku mamoste daxwaza mafên xwe yên sereke dikin û dibistanê boykot kirine, lê tu bersivek nehatiye dayîn. Heta ku armanca xwe bi destdixin, em ê berdewam bikin. Peyama me ji hikûmetê re ew e ku li şûna ku zext li mamosteyan bikin û bi hizireke nerehet wan vegerînin dibistanê, werin û daxwazên mamosteyan pêbînin. Bi vê yekê da ku proseya xwendinê têkneçe û vegere ser rêya xwe. Her wiha da ku em bikarin bi wê perwerdeya ku zarokên me perwerde bikin, ew jî di pêşerojê de bikarin ji desthilat û hikûmetê daxwaza mafê xwe bikin.”

Nûnerê mamostayên nerazî Saman Berze der barê heman mijarê de wiha axivî: “Hebûna mamostayan a li kolanan bersiva hemû zext, ceza û gefên ku li wan tê kirin e. Îradeya mamosteyan ji zext û gefên ku li wan tê kirin bihêztire. Di destpêka vê xebata xwe de, me hinek daxwazên rewa yên xwe û hemû beşên civakê bi taybet yên mamoste û karmendan pêşkêş kir. Yekane rêya şikandina boykotê û bidawî anîna vê xebatê, pêkanîna daxwazên me ye.”

Mamoste Saman Berze herî dawî diyar kir ku mamoste bi tu awayî ji zext û gefan natirsin û got: “Heta ku hemû daxwazên me tên pêkanîn, dê boykot û xwepêşandan berdewam be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar