Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Heta em bigihên armanca xwe wê daxwaza edaletê bidom e

 Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser Qetlîma Basanê ya sala 1996'an û gotin: "Çend sal derbas dibe bila bibe dê ji bo 11 kesên ku li Basanê hatin qetilkirin daxwaza pêkanîna edaletê bikin."

Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û kiryar bên eşkerekirin tên Qada Galatasarayê, ji ber ku qad li wan hat qedexekirin çalakiya xwe ya hefteya 928’an ya sala nû bi rêya înternetê li dar xistin. Daxuyaniya çapemeniyê ya vê heftê ji hêla xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak ve hat xwendin. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
“Di çalakiya 928’an de bi israr em serpêhatiyên xwe tînin ziman. Em xwegihandina heqîqet û edaletê wek maf û daxwazeke siyasî dibînin. Di 15’ê çîleya 1996’an de 11 gundî di nava minibûsê de hatin gulebarankirin û piştre hatin şewitandin. Ji bo pêkanîna edaletê hertim me bangewazî kir.
Li gorî rapora Koma Xebatê ya Aştiyê ya ku di qeydên dewletê de jî heyî de, cendermeyan di 10-12’yê çileyê de bi ser gundê Çevrimlî û Yatagan ya Basana Şirnexê de girt. Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç di serdegirtinê de hatin binçavkirin û wan birin Tabura Cendermeyan ya Taşkonakê. Li vir di encama îşkenceyê de hatin qetilkirin. Di 15’ê çileya 1996’an de cendermeyan telefon ji keyayê gundê Koçyurdu Mehmet Oner di heman demê de cerdevantî jî dikir re vekir û daxwaza şandina minibusê kir. Mehmet ji rewşa heyî bi fikar bû û nexwest ajokar bi tenê biçe. Mehmet, cerdevan Hamît Yilmaz, Abdulhalîm Yilmaz û Lokman Ozdemîr jî girt cem xwe bi minibûsa Ramazan Nas çûn Tabûra Cendermeyan ya Taşkonakê.
Leşkerên ku li benda wan cerdewanan nebû, wan jî qetil kir. Piştre kesên ku beriya niha hatî qetilkirin û yên din bi tevahî 10 kesî xistin heman minibûsê û bi koltuxan ve girêdan çewal xistin serê wan. Minibûsê ku di bin kontrola cendermeyan de bi ajokar Ramazan Nas re derket rê, rê ji hêla leşkeran re ji hatin çuyînê re hat girtin. Piştî ku minibûs gihaşt cihekî cenderme ji minibûsê dûrketin. Peşî gule reşandin û piştre bi roketê êriş kirin û her 10 cenaze di encama êrişê de bûn xalî. Ajokar Ramazan Nas dema xwest bireve ji hêla leşkeran ve hat guleberankirin û hat qetilkirin. Cenazeyên ku bûn xalî radestî malbatan nekirin. Ji hêla leşkeran ve beyî lêkolînkirina nasname û merasîma olî lêz û bez hatin definkirin. Serkana Giştî ya Leşkerî di 16’ê çileya 1996’an de bi rojnamegerên biyanî û yên Tirkiyeyê ve bi helîkopterê çûn Basanê. Li vir Albay Oguz Kalelîoglu daxuyaniyek da û got ‘Qetlîama ji hêla PKK’ê ve hat kirin’.
Şandeya ku hatî tenê 20 deqîqe li cihê bûyerê hatin rawestandin û nehiştin gundî biaxifin. Hîn rojnameger fikarên xwe yên derbarê bûyerê de anîn ziman. Ev rojnameger fikarên xwe bi Komeleya Mafên Mirovan û Koma Xebatê ya ji bo Aştiyê re parvekirin. Piştre şandeyek bi Koma Xebatê ya ji bo Aştiyê çûn cihê bûyerê û li vir lêkolîn hatin destpêkirin. Di navbera ragihandina fermî û daneyên hatî komkirin û gotinên şahîdan de gelek nakokî derketin holê.
Şande li gorî dane û agahiyan ragihand ku ‘Qetlîam ji hêla hêzên dewletê ve pêk hatiye’. Şande bi raporên ku hatî amadekirin serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê, Walîtiya OHAL’ê û rayedarên leşkeriyê da. Şande bi dehan caran serî li dozgeriyê da. Lê belê heta niha tu encamek derneket holê. Di doza ku li Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê de hat dîtin de Tirkiye hat mehkumkirin.
Em di hefteya 928’an de carek din bang li mekanîzmayên edli û siyasî dikin. Adnan Ekmen Wezîrê Dewletê yê wê demê bû û gotibû ‘Di encama lêkolînên me de li pişt bûyerê dewlet derket. Ji hêla JÎTEM’ê ve hat kirin lê me ne got’. Qetîama Basanê tê wateya erêkirina sûc. Em bang dikin ku li dijî bêcezahiştinê divê mekanîzmayên berpis divê wezîfeya xwe pêk bîne. Çend sal derbas dibe bila bibe dê ji bo qetilkirina 11 kesan a li Basanê hertim daxwaza edaletê bikin. Divê dewlet li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere. 229 hefteye Qada Galatasarayê li me hatiye qedexekirin. Lê em dev jî Qada Galatasarayê bernadin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar