PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

‘Heta em nebêjin qediya wê neqede’

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya ji bo dîtina xizmên xwe yên winda û darizandina faîlên wan di hefteya 812’yemîn de domandin. Ji ber vîrûsa koronayê dayikan çalakiya xwe li ser înternetê bi awayekî online pêk anîn. Di çalakiyê de Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehîm Tosûn ku di binçavan de winda bû û 25 sal in agahî jê nayê girtin, pirsîn.

Hevjîna Tosûn Hanim Tosûn ku tev li çalakiyê bû, bi gotina ‘Meha Cotmehê ji bo min meheke zor e. Lê rexmî her tiştî jî em têkoşîna xwe ya ji bo windayan didomînin’ dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Beriya hevjînê min di meha cotmehê ya sa 1993’yan de bavê mîn jî di Komkujiya Licê de hat kuştin. Ne tenê ji bo Fehîm em ê ji bo hemû windayan hesab ji rayedar û rêveberan bipirsin. Me tu carî dev ji berneda û em ê dev ji bernedin. Hemû windayan bi rêzdarî bi bîr tînim.”

‘Hezkiriyên me winda ne’

Piştî dayika xwe keça Tosûn Besna Tosûn jî axivî û diyar kir ku weke bavê wê bi sedan kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û cenazeyê wan hatine windakirin û wiha got: “Armanc tirsandina muxalîfan bû. 25 sal in ji bo ku em xwe bigihînin heqîqet û edaletê têdikoşin. Ev binpêkirineke giran a a mafan û sûcekî mirovahî ye. Ji me xizmên windayan jî îşkenceyeke derûnî ye. Kesên ku van sûcan kirine ji aliyê dewletê ve tên parastin. Divê kes ne li benda bêdengbûn, qebûlkirin û jibîrkirina raboriyê ya me be. Hemû lêgerînên me yên hiqûqê bê encam man. Hê jî hezkiriyên me winda ne û sûcdar bi hêsanî digerin. Lê heta ku em nebêjin qediya wê neqede.”

‘Sûc qebûl kirin’

Parêzera malbata Tosûn û Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî axaftin kir û lêgerîna malbatê ya ji bo Tosûn vegot. Keskîn diyar kir ku ji ber ku hat fikirin wê di hiqûqa navxweyî de encam neyê girtin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn û ev tişt anî ziman: “Di encama serlêdana DMME’yê de ji malbatê re tazmînat hat razandin. Di nivîsên ku ji vê dadgehê re hatin nivîsandin de sûc bi awayekî sergirtî hat qebûlkirin. Lê piştre di hiqûqa navxweyî de dozger hemû daxwazên me paşguh kir û serlêdanên ku hatin kirin red kir. Ji bo vê dosyayê hemû rê hatin bikaranîn. Em niha derbarê dosyayê de amadekariyeke nû dikin.”

Di dawiya axaftinên ku hatin kirin de metna hefteyê ku ji bo çapameniyê hatibû amadekirin ji aliyê mirova şemiyê Gulistan Zeren hat xwendin. Zeren di metnê qala zehmetiyên ku di dosyaya Tosûn de tên kişandin kirin û daxwaz kir ku înkar û bêcezahiştina di dosyayê de bê bidawîkirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar