Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Heta em vegerin Efrînê em ê li ber xwe bidin

Jinên Efrînê yên li Şehbayê dijîn, diyar kirin ku ew rojane benda vegera Efrînê û li benda agahiya serkeftinê ne û wiha axivîn: “Ne dorpêç û ne jî êrîşên dijmin wê nikaribe bandor li ser berxwedana me bike û îradeya me qels bike. Em ê heta dawiyê li Şehbayê li ber xwe bidin.

Dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin û dagir kirin. Gelê Efrînê ji neçarî cih û warên xwe terk kirin û li Şehba û bajarên derdorê bi cih bûn. Bi ser koçberkirina gelê Efrînê ya ji bo Şehbayê 7 sal derbas bûn. Di nava van salên koçberiyê de gel hemû şert û mercên jiyanê yên zehmet dijîn û bi îradeya xwe heta niha li Şehbayê berxwedana xwe didomînin.

Di aliyekî de Hikumeta Şamê dorpêça xwe ya li ser herêmê didomîne û li aliyê din jî dewleta tirk her roj êrîşê herêmê dike. Armanca van êrîşan jî ew e ku berxwedana gelê herêmê qels bikin û deriyê koçberiyê carek din vekin. Gelê herêmê, diyar dikin ku heta vegera Efrînê û dawîanîna dagirkeriyê dê di nava têkoşîn û berxwedanê de bin.

Jinên Efrînê yên koçberî deverên Şehbayê bûn û li ber xwe didin qala rewşa xwe kirin.

Jina bi navê Emîna Şêxo, behsa zehmetiya jiyana xwe ya li Şehbayê ya di nava dorpêç û êrîşan de kir û wiha got: “Ev bû 7 sal in em ji cih û warên xwe koçber bûne û li vir têkoşîna jiyanê didin. Tevî koçberbûna ji bajara xwe jî li dijî me dorpêç tê meşandin û ferzkirin. Ji ber Hikumeta Şamê mazotê derbasî herêmê nake, em gelek caran bê kehrebe dimînin. Em di jiyanek gelek zehmet de dijîn, lê dîsa jî em bi temenê xwe ya mezin berxwe didin û ji bo Efrînê tevahî şertên jiyanê tehmûl dikin. Li şûna ku alîkarî bidin me dorpêç li ser me ferz dikin û her roj êrîşê me dikin. Em ê heta vegera Efrînê, têkoşîna xwe ya li Şehbayê didomînin.”

Fatimê Mihemed jî destnîşan kir ku ne êrîş û ne jî dorpêç nikare bandorê li ser berxwedana wan bike, îradeya wan qels bike û wiha got: “Em rojane benda vegera Efrînê û li benda agahiya serkeftinê ne. Ne dorpêç û ne jî êrîşên dijmin wê nikaribe bandor li ser berxwedana me bike û îradeya me qels bike. Em ê heta dawiyê li Şehbayê li berxwe bidin, ji ber ku ev berxwedanî wê vegera Efrînê misoger bike. Ev 7 sal in em di nava zor û zehmetiyan de dijîn, lê em ê tu carî dev jî berxwedana xwe ne berdin û em ê ji bo vegera Efrînê li dijî zehmetiyên berxwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar