Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Heta ev tecrîda li ser Serok Apo rabe em ê li ser piyan bin’

Dayikên girtiyan diyar kirin ku divê êdî Rêber Apo jî wekî serokên hemû gelên cîhanê azad bibe û wiha got: “Heta ev tecrîda li ser Apo ranebe em ê li ser pêyan bin. Divê êdî Abdullah Ocalan jî wekî serokên hemû gelên cîhanê azad bibe.”

Dostên kurdan di 10’ê cotmehê de li seranserê cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî dan  destpêkirin. Berxwedêrên zindanan di 27’ê Mijdarê roja damezrandina PKK’ê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji ber ku ev 33 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin sebra gelê kurd zêdetir bûye. Li gel destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê li Amed, Wan û Mersînê jî bi pêşengiya TUHAD-DER’ê malbatan dest bi Nobeda Edeletê kirin. Malbatên girtiyan ê li Botanê der bare çalakiya xwe de axivîn.

Dayika girtiyê bi navê Mustafa Acet ê ku di Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê de tê ragirtin, Taybet Acet diyar kir ku li dijî tecrîdê helwestnişandan erka her kurdekî aştixwaz e û wiha axivî: “Em dixwazin ku ev tecrîda li ser girtîgehan rabe. Bila êdî bes zarokên me tecrîd bikin. Êdî bes e. Em dayik hemû dilşewitî ne. Bila êdî bes vê zilmê li me bikin. Ne edelet, ne wijdan û ne jî îman heye. Zarokên me hemû di van girtîgehan de rizîn. Zarokên me hemû nexweş in, nayên tedawîkirin. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Em jî li pey doza wan û daxwaza wan in. Em heta dawiyê li cem wan in. Heta edelet neyê em ê ji doza xwe venegerin. Heke me yên ji derve erka ketiya ser milê me pêk bianiya, îro li girtîgehan ev çalakî dest pê nedikir. Kes tiştekî nake. Jixwe şert û mercên girtîgehê giran in, lê ew dîsa jî bi wê berpirsyariyê tevdigerin. Divê em jî berpirsyariya xwe pêk bînin. Divê her kes rabe ser pêyan û piştgiriyê bide vê çalakiyê.”

‘Em dixwazin ku serokê me di nava me de be’

Dayika girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê ku di Girtîgeha Tîpa T a Xelatê ya Bedlîsê de tê ragirtin Nebahat Îşçi jî nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got ku girtiyên siyasî ji bo hemû mirovahiyê li ber xwe didin û wiha got: “Ez jî girtiyên ku îro di zindanan de li ber xwe didin silav dikim û çalakiya wan pîroz dikim. Îro mifteya aştî û azadiyê li Îmraliyê ye. Heke îro serokatî derkeve dê çareseriyek bê cîhanê. Ev çend sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ne malbata wî dikare biçe hevdîtinê pê re bike û ne jî parêzer dikarin biçin pê re hevdîtin bikin. Ez vê tecrîda li ser Îmraliyê û girtîgehan şermezar dikim. Divê êdî birêz Ocalan jî wekî serokên hemû gelên cîhanê azad bibe. Em jî wekî her gelekî dixwazin ku serokê me di nava me de be. Îro di girtîgehan de zarokên me hemû nexweş in. Yên ji çavê xwe, lingê xwe, destê xwe nexweş hene. Ew li dijî van pêkanînên dijmirovahiyê ketine greva birçîbûnê. Em jî vê zilm û zordariyê qebûl nakin. Divê em hemû destê xwe bidin destê hev du, em rabin ser piyan û dinya hemû dengê me bibihîze. Ev tecrîda li ser birêz Ocalan û zarokên me bişikînin. Kesên xwedî wijdan, xwedî îman divê xwedî li vê çalakiyê derkeve. Heke pêwîst bike divê em biçin ber deriyê girtîgehan çalakiyan li dar bixin. Divê em qîr û hawara xwe bigihînin dinyayê, êdî bes e. Divê em hemû bi yekdengî daxwazên wan biqîrin.”

‘Heke Abdullah Ocalan nebe em jî nînin’

Dayika girtiyê bi navê Celallettin Demîr ê ku di Girtîgeha Xarpêtê de tê girtin Şîrîn Demîrê jî anî ziman ku wekî malbatên girtiyan heta daxwazên zarokên wan pêk tê ew ê li kolanan çalakiyan li dar bixin û got: “Em vê tecrîda li ser Îmraliyê û girtîgehan şermezar dikin. Îro li hemû girtîgehan zarokên me ketine greva birçîbûnê. Heke em xwedî li wan dernekevin û nebin dengê wan ev dê bi xwe re encamên neyînî bîne. Îro di greva dorveger de ne, lê heke encam neyê girtin dê greva mezin a mirinê bidin destpêkirin. Ev jî dê bibe sedem ku li girtîgehan cenaze derkevin. Heke Abdullah Ocalan nebe em jî nîn in. Em li pey şopa wî û doza wî ne. Tişta ku ji gelê kurd tê divê bike. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Heta ev tecrîd bê şikandin em ê li ser piyan bin.”

‘Ji serokê 50 milyon însanan agahî nayê girtin’

Dayika Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin Esmer Tûnç jî daxwaz kir ku her kes dengê girtiyan bibihîze û ev tişt gotin: “Tişta bikeve ser milê me divê em bikin. Divê em nesekinin. Zarokên me bi salan in di nava çar diwaran de tên ragirtin. Ji ber hincetên vala. Alîgirên wan deh mirovan jî bikujin, wan salekî tenê jî di girtîgehê de nahêlin. Lê yê ku kurd be û behsa tekoşîna kurd bike bi salan cezayê girtîgehê jê re dibirin. Ma ev edelet e? Edelet li ku ye? Dewletên navneteweyî jî dizanin ku tecrîdeke çawa li ser me ye, lêbelê xwe bêdeng dikin. Ev sê sal in ku ji serokê 50 milyon însanan agahî nayê girtin. Ma ev mirovahî ye? Em naxwazin ku xwîn birije bila dawî li vê tecrîdê bînin.”

Dayik Nafya Kuçukê jî bi lêv kir ku heta tecrîd neyê şikandin û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad nebe ew ê nesekinin û got: “Zarokên me ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê. Em dixwazin ev zilma li ser wan rabe. Ev tecrîd bê şikandin. Bila deriyê girtîgehan vekin. Heta ev tecrîda li ser Serok Apo ranebe em ê li ser pêyan bin. Zarokên me hemû kuştin, hemû girtin. Heta dawî li vê zilmê neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar