Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Heta ez hebim ez ê hesabê bavê xwe ji dewletê bipirsim’

Xizmên Windayan li Amedê û Dayikên Şemiyê jî li Stenbolê çalakiyên xwe yên heftane ji ber sedema vîrusa koronayê li ser înternetê pêk anîn.

Dayikên Şemiyê di hefteya 799’an de çalakiya lêgerîna windayan berdewam kirin. Dayikên şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, li ser înternetê vîdeo parve kirin û qerîna xwe bilind kirin. Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Hasan Gulunay ê di 20’ê tîrmeha 1992’yan de piştî ji mala xwe ya li Tarabya derket hat binçavkirin û windakirin pirsîn.

Li ser navê Dayikên Aştiyê Umît Tekay Dîşlî aqûbeta Gulunay pirsî.  Tekay Dîşlî anî ziman ku ji bo serdestiya hiqûqê pêş bikeve divê berî her tiştî hesab ji rojên borî bên pirsîn û maf û azadiya mirovan bê parastin. Dîşlî destnîşan kir li Tirkiyeyê polîtîkaya bêcezahiştinê bûye polîtîkaya dewletê û wiha got: “Ji ber polîtîkayên dewletê yên li malê û derve hatin binçavkirin û windakirin carek din nehat dîtin. Kesên hatin binçavkirin ser wan girtin. Divê dewlet erka xwe ya Destûra Bingehîn pêk bînin. Ji ber ku dewlet erka xwe nîne kesên mirov binçav kirine hêj nehatine dîtin û darizandin. Dîsa kesên hatin binçavkirin û windakirin jî nehatine dîtin.”

Dîşlî da zanîn ku tevî hemû hewldan û lêgerîna malbata Gulunay, dîsa Gulunay nehat dîtin û dosya şandine Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û ev tişt anî ziman: “Heyeta darazê tenê delîl û daneyên leşker û polîsan esas girtin. Derbarê bûyerê de delîl kom nekirin û li şahidan guhdar nekirin. Piştre bi hinceta dem boriye biryara hewce bi lêpirsînê tune dan. Parêzerên malbatê di sala 2013’yan de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn jî li gorî pîvanan tev negeriya. Malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’ê di 21’ê nîsana 2016’an de bi hinceta mafê wî yê jiyanê hatiye îhlalkirin, Tirkiye mahkum kir.”

‘Em ê qatilan tu carî ji bîr nekin’

Piştre keça Hasan Gulunay Deniz Gulunay jî axivî û ev tişt anî ziman: “Lêpirsîna me ya li windayan ji nifşeki derbasî nifşê din dibe. Heta ku em sax bin lêgerîn û lêpirsîna me dê bidome. Dema dayika me dihat li qadê rûdinişt, me nizanibû ji bo çi ye. Em zarok bûn. Piştî bavê min di bin çavan de winda bû, me hemûyan travma derbas kir. Tevî hemû travmayan têkoşîna me heta niha hat û didome. Em bi hêz in. Em heta niha têkoşiyan û em ê ji niha û şûnde jî têbikoşin. Em xwediyê malbatek pir mezin in. Ji ber vê yekê têkoşîna me heta îro hatiye. Meh û demsal derbas bûn. Sal û zeman derbas bûn. Em têkoşiyan û têdikoşin. Heta ku ez bijîm ez ê hesabê vê yekê ji dewletê bipirsim. Em ê tu carî qatilan ji bîr nekin.”

25 sal in winda ye

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê jî di hefteya 597’emîn de li ser înternetê çalakiya ‘Bila yên winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ li dar xist. Vê hefteyê çîroka windakirina Abdurrahîm Demîr ê di 17’ê tebaxa 1995’an de li ser rêya Qoser û Wêranşarê ji aliyê leşkeran ve hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin hat parvekirin. Çîroka winda Demîr ji aliyê Rêveberê ÎHD’ê Yûsûf Erdogan ve hat xwendin.

Erdogan got ku Abdurrahîm Demîr ê 22 salî ji li ser rê ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin û windakirin û tevî ku malbat cihek namîne lê nagere û serlêdan nake jî 25 sal in agahî ji Demîr nehatiye girtin û diyar kir ku ew dixwazin aqûbeta Demîr were aşkerakirin û kujer werin darizandin.

‘Bila faîlên Vedat Aydin bên darizandin’

Li Îzmîrê jî xizmên windayan ku çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ berdewam kirin û endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, li ber Sumerbankê ya Konakê li hev civiyan. Di çalakiyê de ji bo Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991’an de li navçeya Medenê ya Xarpêtê hatibû qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin.

Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD’ê Alî Aydin axivî û qala pêvajoya windabûn û kuştina Vedat Aydin kir. Aydin destnîşan kir ku li gel ku gelek sal di ser kuştina Aydin re derbas bûne jî di dosya wî de tu pêşveçûnek çênebûye û ev bangê kir: “Di vê dosyayê de nav bi nav faîl û navnîşan diyar in. Bila faîlê bên darizandin û parastina bi bêcezahiştinê bi dawî bibe.” AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar