Piştî ku nûçeyên têkildarî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser medyaya dîjîtal hatin weşandin, li bajarê Toronto yê Kanadayê, endamên Meclisa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê li ber Konsolosxaneya tirk daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di çalakiyê de belavoka KCDK-E’yê hate xwendin û hate ragihandin ku divê tavilê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re bê kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Freedom for Ocalan’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin qîrîn.
Kurdistaniyan diyar kirin ku heta agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin dê çalakiyên xwe dewam bikin. TORONTO