Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Amedê konferansa xwe li dar dixe. Konferans bi coşeke mezin destpê kir. Beşdarên konferansê bênavber bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” berz kirin. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir axivîn.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku heta ku Kurdistan azad dibe û yekitiya xwe ava dike jî dê partiya gelê kurd têkoşîna xwe bidomînin. Aydenîz got ku li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye û diyar kir ku ev Şerê 3’yemîn ê Cîhanê ye. Aydenîz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev şer, di navbera Modernîteya Demokratîk û Modernîteya Kapîtalîst de ye. Modêla netewe dewletê nikare li Rojhilata Navîn hîmê xwe bigire. Ev sed sal in Rojhilata Navîn di nava şer de ye. Navenda vî şerî jî Kurdistan e. Me di van sed salan de dît ku netewe dewlet tenê dibe sedema krîz û aloziyan e. Lewma em dibêjin ku ev şerên bi sedan sala ye didome ne ji bo gelan, jinan û azadiyê ye. Ev şer ji bo modernîteya kapîtalîst e. Lewma em dibêjin li dijî vê pergalê, çiraya me ya azadiyê heye. Ev çiraye jî azadiya jinan, azadiya gelê kurd e. Me got ‘me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin’ û çiraya me ev e. Ev çiraye pêşiya me ronî dike.”
Di berdewamê de Aydenîz anî ziman ku çareserî Konfederalîzma Demokratîk e û axaftina xwe wiha domand: “Çareserî, li gel birêz Abdullah Ocalan e. Lewma tecrîdê ewqas giran dikin. Em dizanin ku tecrîd, 25 sal in berdewam dike. Dema dewletên hegemon dixwazin krîzê kûr bikin, tecrîdê dirêj dikin. Em dizanin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tenê birêz Abdullah Ocalan nayê tecrîdkirin. Gel, girtîgeh û gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî di tecrîdê de ne.”
‘Em ê li her derê li ber xwe bidin’
Axaftina Aydenîz gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qutkirin. Aydenîz, bal kişand ser pêngava bi mebesta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Heta ku tecrîd bi dawî dibe û Abdullah Ocalan azad dibe em ê li her derê li ber xwe bidin. Em dizanin ku azadiya birêz Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelan, jinan û Rojhilata Navîn. An azadî an azadî.”
Aydenîz, bal kişand ser pergala hevserokatiyê û wiha got: “Ji azadiya jinan ditirsin. Ji birêxistinbûna jinan, ji sekna jinan ditirsin. Lewma dema dixwazin peyamekî bidin civakê, li ser jinan didin. Îro bi dehan hevalên me yên hevserok di girtîgehê de ne. Em li vir dibêjin ku em ê dev ji hevserokatiyê bernedin. Em ê di vê mijarê de bi tu awayî paşdegavê neavêjin. Ev modêl îro li Jınwarê gav bi gav tê rêsandin. Hûn tu carî nekarin dengê ‘Jin, jiyan, azadî’ bifetisînin.
Piştî axaftina Aydenîz, dirûşma “Xeta me Bêrîtan, Rêberê me Ocalan” li eywanê olan da.
Dewleta tirk li Kurdistanê polîtîkayên qirkinê meşand
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir diyar kir ku sedsala Komara tirk ji bo gelê kurd bû sedsala mêtingerî û dagirkeriyê û wiha axivî: “ Di yekemîn sedsala komara tirk de hêzên netewe dewlet raste rast statuya gelê kurd hedef girtin. Ji bo gelê kurd tune bikin di Lozanê de peywireke girîng dan dewleta tirk. Bi destê dewleta tirk hewl dan gelê kurd bê statu bihêlin. Dewleta tirk jî, ji bo gelê kurd bê satatu bihêle Kurdistan kir qada dagirkeriyê, serî li îmha û înkara Kurdan da. Di vê çarçoveyê de, Dewleta tirk polîtîkayên qetlîamê, bişavtinê meşand. Planên çokşikandinê xist meriyetê. Gelê kurd qetil kir, xwezaya Kurdistanê talan kir, zimanê gelê kurd qedexe kir, nasnameya kurd înkar kir. Li dijî gelê kurd jenosîd pêk anî. Li hember vê rewşê Birêz Ocalan, heya niha hewldanên giranbuha meşand û tespîtên girîng kir. Çi dibeje birêz Ocalan? Dibêje “divê pirgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Bila herkes bizanibe, DBP bi xwe bawer e. Em li vir in. Têkoşîn didome.”
Bi Rêber Apo re civak hatiye tecrîdkirin
Bayindir anî ziman ku tespîtên ku Rêber Apo îro yek bi yek li Rojhilata Navîn tên jiyîn û wiha domand: “Li dijberî rewşa şer û qeyranan, hem ji bo gelên Rojhilata Navîn û hem jî ji bo tevahiya gelên bindest hêvi modernîteya demokratîk e. Mîmarê modernîteya demokratîk jî Birêz Ocalan e. Dewleta tirk jî di nav de tevî hêzên modernîteya kapîtalîst, ji bo pêşî li rêyên çareseriyê bigrin serî li komploya navnetewî dan. Lê, ji ber negihîştin armanca xwe li dijî birêz Ocalan tecrîdeke giran xistin meriyetê. Tecrîda ku îro jî didome tevî nirxên hiqûqî û mirovî binpê dike û li cîhanê jî tu mînakê wê nîne. Tecrîd, înkarkirina gelan, qirqirina nasnameya jinê, kûrkirina qeyrana aborî ye. Tecrîd; talankirina çavkaniyên welat e, bêhiqûqî, bê edaletî û şer e. Ji ber vê jî di lêgerîna çareseriyê de rola birêz Ocalan wek mifteyê ye. Heke ev rola birêz Ocalan a çareseriyê ber biçav neyê girtin, wê şer û qeyranên ku Rojhilata Navîn dijî kûrtir bibin! Îro di şexsê birêz Ocalan de tevahiya civakê di bin tecrîdê de tê girtin, civak tê fetisandin. Tecrîda ku li Îmraliyê destpêdike her ku diçe li tevî girtîgehan dikeve meriyetê. Bi taybetî bi hezaran Kurdên dîl girtî rastî pêkanînên dermirovî yên tecrîdê tên. Di kûrbûna pirsgirêka Kurd de rola tecrîdê mezin e. Ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, divê gelê kurd di şert û mercên azad de siyaseta xwe bimeşîne. Di vê çarçoveyê de em car din ji vir dibêjin; tevî kesayetên siyasî yên ku di zindanan de dîl tên girtin divê demildest serbest bên berdan! Divê azadiya birêz Ocalan demildest pêk bê! Divê neyê jibîrkirin; di bingeha tevî qeyranan de tecrîda Îmraliyê cih digre. Dîl girtina Birêz Ocalan tevî qeyranan mezintir dike!”
Dem dema azadiyê ye
Bayindir anî ziman ku avakirina têkoşîn û yekitiyeke xurt ku gelê kurd her tim pê serbilind be peywira wan a sereke ye ûwiha dawî li axaftina xwe anî: “Roj roja xwe rêxistinkirin û mezinbûnê ye. Navnîşana çareseriya tevî pirsgirêkên civakî DBP ye. Teqez em ê çareseriyê pêk bînin! Em ê bi kesayet, partî û civaka rêxistinkirî hebin! Ev sedsal wê bibe sedsala kurdan. Di rêwitiya azadî û serkeftinê de tu hêz wê nikaribe gelê kurd asteng bike. Gelê kurd wê erdnîgariya xwe demokratîk bike û li Kurdistanê jiyaneke azad saz bike. Niha dem dema li Kurdistanê serkeftineke mezin, azadiya jin û gelan e. Niha dem dema azadiyê ye. Niha dem dema li Kurdistanê avakirina jiyaneke ekolojîk û demokratîk e. Bi vê bîr û baweriyê, her wiha bi baweriya aştî û jiyaneke azad ez we silav dikim. An azadî, an azadî, an azadî.”