Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Heta ku kujer tên darizandin têkoşîn dê bidome

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan di vê hefteyê de aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin pirsîn. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku heta ku digihîjin heqîqetê dê doza xwe ya lêgerîna edaletê bidomînin

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan ên Stenbol, Amed, Êlih û Îzmîrê bi boneya dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin û darizandina kujerên wan, vê hefteyê jî bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ çalakî li dar xist. Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê de Komkujiya Basayê hate bibîrxistin û Xizmên Windayan jî li Amedê aqûbeta Yavuz Kayran, li Êlihê aqûbeta Mehmet Guler û li Îzmîrê jî aqûbeta Alî Efeoglu pirsî.

Dayikên Şemiyê di hefteya 719’emîn de xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê beriya çalakiyê, derdora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin û nehiştin ku dayik ber bi qada Galatasarayê ve bimeşin. Lê tevî hemû astengiyan jî dayikan li ber deriyê ÎHD’ê çalakiya xwe pêk anî. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî amade bûn.

Komkujiya Basayê

Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî ve hate xwendin. Yolerî di daxuyaniyê de de balkişand ser Komkujiya Basayê. Yolerî got ku di 10-12’ê çileya sala 1996’an de leşkeran bi ser gundên Çevrîmlî û Yatagan ên Basa ya Şirnexê de girtin û welatiyên bi navên Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç binçav kirin û birin Tabura Cendirmeyan a Taşkonakê. Yolerî got ku şêniyên gund li vir bi îşkenceyê hatin qetilkirin û şewitandin û da zanîn ku cenazeyên şêniyan jî bi awayekî komî bêyî wecîbeyên olî hatin veşartin. Yolerî diyar kir ku tevî hemû lêgerîn û serlêdanan jî doz bêencam maye.

‘Dewletê komkujî pêk anî’

Keça Ahmet Kaya yê ku di komkujiyê de hatibû qetilkirin, Emîne Kaya Erbek jî diyar kir ku dê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Yek ji endamên Koma Xebata Ji Bo Aştiyê Tên Ba Hev ku wê demê çûbû cihê komkujiyê, parêzer Ercan Kanar jî destnîşan kir ku Komkujiya Basayê mîna komkujiyên Roboskê, Sêwaz û Madimakê, sûcê li dijî mirovahiyê ye û got ku malbatên qurbaniyan tevî ku cerdevan jî bûn gotine ku dewletê komkujî pêk aniye.

Li Amedê çalakî

Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 517’emîn de bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ li ÎHD’ê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de gelek nûnerên rêxistinên civakî, rêveberên partiyên siyasî û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Yavuz Kayran ê di sala 1995’an de bi îdiaya ji Tabura Sînor a 1’emîn reviyaye û heta îro agahî jê nehatiye girtin, pirsîn.

Bi îdiayên derew hate windakirin

Di çalakiyê de serokê ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun axivî û diyar kir ku têkoşîna Xizmên Windayan têkoşîna hevrûbûna bi rabûrdûyê re û heqîqetê ye. Rêveberê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Yavuz Kayran ê di sala 1995’an de bi îdiaya ji 1’emîn Tabura Sînor a Kîlîsê reviyaye û heta îro agahî jê nehatiye girtin xwend û li aqûbeta wî pirsî.

Aqûbeta Mehmet Guler pirsîn

Bi heman bone û dirûşmê, Xizmên Windayan li ÎHD’ê ya Êlihê jî di hefteya 423’yemîn de çalakî li dar xist. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Êlihê Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz û rêveberên HDP’ê jî amade bûn. Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD’ê ya Êlihê Ercan Başar daxuyanî xwend û serpêhatiya Mehmet Guler ê di 1’ê kanûna 1997’an de li Êlihê hatiye windakirin xwend. Başaran got ku li Êlihê 513 cînayetên ne diyar hatin kirin.

Goktepe bi bîr anîn

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî di hefteya 463’yemîn de bi heman boneyê li navçeya Konakê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de rêveberê ÎHD’ê ya Îzmîrê Caner Canli daxuyanî xwend. Canli di serî de rojnamevanê Evrenselê Metîn Goktepe di salvegera 23’yemîn de bi bîr anî û piştre jî çîroka Alî Efeoglu yê ku di 5’ê çileya 1994’an de li navçeya Pendîkê ya Stenbolê hatiye revandin û windakirin, xwend. STENBOL-AMED-ÊLIH-ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar