Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Heta ku tecrîd hebe tu pirsgirêkên vê welatî çareser nabe

Hevserokê TUAY- DER'a Amedê Rifat Yakût tekildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bal kişand ser bêdengbûna partiyên muxalîf û wiha got: “Partiyên muxalîf dijî tecrîdê bêdeng in. Heta tecrîd ranebe pirsgirêka kurd jî çareser nabe û demokrasî jî nayê vî welatî.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nêzî 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi tecrîdeke girankirî tê ragirtin. Ji 25’ê adara 2021’an ve tu agahî ji Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, nayên girtin. Herî dawî di 9’ê îlona 2022’yan de “cezayê dîsiplînê” li Ocalan û girtiyên din hatibû birîn û di 9’ê kanûna 2022’yan de qediya. Piştî ceza qediya, parêzeran di 15 û 23’ê kanûna 2022’yan û 3’yê çileya 2023’yan de 3 caran hem serî li girtîgehê hem jî serî li dozgeriyê dan lê belê serlêdanên wan bêencam man. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ji parêzeran re ragihand ku qedexeya hevdîtinê ya nû ji bo 3 mehan dane malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din. Ev qedexe di 4’ê çileyê de hatiye birîn. Dadgeriyê hêceta qedexeyê jî weke “cezayê dîsiplînê” nîşan da. Lê belê sedema danîna cezayê qedexeyê û dîroka ceza tu agahî nehatin parvekirin. Parêzerên Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din di 10’ê çile de îtîrazî biryara qedexeyê kirin. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir. Parêzeran ragihand ku ew ê li dijî biryara qedexeya hevdîtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.

Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê Rifat Yakût tekildarî tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê axivî û destnîşan kir ku heta tecrîd ranebe pirsgirêkên heyî çareser nabin û ew jî dê çalakiyên xurttir bidin destpêkirin.

Bingeha polîtîkayên bê hiqûqî tecrîd e

Rifat Yakût diyar kir ku zext û tundiyên li ser girtiyan zêdebûne û wiha got: “Tecrîd bandoreke mezin li ser girtiyan jî dike. Sepanên tecrîdê belavî girtîgehan jî bûne. Bi hincetan hevdîtina girtiyan tê qedexekirin. Girtî nikarin bên cemhev. Her wiha bi hincetên cuda cuda înfaza wan tê şewitandin. Girtiyên nexweşên giran nayên tedawîkirin. Girtî sirgûnî cihên dûr tên kirin. Malbatên wan jî ji ber vê yekê nikarin biçin serdanê. Yanî bi her awayî polîtikayên bê hiqûqî li dijî girtiyan tên meşandin. Sedemê van polîtikayên bê hiqûqî jî tecrîd e.”

Bandora tecrîdê dê hêj zêdetir bibe

Yakût, anî ziman ku yek ji sedema krîz û şerê ku di nava civake de tên jiyîn jî tecrîda li ser Ocalan e û axaftina xwe wiha domand: “Tecrîd her ku kûr dibe şer û krîz jî zêdetir dibin. Şer bi xwe re krîza aborî tîne. Heke tecrîd bê rakirin hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin ev şer jî wê bisekine. Heke şer bisekine krîzên ku heyî jî dê çareser bibin, civak jî wê aram be. Aştî û aramî dê pêk were. Heke tecrîd berdewam bike bandora wê jî dê kurtir bibe.”

Heta tecrîd ranebe pirsgirêka kurd çareser nabe

Di berdewama axaftina xwe de Yakût bal kişand ser bêdengbûna partiyên muxalîf a li dijî tecrîdê jî û ev tişt gotin: “Divê partiyên siyasî jî li dijî vê tecrîdê derkevin. Bi taybetî jî partiyên muxalîf ku qala aştî, hiqûq û edaletê dikin divê di mijara tecrîdê de jî dengê xwe derxin, bi gotinan nabe, divê gav biavejin. Lê dema mijar dibe kurd hemû partiyên muxalîf jî weke desthilat difikirin. Ji bo demokrasî were vî welatî divê hemû partî li dijî tecrîdê derkevin. Partiyên muxalîf qala çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiye dikin lê li dijî tecrîdê bêdeng in heta tecrîd ranebe pirsgirêka kurd jî çareser nabe û demokrasî jî nayê vî welatî.”

Mifteya daxwazên gele kurd birêz Ocalan ê

Yakût, da zanîn ku dê li dijî tecrîdê de di nava hewldanan de bin û axaftina xwe wiha qedand: “Malbatên girtiyan li dijî tecrîd, zor û zextên li ser girtiyan saleke di çalakiya nobeda edaletê de bûn. Piştî çalakiya malbatan parlamenterên HDP’ê li Enqereyê çalakiya Nobeda Edaletê dan destpêkirin û çalakiya wan hê jî berdewam dike. Divê hemû partiyên siyasî ku xwe weke çareserî dibînin jî piştgiriya vê çalakiyê bikin. Her wiha divê gel jî xwedî li vê çalakiyê derkeve û nerazîbûna xwe li dijî tecrîdê nîşan bide. Divê çalakiyên xurt bên destpêkirin ku ev tecrîda li ser Birêz Ocalan û hevalên wî bê rakirin û parêzer bikarin hevdîtinan pêk bînin. Weke TUAY-DER plansaziyên me hene. Heke ev tecrîd neyê rakirin em jî dê çalakiyên xurtir bidin destpêkirin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar