Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

‘Heta ku tecrîd rabe em ê li qadan bin’

Dayika berxwedêrê zindanê Behiye Sevîm a li dijî tecrîda ji Îmraliyê balevî hemû girtîgehan bûye têdikoşe wiha got: “Em di nav şert û mercên wekhev de jiyanekî azad dixwazin. Heta ku tecrîd bê rakirin em ê li qadan bin.Ez bi tena serê xwe bimînim jî dê dakevim qadan.”

Berxwedêrê zindanê Ozgur Sevîm di 31’ê gulana 2016’an de, di pêvajoya qedexeyên derketina derve de hate binçavkirin û piştre jî hate girtin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bi îdiyên “Xerakirina yekparbûn û yekitiya welat”, “Kuştina bi qestî”, “Zirardayîna malê cemaweriyê”, “Madeyên bitaluke bêyî destûr hewandin û veguheztin” muebeta girankirî û 15 sal cezayê hefsê li Sevîm birî. Cezayê hatiye birîn di 11’ê cotmeha 2022’yan de ji hêla 3’yemîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.

Sevîm a niha di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin. Dema bi birîndarî girtin, êşkenceyên giran lê kirin. Dayika Sevîm, Behiye Sevîm ji ber nexweşiyên xwe nikare biçe serdana kurê xwe. Dayik Sevîm destnîşan kir ku kurê wê tê tecrîdkirin û anî ziman ku ev tecrîd jî bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye. Lewma dayik Sevîm di gelek çalakiyên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin de cih digire.

Dayik Sevîm ev 10 meh in nikare kurê xwe yê di bin tecrîdê tê ragirtin, bibîne û wiha axivî: “Rapora min a ji sedî 91 a berastengdariyê heye. Gelek nexweşiyên min hene. Gurçikekî min pûç bûye, baş nabînim. Guatr, tansiyon û nexweşiya min a şekirê jî heye. Ji ber van nikarim demekî dirêj rêwitiyê bikim.”

Dayik Sevîm diyar kir ku piştî anîne Kirşehîrê, kurê wê xistine di hucreya yekkesî de û axaftina xwe wiha domand: “Zarokê me ketin greva birçîbûnê û 3-4 mehan nexwestin derkevin hevdîtina telefonê. Êdî em dixwazin bila deriyên girtîgehan werin vekirin. Êdî bes e. Ji ber em dayik in. Em ji mirinê re ‘bibêjin na’. Em ji aştî û wekheviyê re dibêjin ‘erê’. Em jiyanekî mirovane, aştiyekî adilane û di şert û mercên wekhev de jiyanê dixwazin.”

Sevîm di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku kurê wê di bin tecrîdê de ye û diyar kir ku ev rewş jî ji tecrîda giran a li Îmraliyê cudatir nîne e û wiha derbirî: “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. We di giravekî de dîl girtiye û ev 4 sal in destûrê nadin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdînê pêk bîne. Divê demildest tecrîda ser Serok Apo û girtiyên din were rakirin. Heta ku tecrîd bê rakin em ê li qadan bin. Ez bi tena serê xwe bimînim jî dê dakevim qadan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar