Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Heta misogerkirina azadiya Rêber Apo wê ev berxwedan bidome’

Tecrîd, êşkence û sîstema qirkirinê ya Îmraliyê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bibe wê ev berxwedana me bidome.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in di êşkencexaneya Îmraliyê si bin tecrda mutleq de ye û nêzî 4 sal in agahî jê nayê girtin. Kurdistanî û dostên wan sîstema qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li paytexta Almanya Berlînê bi meşekê şermezar kirin.

Gelek kurdistanî û dostên wan beşdarî meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) ve hat organîzekirin, bûn.

Kurdistanî û dostên wan ên li qada Alexanderplatzê hatin gel hev, daxuyanî dan û meşiyan. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev 3 sal in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 25 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, tu agahî nayê girtin. Dema ku tecrîda li Îmraliyê veguherî êşkenceya sîstematîk malbat, parêzer, kurd û dostên wî nikarin tu agahiyê jê bigirin. Ligel ku ev pergala êşkenceyê di nava gel de rê li ber firakran vedike, saziyên navneteweyî hîn jî ji nedîtî ve tên û bêdengin û wiha berdewam kir: “Ev bêdengî li dijî mafên mirovan, hiqûqa navneteweyî û demokrasiyê ye” û bang li CPT’ê kirin ku demildest erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Di meşê de siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp û Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz jî axaftin kirin. Sîbel Yîgîtalp got, “Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û dagirkirina Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê, girêdayî tecrîda li ser Tirkiyeyê ye. Em di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîda li ser gelê Kurd qebûl nakin.”

Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne rewşeke qebûlkirinê ye û got, “Heta ku pergala tecrîdê hebe, gelê Kurd wê têkoşîna xwe bidomîne. Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bibe wê ev berxwedana me bidome.”

Yilmaz wiha berdewam kir: “Kesên dengê xwe bidin AKP’ê û destekê bide polîtîkayên wê yên qirkirinê, hevparê komkujiyên Kurdan e.”

Girse heta Friedrichstrasse meşiyan û dirûşmên “Freiheit für Ocalan Frieden in Kurdistan, Hoch die Internationale Solidarität” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berx kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar