Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Heta niha 4 caran ketiye greva birçîbûnê

Mehmet Yildirim ku di 17 saliya xwe de hat girtin heta niha 4 caran ketiye greva birçîbûnê. Dayika wî Hizal Yildirim, xwest tecrîd bi dawî bibe

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Li girtîgehan jî ligel çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a bi hezaran girtiyî, duh 15 girtiyan çalakiya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê.

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Mehmet Yildirim e. Yildirim, li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê  di greva birçîbûnê de ye. Yildirim, 8 sal in di Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê de ye û heta niha 4 caran ketiye greva birçîbûnê.

Yildirim di sala 2009’an de di 17 saliya xwe de hatiye girtin û 16 sal ceza lê hatiye birîn. Wexta li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bûye, di sala 2011’an de dema li Colemêrgê 12 HPG’î jiyana xwe ji dest didin agir berdide bedena xwe. Demekê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê tedawîkirin û piştî tedawiyê wî dîsa dibin girtîgehê.

Dayika wî Hizal Yildirim bilêv kir ku kurê wê di dawiya meha sibatê de ketiye greva birçîbûnê. Yildirim anî ziman ku piştî kurê wê agir berdide bedena xwe sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê kirin û wiha got: “8 sal in ji bo sewqî Girtîgeha Amedê bê kirin min 7 daxwazname û kurê min jî 12 daxwazname nivîsandine. Lê belê bi tu awayî nehatin bersivandin.”

Dayik Yildirim diyar kir ku 8 sal in kurê wê li Girtîgeha Bafrayê ye û di nav 8 salan de 4 caran ketiye greva birçîbûnê. Dayik Yildirim, anî ziman ku kurê wê di sala 2012’an de 18 rojan, di sala 2014’an de 26 rojan, di sala 2016’an de 38 rojan di greva birçîbûnê de maye û niha jî nêzî 3 meh in di greva birçîbûnê de ye.

Dayik Yildirim diyar kir ku girtî dixwazin dayik bibin dengê wan û wiha got: “Wexta zarokên me bimirin tu wateyeke jiyanê jî namîne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar