Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Heta parêzer neçin Îmraliyê divê meydan neyên terikandin’

Navenda Nûçeyan |

KCK: Parêzerên Rêber Apo bilez divê biçine Imraliyê, rastî ji gelê me û raya giştî re werin vegotin. Bêyî ku parêzer û malbat biçine Imraliyê û werin û daxuyaniyê bidin, gelê me, dostên me, jin û ciwan divê meydanan neterikînin.

Derbarê şewata li Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 21 sal e lê girtiye de Hevserokatiya Rêveber a KCK’ê, Koordînasyona KJK’ê, saziyên kurd ên li Ermanistanê û Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan yên Têkoşer ên başûrê Kurdistanê daxuyaniyê nivîskî weşandin.

Hevseroktiya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir di pêvajoyeke wiha girîng de ku Tirkiye û herêmê serûbinî hev dike, li giraveke wiha ku bi pergaleke tevdirên jidayî tê rêvebirin, zivistanê agahiya şewata daristanê mirvo dixe nav fikaran û destnîşan kir ku ji hemû tiştên li Îmraliyê dewleta tirk û pergala navneteweyî berpirsyar in.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hat gotin: “Tu mane û nirxên daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk nîn in ku li ser kurdan qirkirinê dikin, ev 21 sal in tecrîda mutleq li ser Rêber Apo datînin. Tevgera me û gelê me ji daxuyaniyên vê desthilata faşîst a dijiminê kurdan bawer nake. Ji ber vê parêzerên Rêber Apo demildest divê biçine Îmraliyê, rastiyê ji gelê me û raya giştî re vebêjin. Heta ku parêzer û malbat neçin Îmraliyê û daxuyaniyê nedin divê gelê me, dostên me, jin û ciwan meydanan neterikînin. Bi vê çarçoweyê em bang li gelê xwe, gelan, hêzên demokrasiyê, hemû derdorên dij faşîst, jin û ciwanan dikin ku li dijî tecrîdê rabin ser pêyan û helwesta xwe bi asta herî bilind nîşan bidin! Careke dî me dît, heta ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ji holê ranebe û pirsgirêka tenduristî, ewlehî û azadiyê ya Rêber Apo çareser nebe, azadî, demokrasî, aştî û dadmendî nayê Tirkiyeyê.”

Koordînasyona KJK’ê jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku divê bi lezgînî CPT şandeyekê bişîne Îmraliyê, parêzer û malbata Ocalan bi lezgînî bikaribin biçin Îmraliyê û destnîşan kir ku heta parêzer neçin Îmraliyê divê gelê kurd kolanan bernede.

Daxuyaniya saziyên kurd ên li Ermenistanê

Bi heman armancî Yekitiya Kurdên li Ermenistanê, Yekitiya Jinên Azad ên li Ermenistanê û Kurdistan Komîteyê daxuyaniyeke hevpar weşandin û ev tişt hat parvekirin: “Şewata li Îmraliyê û daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk cihê fikar û gumana e. Rêber Apo biqasî ji bo gelê kurd û tevahiya mirovahiyê, ji bo me kurdên êzidî yên li Ermenistanê jî sedema hebûnê ye. Bi vê bîr û baweriyê noqteya herî hesas ji bo me ewlekarî û tenduristiya wî ye. Têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo ger rewşeke neyînî biqewime dê CPT û hêzên navneteweyî hemû yên tev li vê komployê bûn berpirsyar bin. Em bang li van hêzan, saziyên mafên mirovan û raya giştî ya cîhanê dikin ku berpirsyariyên xwe pêk bînin.”

‘Em ciwan bi hêrs in’

Her wiha Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan yên Têkoşer ên başûrê Kurdistanê jî daxuyaniyeke hevpar weşandin û ev tişt anîn ziman: “Derketina şewata li Girava Îmraliyê, berdewama Komploya Navnetewî ye. Demekî dirêj e li ser Rêber Apo tecrîda girankirî didome. Bi tu awayî ji Rêber Apo agahî nayê girtin. Ji ber vê yekê di derbarê rewş û jiyana Rêber Apo de fikar zêde dibin.

Em wek ciwanên başurê Kurdistanê vê rewşê qebûl nakin. Em ciwan bi hêrs in. Heta parêzer û malbata Rêber Apo neçin hevdîtinê nekin dê ev agirê li Îmraliyê belavî temamî Tirkiye û Kurdistanê bibe. Em ê her deverê bikin agir.

Rêber Apo xeta me ye sor e. Li hember vê rewşê sebra me nema ye. Em bang li ciwanên başur û gelê xwe yê xwedî bi hezaran şehîd dikin. Divê bi ruhê şoreşa Kurdistanê xwedî li Rêber Apo derkevin.

Ji sibê şûn de bi meşaleyan bi dirûşmeya, ‘Wê agirê Îmraliyê we jî bişewitîne’ em ê dakevin qadan.

Carek din em diyar dikin ku heta agahiyek pê bawer neyê girtin dê em ê qadan vala nehêlin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar