Navenda Nûçeyan |
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişande ser komploya 15’ê Sibatê, polîtîkayên şerê taybet ên ji bo şikandina berxwedana greva birçîbûnê û ferzkirina poşmaniyê ya di yasaya înfaza cezayê ya nû.
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
“Di van gavan de ku em dikevin salvegera 22’emîn a komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê, êrîşên bi plan û rêxistinî yên pir baş hesabkirî yên pergala modernîteya kapîtalîst bi asta cîhanî didomin. Tê zanîn armanca van êrîşan tasfiyekirina giştî ya gelê kurd û Tevgera Azadiyê ye. Hesabên kilîkên desthilatdariya hegemonîk ên global ku bi çewisandina berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ev 22 sal in didome, bi berxwedana yên ku têkoşîna demokrasî û azadiyê diparêzin hatiye pûçkirin. Bersiva herî mezin a ji bo hêzên deshilata global ku dixwazin bi komploya navneteweyî hebûn û karîgeriya Rêber Apo pûç bikin, berxwedana gerîla ku hêviya vî gelî ne, helwesta fedayî ya şehîdên me ku di qedemeya fermandariya pêşeng de ne û berxwedaniya gel daye.
Heta ku azadiya fizîkî bi cih were…
Rêber Apo pergala netewdewletî ya ku hişmendiya sereke ya modernîteya kapîtalîst e û plansaziyên hêzên faşîst ku qira civakê tînin pûç kiriye. Piştî ku komploya navnetewî ku hêzên faşîst û mêtingeriya qirker jî di nav de bûn, encam neanî, bi plansaziyên nû komployê didomînin. Di qonaxa berdest de li dijî hêzên ku dixwazin ku komploya navneteweyî sazkar bikin berxwedane gel û tevgerê wê tim domdar be. Wê bi berxwedanê bersiva plansaziya wan hêzan were dayîn ku di şexsê Rêber Apo de dixwazin qira kurdan bînin. 15’ê Sibatê, komploya navneteweyî ji bo kesên di nav têkoşîna azadiyê û demokrasiyê de û ji bo gelên çewisandî û keda wan tê xwarin bêguman weke roja reş tê dîtin û komploya li ser rêbertiya me tê şermezarkirin. Em girtiyên PKK û PAJK’yî yên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê jî diyar dikin em ê li dora Rêber Apo kom bibin û heta ku azadiya fizîkî bi cih were em ê têbikoşin.
Di vê rewşê de ku em dikevin sala 22’yan a komploya navneteweyî bi pêngava dema azadiyê ye, ya ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo dayî ber xwe, heke em berxwedaniya xwe li dijî faşîzmê geş bikin em bawer dikin ku li ser xeta serfiraziyê bi ser bikevin. Di vê pêvajoya berdest de bi verastina ku desthilata faşîst a AKP-MHP jê re reform dibêjin, dixwazin hinekî xwe rakin ser pêyan. Desthilata berdest ji ber ku dikeve serî li her cure rêbazê dide. Bi binçavkirin, girtin, gefên girtina partiyan, hevkariya bi çeteyan re, bi guherîna yasayî û berjewendî ya li qada hiqûqê çewisandin û çavtirsandin ji xwe re kiriye armanc. Medyaya şerê taybet ku tekane simîda jiyanê ya desthilata ji hêz ketî ye, heta çaxê raketinê wê pê re be.
Desthilata AKP-MHP’ê ku kedxwarî û qirkirinê ji bo xwe fersend dibîne nexweşiya Covîd-19’ê jî ku bûye bela serê civakê ji xwe re dike fersenda mitleq û ji tiştên ku dike yek gav bi paş ve neavêtiye. Desthilat bi medyaya şerê taybet aniye ser zimên ku ji bo hemû arîşeyên civakê bûye çareserî, xwe li dereweke wiha mezin girtiye, rastî manîpule kiriye. Li dijî polîtîkayên desthilatê ku civakê ber bi kaosê vedibe ên ku bi rêz û rêçika têkoşîna demokratîk li ber xwe didin, bûne xwedî helwesteke birûmet . Di serî de jin û ciwan, hêzên demokrasiyê ku vê helwestê didomînin, berxwedana gel û demokratîk bersiva herî mezin dane desthilatê.
Ji bo berxwedanê bişikînin politikaya şerê taybet dikin
Bêşik û guman desthilata AKP-MHP’ê li bara berxwedanên demokratîk ji hêz dikeve û diqede. Ji ber vê bi polîtîkayên şerê taybet ê bi konetî dixwaze berxwedanan pûç bike. Em girtiyên PKK û PAJK’î ji bo ku em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin ji 27’ê Mijdarê û wir ve çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û domdar dikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya me bi cih were û tecrîda li ser Rêbertiya me rabe me dest bi helwestke wiha sincî û îradî kir. Desthilata AKP-MHP’ê di ser malbatên me re ji bo ku berxwedaniya me bişkînin xwe li polîtîkayên şerê taybet digire. Diçin cem gelek malbatên girtiyan, xwetsine ku bi derewan wan bikişînin aliyên xwe. Xwedêgiravî bi zorê em ketine çalakiyê û ji bo ku em dawî li çalakiyê bînin ji wan xwestine ku bang bikin. Tu şik û gumana me jê nîne ku li dijî van polîtîkayan helwesta malbatên girtiyan weke berê wê bi rengekî birûmet be. Ev helwest li dijî desthilatê bûye û wê bibe bersiva herî mezin. Em girtiyên azad helîna di nav xweşikiya heqîqetê de, tunebûna di nav de ji xwe re kiriye yekana armanca jiyanê. Berxwedaniya me ji bo gihaştina heqîqetê û wiha jjiyana wekhev, demokratîk û azad û gelan datîne. Heta ku em encamê bistînin berxwedaniya me bi rengekî bi îdîa û rêxistinî wê bidome.
Yasaya nû ya înfazê li dijî Tevgera Azadiyê hatiye derxistin, em mulaqatê red dikin
Tê zanîn kirinen derheqê yasaya înfazê ku desthilatê van mehên dawî daniye holê bi temamî bi naveroja siyasî û polîtîk e. Her yek ji van xalan ku ji bo pêşî li berdana hemû girtiyan bigire hatine danîn, polîtîkaya tasfiyekirinê nûjen dike.
Şerê yasaya ku jê re berdana bişert tê gotin, şertê beyana poşmaniyê ye. Ên ku cezayê wan xilas bûye, bi hêviya nirxandina wê şandeyê ve hiştine ku endamên şerê taybet in û ji dozgeriya girtîgehê, hakimtiya înfazê, midûr û serek qerdiyanan pêk tê. Beyana bêalî me û poşman im bûye nîşeya baş a vê şandeyê. An na girtî piştî 6 mehan tê nirxandin. Ev yasa bi temamî li dijî Tevgera Azadiyê hatiye derxistin. Çete û girtiyên din ên edlî jixwe bi desthilatê re lihevkirî têne berdan. Em girtiyên PKK û PAJK’î qebûl nakin ku bi we re tu mulaqatê bikin. Nêzîkatiya şandeyan dûrî normên hiqûqî destûra bingehîn û demokratîk bi fermanên siyasî û polîtîk tevdigerin. Ji ber vê, heta kêliya dawî ya ku em li zindanan jî em ê ji nasnameya xwe, ji rûmeta xwe tu carî kêm nekin. Ya ku jê re ‘halê baş’ tê gotin heke rajêrî we bûne be em ê tu carî nebin. Em rajêrî nirxên xwe, gelê xwe ne.
Bila her kes ji berxwedana me re bibe deng
Bi vê çarçoweyê ji bo şikandina her cure êrîşên desthilata AKP-MHP’ê em ê berxwedaniya xwe bidomînin. Em bang li hemû derdorên demokratîk, nivîskar, hunermend û akademîsyenan dikin. Li her deverê divê mirov li dijî faşîzmê li ber xwe bide encex bi berxwedaniyeke giştî jiyaneke demokratîk û azad dikare were avakirin. Em bang li her kesî dikin ku ji berxwedana me re bibin deng.”