Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Heta tecrîd bi dawî dibe em ê çalakiya xwe bidomînin’

Girtiyê nexweş ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de Sînan Tutmaz, bi rêya malbata xwe da zanîn ku li ser girtiyên di greva birçîbûnê de gelek zext hene. Tutmaz diyar kir ku heta tecrîd bi dawî dibe, encam mirin jî be dê çalakiya xwe bidomînin

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Girtiyên berxwedêr têkildarî rewşa xwe û helwesta raya giştî, bi rêya malbatên xwe peyaman didin. Girtî dibêjin ku encam çi dibe bila bibe heta ku digihijin armanca xwe, dê çalakiyaxwe bidomînin.

Ji girtiyên siyasî yên nexweş Sînan Tutmaz, ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Tutmaz di sala 2011’an de hate girtin û 25 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Tutmaz di 24’ê nîsanê de jî bi telefonê li malbata xwe geriya û têkildarî rewşa dawî ya li girtîgehê agahî dan.

Binpêkirinên li girtîgehê

Tutmaz destnîşan kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de nayên tedawîkirin, vîtamînan nadin wan û bi awayekî sînordarkirî dikarin tiştên biav bikirin. Tutmaz diyar kir ku gardiyan her tim bi se qawîşên wan de digirin û wiha domand: “Di dema lêgerînan de eşyayên me belav dikin. Lê heta ku tecrîd bi dawî nebe, em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em bimirin jî em ê dev ji vê çalakiyê bernedin.”

Saziyên bêdeng şermezar kir

Der barê mijarê de bavê Tutmaz, Edîm Tutmaz jî anî ziman ku naxwaze kurê xwe di vî halî de bibîne û wiha got: “Ji ber vê yekê jî naçim girtîgehê. Ez hemû saziyên berpirsyar ên ku li dijî vê çalakiyê bêdeng, şermezar dikim. Jixwe CPT peywira xwe bi cih nayîne. Dema ku li meclisê qala grevên birçîbûnê tê kirin, serokkomar û rêveberên vî welatî derdikevin.”

‘Êm piştgiriyê didin zarokên xwe’

Dayika Tutmaz, Fatma Tutmaz jî bi lêv kir ku xwedê heqê dayikên kurd ji Erdogan re nehêle û wiha derbirî: “Îşalla dê Erdogan jî vê êşê bikişîne. Em destekê didin zarokên xwe. Ger hevdîtin bi Ocalan re neyên çêkirin, em jî dê bikevin greva birçîbûnê.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar