Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe’

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku girtiyên siyasî ji bo azadiya Ocalan dane destpêkirin bi biryardariyeke mezin didome. Malbatên girtiyan têkildarî girtiyan axivîn û banga hestiyariyê kirin

Navenda Nûçeyan |

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in bênavber berdewam dike. Girtiyên ji PKK û PAJK’ê bi armanca azadiya Ocalan di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Çalakiya girtiyan di roja 161’an de bi biryardariyeke mezin didome.

Têkildarî greva birçîbûnê malbatên girtiyan ên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, bang li raya giştî kirin û xwest li dijî tecrîdê bêdeng nemînîn û tev li çalakiyan bibin.

Girtî Bîrdal Abay, di sala 2018’an de dîsa bi heman daxwaz û armancê ketibû greva birçîbûnê. Wê demê jî 120 rojan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de mabû. Dîsa Serhat Bulut di nava 2 salan de 4 caran ket greva birçîbûnê. Malbatên Abay û Bulut diyar kirin ku çalakiyên girtiyan rewa û zagonî ne û daxwazên wan jî rewa û mirovî ne. Malbatan bang li raya giştî û parazvanên mafên mirovan kirin ku demek berî demekê li daxwazê wan xwedî derkevin ku tecrîd bi dawî bibe.

Binpêkirina mafan didome

Xwişka Bîrdal Abay, Gultan Abay anî ziman ku birayê wê di telefonên hefteyî de her hefte qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dike û wiha got: “Birayê min diyar dike ku gardiyan di bin navê lêgerînê de, bi ser odeyan de digirin û zextên fîzîkî, derûnî li wan dikin. Dîsa diyar dike ku rojname, pirtûk, radyo û amûrê ragihandinê li wan qedexe dikin. Li dijî girtiyan muameleyên xerab pêş dixin. Bi rêk û pêk pêkutiyan dikin. Birayê min di telefonê de anî ziman ku heta ew mafê xwe bi dest nexin û daxwazên wan pêk neyê, dest ji çalakiyê bernadin.”

Abay diyar kir ku daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan, daxwazên mafdar in û ev tişt anî ziman: “Em bang li rayedaran dikin ku êdî tecrîdê bi dawî bikin. Bila dengê me bibihîzin. Bila tecrîd û binpêkirina mafan bi dawî bibe. Bi hezeran girtî ketine grevê. Divê êdî rayedar daxwazên wan pêk bînin û raya giştî jî li dijî tecrîdê li daxwazên wan xwedî derkevin.”

Di 2 salan de 4 caran ket grevê

Serhat Bulut jî ji ber xebatên siyasî bi îdeaya ‘Endamtiya Rêxistinê’ 7 sal û 6 meh ceza xwar. 4 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Hîlwanê girtî ye. Serhat Bulut di 2 salan de 4 caran ket grevê

Dayika Serhat Bulut, Ayten Bulut jî anî ziman ku ji bo zarokên wan nekevin greve divê tecrîd bi dawî bibe.

Bulut  destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan û li ser hemû beşên civakê belav bûye û ev bang kir: “Divê tecrîd û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Girtî li dijî tecrîdê û li dijî zextên li ser girtiyan di grevê de ne. Divê her kes li dijî tecrîdê û van zextên li ser girtiyan rabin ser pêyan. Divê em girtiyan bi tenê nehêlin. Bêyî em cudakariya ziman, nasname, reng, zayend û nijadê bikin em bang li her kesî dikin ku hestiyar tev bigerin. Em naxwazin girtî jiyana xwe ji dest bidin. Em dixwazin îktîdar dawî li van zext û zilmê bînin.”

‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe’

Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Wanê Handan Karakoyun û Fikret Dogan, têkildarî tecrîdê nirxandin kirin. Hevserokan anîn ziman ku ji bo civak aram bibe û bêhnê bistîne divê tecrîd bi dawî bibe.

Karakoyûn anî ziman ku 22 sal in tecrîd didome û wiha got: “Tecrîd li dijî hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan ên gerdûnî ye. Heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî nebe, civak aram nabe û nikare bêhnê bistîne. Di sala 2013’an li ser banga Birêz Ocalan pêvajoya diyalogê dest pê kir.  Bi vê yekê re aramî pêş ket û civakê bêhn stend. Divê tecrîdkirina Ocalan bi her awayî bê nirxandin. Li Tirkiye li her qadê û bi her awayî xetimandinek heye. Sedema vê yekê polîtîkaya tecrîdê ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê divê bi lez tecrîd bi dawî bibe. Heta ku li Tirkiyeyê tecrîd hebe, gelên Tirkiyeyê dê nikaribin nefesê bistînin. Ji bo em disa li pêvajoya aramiyê vegerin divê tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe.”

Tecrîd li ser hemû beşên civakê belav bûye

Hevserokê HDP’ê ya Wanê Fîkret Dogan jî diyar kir ku anî ziman ku îro tecrîd li ser hemû beşên civakê belav bûye û ev tişt anî ziman: “Îro tecrîd tenê li Îmraliyê tune ye. Tecrîd li ser hemû beşên civakê belav bûye. Bi pêvajoya şewba vîrûsê tecrîd li ser hemû beşên civakê belav bû. Hem di qada civakî û hem jî di qada aborî de bandorê li ser civakê dike. Ev jî nîşan dide ku hikûmet xetimî ye. Îro îktîdar bi tu awayî nikare bibe bersiva daxwazên civakê. Di şer û tecrîdê de israr dike.”

Divê li dijî tecrîdê têkoşîn pêş bikeve

Dogan anî ziman ku îro şer berdewamiya polîtikayên şer in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta niha çiqas şer pêş ketin, hemû bi aştiyê bi encam bûn. Ji bo dîsa aştî pêş bikeve aktorê herî girîng û sereke Birêz Abdullah Ocalan e. Wekî partî û gel, heta tecrîd bişkê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Êdî tu bersiva ku îktîdar bide civakê tune. Ew hebûna xwe li ser polîtîkayên şer pêş dixe. Dema deriyê Îmraliyê vedibe aştî û aramî pêş dikeve. Em bawer dikin du dîsa dê bi vekirina deriyê Îmraliyê aştî pêş bikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar