Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Heta TMK neyê guhertin dê rojnameger bên girtin

Rojnamegerên nûnerên rêxistinên rojnamegeran gotin ku pakêta darazê ya nû têr nake û xala “Nûçe dayîn sînoran derbas nake an jî daxuyaniyên ramanê yên bi armanca rexnekirinê dê nebe sûc” dê pirsgirêka azadiya çapemenî û ramanê çareser neke

Di çarçoveya Belgeya Stratejî ya Reforma Darazê de li ser hin armancên hatine diyarkirin sererastkirin pêk hat û Qanûna Dadgeha Ceza û Teklîfa Qanûnên Guhertinê di hin Qanûn de di 7’ê cotmehê de ji aliyê Komîsyona Edealetê ya Meclisê ve hat qebûlkirin.

Di xala 7’emîn a “propaganda rêxistinê” ku bi Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) girêdayî ne raste rast rojnamegeran eleqedar dike. Hikma “Nûçe dayîn sînoran derbas nake an jî daxuyaniyên ramanê yên bi armanca rexnekirinê dê nebe sûc” lê hat zêdekirin. Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê xala li pakêta darazê hat zêdekirin nirxandin .

‘Qanûna azadiya çapemeniyê tune ye’ 

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnmegerên Tirkiyê (TGS) Gokhan Durmuş diyar kir ku di qanûnên Tirkiyeyê de qanûnên ku parastina azadiya xweîfadekirina çapemeniyê tune ne û wiha got: “Niha 135 hevalên me di girtîgehan de ne. Divê ev hemû hevalên me di çarçoveya azadiya çapemeniyê de werin berdan. Lê ji ber ‘xebata terorê’ kirine niha tên hefskirin. Ez ne bawerim wê bi pakêta darazê ev yek were guhertin. Ev pakêt ji bo me rojnamegeran pir tiştek guhertî nayne. Pakêtek bi makyaja Yekîtiya Ewrûpayê ye. Mixabin qet ji dilbûn têde nîne. Heke qanûnên heyî pêk werin dê îro rojnamegerek di hefsê de nemîne.”

Bendewariyan nabersivîne

Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî hiha got: “Hikumetê heta îro bi vê sûcdariya hatiye sererastkirin rojnamegeran girtiye. Guhertinên hatine kirin bendewariyê na bersivîne. Sînorên rexne û azadiya çapemeniyê li gorî krîterên çapemeniya navnetewî tên diyarkirin. Ji bilî van tu îfade nayê qebûlkirin.”

Kêrî tu tuştekî nayê

Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin ÎŞ’ê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren jî destnîşan kir ku li Tirkiyê rojnamegerî êdî derketiye asta talûkeyek mezin û wiha got: “Gelek hevpîşeyên me ji ber ku nûçeyên îktîdarê rexne dikin çêkirine û ji ber parvekirinên medya civakî di hundir de ne. Niha wê ev ceza û gotin ji nûve bidarizîne? Ez ji guhertinê ne kêfxeş im. Zextên îktîdarê wê li ser rojnamegeran dewam bike. Wê ev guhertina pakêta darazê bi kêrî çi were? Divê li Tirkiyê sererastkirinên pêşiya azadiya raman û çapemeniyê bê vekirin pêk werin. Krîterên medya navnetewî diyar in.”

Divê TMK were rakirin

Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Ayşe Guney jî anî ziman ku pêwîste guhertinên mezin di darazê de pêk were û wiha got: “Medya muxalîf bi rexneyek herî biçûk tê ‘terorîzekirin.’ Her wiha îdianameyên rojnamegerên tên darizandin bi sûcdariyên derew hatine amadekirin. Bi pêkanînên darazandinên salên dirêj û û girtina salên dirêj re hevrû dimînin. Derbarê rojnamegeran de biryarên siyasî tên dayîn. Biryar ne yasayî ne ku çareseriya yasayî li pêş bikeve. Divê TMK were rakirin. Meseleya bingehîn meseleya demokrasiyê ye. Pêdivî bi Destûrek Bingehîn a Demokratîk heye ku hemû alî têde cih bigirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar