Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Heta Xweseriya Şengalê dê têkoşîn bidome’

Desteya Rêveber a Şengalê bi daxuyaniyekê encamên civîna xwe ya asayî aşkera kir û destnîşan kir ku heta misogerkirina Xweseriya Şengalê dê têkoşîna xwe dewam bikin

Desteya Rêveber a Şengalê encamên civîna xwe ya asayî ku di 16’ê nîsanê de pêk anîbû, bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Li gorî encamnameyê, di civînê de rewşa li Rojhilata Navîn, guhertinên rojane, şer û têkiliyên berjewendiyan ên li herêmê û bandora van li ser Şengalê bi berfirehî hat nirxandin.

Di civînê de îşaret bi lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê hate kirin û hate ragihandin ku civaka êzidî ji 9’ê Cotmeha 2020’î û vir ve bi helwesta xwe nîşanda ku ew vê lihevkirinê bi tu awayî qebûl nakin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku gelê êzidî ispat kir ku divê her kes fam bike ku tu hêz ji hêza gel mezintir nîne û berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî gef û êrîşên dema derbasbûyî hat bibîrxistin û wiha hat domandin: “Di serî de banga oldarên me, meş, mîtîngên gel, meclis, sazî, serokeşîr, civaka ereb, hêza me ya leşkerî; bi kurtasî her kes bi sekneke berxwedêr tevgeriya. Em vê sekna yekhelwest pîroz dikin û weke bingehê tifaqa civaka xwe dibînin.”

Desteya Rêveber destnîşan kir ku kengî û çawa gef li civaka wan bê xwarin, helwesta wan dê di heman astê de bilind be û dê civaka xwe bêpişt û bêparastin nehêlin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku konê berxwedanê yê li ber Asayîşa Êzidxanê 138 roj in dewam dike û wiha hat gotin: “Di serî de dayik û ciwan, gelê me kedeke mezin dan. Ev pêvajo hinekî aram bûye, lê bi dawî nebûye. Em ê nobeda li ber Asayîşa Êzidxanê bidin rawestandin, lê wê kon li cihê xwe bimîne. Dema were xwestin, em ê dîsa nobeda xwe dewam bikin.”

Her wiha Desteya Rêveber a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku heta misogerkirina Xweseriya Şengalê û azadkirina jiyana gelê xwe, dê her tim têbikoşin. ŞENGAL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar