Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Heta yek ji me bimîne em ê li ber xwe bidin’                                     

Dayikên Şengalê: Dijmin ji fermanê têr nebûye ku heta neha êrîşî gelê me dike. Bila dijmin bizanibe heta ku yek ji êzidi li ser vê axê ma em ê li ber xwe bidin. Em ê çiyayê Şengalê biparêzin.

Xelkê Şengalê, piştî merasîma veşartina cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda, li navenda navçeya Sinûnê bi meşekê hem li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk rabûn, hem jî bêdengî û xemsariya hikûmeta Iraqê şermezar kirin.

Dayikên Şengalê yên tev li çalakiyê bûn her wiha li hemberî xiyaneta PDK’ê helwest nîşan dan.

Yek ji van dayikan jî Dayê Emşê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Şengalê da û wiha got: “Şehîd Merwan Bedel xortekî vî gelî bû. Ji ber ku ax, gel û olara xwe parast bû hedefa dijminên xwînar. Dijmin ji fermanê têr nebûye ku heta neha êrîşî gelê me dike. Bila dijmin bizanibe heta ku yek ji êzîdi li ser vê axê ma em ê li ber xwe bidin. Em ê çiyayê Şengalê biparêzin.”

Liv û tevgera îstîxbarata dewleta tirk

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hisên jî bal kişand ser mijara liv û tevgera zêde ya îstîxbarata dewleta tirk a li ser xaka Iraqê û wiha axivî: “Çawa ku Ş. Mam Zekî Şingalî, Ş. Zedeşt Şingalî û Ş.Mam Beşîr bi îxanetê şehîd xistin bi heman rengî Heval Merwan jî şehîd xistin.”

Rîham Hisên di heman demê de sedemên ku her tim pêşengên gel dibe hedef axivî û ev tişt anî ziman: “Dijmin her tim pêşengên vî gelî ji xwe re dike hedef. Bi vê rengî dijmin dixwaze bi van şehadetan îradeya vî gelî bişikîne û gelê êzidi tune bike. Bila dijmin bizanibe li hember van êrîşan hêrsa me beramberî van xurtir dibe. Berxwedana me beramberî van xurtir dibe. Dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê nikarin sîng bi sîng werin hemberî me. Ji ber vê bi teknîkê êrîş dike. Dijmin jî zane ku ger şerê sîng bi sîng bike, wê li hemberî me li bin bikeve.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar