Li Tirkiyeyê bi salan e li hemberî zimanê kurdî polîtîkayên têkbirin, tunehesibandin û pişaftinê berdewam dikin. Di sala 2012-2013’yan de di dema pêvajoya çareseriyê de beşên zimanê kurdî hatin vekirin. Li gorî daneyên dawî, di sala 2012’yan de ji hezar û 500 mamosteyên kurdî tenê 112 mamoste hatine wezîfedekirin û îsal jî tenê 2 mamosteyên kurdî hatine wezîfedekirin. Her wiha hinek ji van jî ji ber ku bi beşa xwe nedihatin wezîfederkirin, derbasî beşên cuda bûne. Heman pêkanînên li hemberî zimanê kurdî li kolej û kreşan jî didome. Berdevkê Însîyatîfa Mamosteyên Kurdî Mehmet Ay der barê vê yekê de axivî.
Ay anî ziman ku nêzîkatiya li hemberî kurdî di newezîfedekirina mamosteyên kurdî de aşkera dibe û wiha got: “Her sal di beşa zimanê kurdî de bi qasî 100-120 xwendekar mezûn dibin. Di nava van de hem kirmanckî û hem jî kurmancî heye. Îsal tenê 2 mamosteyên kurdî hatin wezîfedekirin. Ji sala 2012’yan heta niha bi giştî 150 mamoste hatine wezîfedekirin. Gelek ji van ji ber ku nehatin wezîfederkirin, beşên xwe guhertin. Derbasî beşên mîna wêjeya zimanê tirkî bûn. Kesên ku mayîn jî li benda wezîfedekirinê ne. Jixwe ders nayên dayîn. Ji ber dersa vebijarkî ye jî divê destûra gerînendehê dibistanan bê standin. Carna jî li gorî daxwaziya malbatan dersên bijarkî tên dayîn. Ji pola 5’an heta pola 8’an malbat dikarin kurmancî û zazakî hilbijêrin. Lê ji bo ku li dibistanekê dersa kurdî bêdayîn divê ji 10 kesan zêdetir serlêdan bên kirin. Li vir malbat jî berpirsyar in. Dema ku malbat nebijêrin Wezarata Perwerdehiyê kontejan nade. Jixwe kontejan kêm didin, dema wiha dibe jî kontejan kêm dibe.”
‘Pergala perwerdehiyê yekzimanî ye’
Ay bal kişand ser nêzîkatiya li hemberî ziman û ev tişt anî ziman: “Ji sedî 90 di destê dewletê de ye. Divê destpêkê dewlet dev ji polîtîkaya yekzimanî berde. Dema ku em îro li bingeha perwerdehiya Tirkiyeyê dinêrîn, li ser yekzimanî hatiye avakirin. Perwerdehiya yekzimanî di demên pêş de ji bo xwendekaran dibe asteng. Ji ber ku tenê zimanekî hînî wan dikin, xwendekar nikarin bi zimanekî cuda lêkolînan bikin. Ev jî ji pêşerojê xetere ye. Dema ku zarok 2 yan jî 3 zimana hîn dibe, mejiyê wan bêtir vedibe û zindî dibe. Zarokên kurd jî heta 7 saliya xwe zimanê kurdî diaxivin, lê dema diçin dibistanê êdî zimanekî din dikeve maqibilî wan û ev jî pêşî li ber pirsgirîkên dêrûniyî vedike. Di hundirê xwe de tên girtin û nikarin derdê xwe zêde bînin ziman. Dema perwerdehî pirzimanî be, hewce nake tiştekî wisa bijîn. Dersa vebijartî tiştek nade wan. Ew mufredat sînorkirî ye.”
Amadekirina tezên bi kurdî
Di axaftina xwe de Ay bal kişand ser mijara nivîsandina tezên bi tirkî û wiha dom kir: “Ji dema 2011’an vir ve dema beşa kurdî vebû, di pergala YOK’ê de zimanê kurdî nehatiye pejirandin. Dema ku tu tezekî binivîsî ne bi kurdî, tirkî tê nivîsandin. Hîn kurdî neketiya nav pergala navneteweyî ya tezan. Ji ber wê jî salê bi dehan tez tên amade kirin, lê ji ber ku YOK nepijirandiye, tez tirkî tên amadekirin. Em beşên kurdî dixwînin û ji van beşan mezûn dibîn, lê tu bi zimaneke din teza xwe dinivîsî. Wekî mamosteyên kurdî em dibêjîn divê YOK ji vê xeletiyê vegere. Çawa ku em ji Wezarata Perwerdehiyê re dibêjîn derbasî perwerdehiya pir zimanî bibe, em ji YOK’ê re jî dibêjîn pêşiya tezên kurdî veke.”
‘Divê koleş û kreş derbasî pirzimanî bibin’
Her wiha Ay axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li kreş û kolejan jî dikin; divê di mufredatê de cih bidin dersên kurdî. Ji hêla hiqûqî ve li pêşiya wan tu astengî nînin. Bêtir jî divê li kolej û kreşên li bajarên kurdan, dersên kurdî bên dayîn. Bi rastî jî divê kolej bikevin bin vî barê kurdî û derbasî perwerdehiya pirzimanî bibin.” MÊRDÎN