Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

‘Hevala Bêrîtan bi çalakiya xwe xiyanet têk bir’

Gerîlayên YJA Starê fermandar Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) bi bîr anîn û gotin Bêrîtan bi çalakiya li dijî xiyanetê di dîroka Kurdistanê de bû fermandareke gerîla ya sembol û bi vî rengî tevlî karwanê nemiran bû.

Gerîlayên YJA Starê Arjîn Roj, Barîn Nûjîn û Dunya Havîn diyar kirin ku ji fermandarên pêşeng ên tevgera PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) bi çalakiya xwe ruh û wêrekî da wan.

Arjîn Roj anî ziman ku şerê ku bi êrîşa pêşmergeyên PDK û YNK’ê sala 1992’an destpê kir şerekî xiyanetê bû û qala sekna Bêrîtan a di wî şerî de kir: “Şerê ku sala 1992’an hate kirin şerekî xiyanetê bû. 40 rojî dewam kir. Gerîlayên jin ên pêşeng hebûn. Hevala Bêrîtan wê demê di asteke cuda de bû. Mîna fermandarekî di wî şerî de bû. Ji ber ku îdeolojiya Rêbertî nas kiribû û fêhm kiribû, bi vê rola xwe rabû. Hevala Bêrîtan Rêbertî nedîtibû. Lê belê xwendibû û îdeolojiya wî di kesayetiya xwe de dabû rûniştandin. Zanîbû bê îradeya jinê ya azad çi ye. Ji bo teslîmiyetê bang li hevala Bêrîtan kirin. Hevala Bêrîtan ne ew kesayet bû ku teslîm bibe. Li hemberî vê yekê xwe ji zinarekî avêt. Tu carî teslîmiyet û xiyanet qebûl nekir. Hevalên Bêrîtan, Sema, Zîlan û Gulan bi çalakiyên xwe û şerê xwe bûn xet û YJA Star jî li ser vê xetê ava bû. Bi dirûşma ‘Divê wêrekî û hunera jinê tu carî di bin bandora mêr de nemîne’ hêza jinê hate avakirin. Delal, Bêrîtan, Azê, Çavrê, Gulan bûn sembola berxwedana jinê ya azad.

Jinên ji deverên cuda yên cîhanê tevlî nava me bûne, azadiya xwe di vê xetê de dibînin. Bi esasê felsefe û îdeolojiya Rêbertî tevlî me dibin. YJA Starê sala xwe ya 30’emîn dagirt. Xeta me ya berxwedanê mîrateya wan e. Îdîa û biryardariya me misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo vê jî em li ber xwe didin û têdikoşin.”

Bêrîtan fermandara pêşeng bû

Barîn Nûjîn jî destnîşan kir ku Bêrîtan fermandareke pêşeng e û got, “Hevala Bêrîtan pêşenga me ye. Bi saya hevala Bêrîtan hêza jinê ava bû. Hevala Bêrîtan di nava jiyanê de her tim pêşeng û fermandar bû. Di hevaltî û şer de her tim li ser fikir û felsefeya Rêber Apo kûr bûbû. Her tim li ser azadiya jinê kûr bûbû. Hevala Bêrîtan dema ku şehîd bû, hêza jinê ava bû; YJA Star ava bû. Hevala Bêrîtan ji bo me semboleke. Hevala Bêrîtan ji bo me hêza jiyanê ye.

Jiyana hevala Bêrîtan moralê dide mirovan. Li cîhanê tenê artêşa jinê ya PKK’ê heye. Lewma em gelekî girîng dibînin ku vê hêzê mezin bikin. Bi navê Delal Amed, Ronahî, Zîlan… gelek hevalên me yên pêşeng hene ku navê hemûyan nikare bê jimartin. Bi saya van hevalan sekneke xurt hate afirandin. Artêşeke jinê ya xurt ava bû. Felsefeya Rêber Apo jî hêz û baweriyeke mezin dide me. Weke hêza jinê em bi vê felsefeyê hem li nava jiyanê hem jî di şer de sekneke xurt nîşan didin. Hevala Bêrîtan xwedî vê seknê bû. Em hevala Bêrîtan ji xwe re dikin mînak.”

Li dijî xiyanetê derket

Dunya Havîn jî ragihand ku di encama xiyaneta li nava Kurdan de Bêrîtan şehîd bû û got, “Şerê ku sala 1992’an destpê kir mixabin şerekî ji ber xiyanetê bû. Xiyanet li dijî îradeya jinê, li dijî destketiyên gelê Kurd bû. Hevala Bêrîtan bi fikrên Rêber Apo li ser jiyanê kûr bûbû. Ji bo xeta xiyanetê bi ser nekeve seknek nîşan da. Bang û sozên ji bo teslîmbûnê qebûl nekir. Hevala Bêrîtan xiyaneta Kurdan a li Kurdan qebûl nekir, teslîm nebû. Nexwest ku çeka wê bikeve destê wan; pêşî maçî kir piştre şikand û ev çalakî pêk anî.”

Havîn destnîşan kir ku bi bawerî û îradeyeke mezin ew ê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin û diyar kir ku ew ê bi vê îradeyê li cografya Kurdistanê pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigirin. Dunya Havîn got, têkoşîn û berxwedana li çiyayên Kurdistanê mîrateya fermandarên pêşeng e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar