Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Hevala Nagîhan her der dikir qadeke perwerdehiya Jineolojî yê’

Eylem Ronî di salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel de axivî û got: “Ji bo hevala Nagîhan her der qadeke perwerdeyê bû. Kêleka avê, daristan, gund, park, baxçeyên çayê hemû ji bo Nagîhan qadên zanistiya Jineolojiyê bûn.”

Fermandara YJA Starê Eylem Ronî di salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel de axivî, qala tevlîbûna wê ya li nava karên Jineolojiyê kir.ANF | 'Xeta Mezlûm û Egîd diyarker e'

Ji fermandarên YJA Starê Eylem Ronî destpêkê Nagîhan Akarsel bi rêzdarî bi bîr anî ku ji aliyê faşîzma dewleta tirk ve bi hovane hate qetilkirin û got: “Em ê berxwedana xwe heta bicihanîna armancên wan dewam bikin. Nagîhan û yên mîna wê ji bo me siberoj in. Hêviya me ne, paşeroja me ne. Ji ber vê yekê êrîşî wê kirin û ew qetil kirin. Lê belê bila faşîzm vê yekê ji bîr neke; dibe ku Nagîhan bi fîzîkî di nava me de nîne lê belê fikir û têkoşîna wê bi me re ye. Em bi hêza ku ji wan werdigirin şer dikin, bi hêza ji wan werdigirin em ê bi ser bikevin. Ji ber vê yekê vegotina wan û civakîkirina têkoşîna wan wezîfeya me hemûyan e. Ji ber ku ew di oxira jiyaneke bedew de şehîd ketin. Ji ber ku xwe dan doza azadiyê, di vê rêyê de meşiyan, berdêl dan. Bersiva li van berdêlan jî wê serketin be.

Nagîhan sala 1976’an li bajarokê Xelîkan ê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîse li vê derê temam kir. Li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê beşa Rojnamevanî, Çapemenî û Weşanê qezenç kir.

Hevala Nagîhan tevî xwişk, kek, bira û dayika xwe li gund bi hev re bûn. Ji zarokatiyê ve ji bavê xwe cuda bûn. Li ser rewşa bavê wê agahiya min nîne, yanî çima cihê bûn, dûre çi bû, nizanim. Dayika Nagîhan jineke gelekî otorîter û serwer bû. Elîf a serhildêr ku gund hemû jê ditirsiya û xwe jê vedigirt, ji bo parastina zarokên xwe bi her awayî fedakarî dikir. Dayika wê ji aliyê gundiyan ve weke Elîf a Dîn dihate naskirin. Li gel dilsoziya xwe ya bi ol re di çarçoveya çanda kurd de nirxên exlaqî diparast. Ji bo zarokên wê bixwîne, bi gotina wê ji bo nebe mîna wê hêza xwe hemû seferber kiribû. Ji ber vê yekê hevala Nagîhan di dibistanê de jî gelekî serkeftî bû. Nagîhan li dibistanê serkeftî bû, her tim pûanê herî baş werdigirt, li malê jî hêdî hêdî piştî dayika xwe dibû otorîter.”

Li ser naskirina têkoşîna azadiyê Eylem Ronî got: “Li zanîngehê piştî ku bi rengekî çalak tevlî karên YCK’ê bû, têkoşîn hîn bêhtir ji nêz ve nas kir, nirxên neteweyî yên kurd baştir nas kir. Ji bo enerjiya xwendekaran tevlî têkoşînê bê kirin li gelek metropolên Tirkiyeyê di asta pêşengiyê de kar kir û kir ku gelek ciwan tevlî nava têkoşînê bibe. Malên xwendekaran ên ku lê dima vediguheran navenda perwerdeyê, ji bo hişmendiya azadiyê bi ciwanan re çêbibe perwerde dida, semîner û ders dida. Sadebûna di kesayetiya wê de, dilnizmî û empatiya wê, li nava derdorê timî dibû cihê hurmetê. Bi hişmendiya ku di dema xwendekariyê de wergirtî li gundê xwe mal bi mal digeriya, jin ên ciwan, jin ên zewicî û yên extiyar bi rêxistin dikir. Radihişt kovara Ozgur Halkê û nivîsên kovarê hemû ji jinên ku li mala xwe kom dikir dixwend, hewl dida rastiya li welatê me bi her kesî bide fêhmkirin. Çalakiya hevala Zîlan (Zeynep Kinaci) ya sala 1996’an gelekî bandor li wê kir. Ji bo mezinahiya vê çalakiyê bi dost û dijmin bi her kesî bide fêhmkirin kedeke mezin da.

Hevala Nagîhan ji ber huner û avantajên xwe tevlî karên li Tirkiyeyê bû. Ev pêvajo ji bo hevala Nagîhan ne pêvajoyeke gelekî baş bû. Di kar de hate girtin. Ne şaş bim 7-8 salan li girtîgehê ma. Piştî ku ji girtîgehê derket, demeke dirêj di karên çapemeniyê de xebitî, di rojnamevantiya jinê de bû şopdara Gûrbetellî Ersoz.”

Têkildarî tevkariya Nagîhan Akarsel a li karên Jineolojiyê jî fermandar Eylem Ronî got: “Li ser zemîna PAJK’ê demekê tevlî perwerdeyê bû. Bi eşqeke mezin tevlî nava karên Jineolojiyê bû. Di karên Jineolojiyê de hewl da ku jinan ji heft heta heftê salî bi zanistiya jinê ronî bike. Ji bo paradîgmaya jin a azad a Rêbertî bixe meriyetê ji akademiyan heta bi dibistanan li navendên perwerdeyê hemûyan perwerde da. Ji bo hevala Nagîhan her der qadeke perwerdeyê bû. Kêleka avê, daristan, gund, park, baxçeyên çayê hemû ji bo Nagîhan qadên zanistiya Jineolojiyê bûn. Ji çiyê heta bi Rojava, ji wir jî heta başûrê Kurdistanê bû rêberek ku jin ronî kir. Karê Jineolojiyê ji bo hevala Nagîhan bû pêngavek. Ji bo hebûna xwe bi wate bike, xwe gerdûnî bike, di nasnameya jinê de xwe kûr bike, xwe bigihîne nirxên hatin windakirin û lêgerînên xwe yên jinê xurt bike, karê Jineolojiyê bû dem û cih. Weke hevrêyên wê em ê tu carî wê ji bîr nekin û soz didin ku hêjayî bîranîna wê bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar