Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Hevalê Fazil Derwêşê Kurdistan û PKK’ê bû’

Rengîn Botan ji bo şehîd Fazil Botan got: "Fermandarê demên herî krîtîk ên têkoşînê bû. Li dijî dagirkerî û tasfiyekariya navxweyî bû pêşengê pêngava 1'ê Hezîranê. Di operasyona Zapê ya 2008'an de, kir ku artêşa tirk neçar bimîne bireve."

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Rengîn Botan têkildarî endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Fazil Botan ê 15’ê Hezîrana 2022’yan şehîd bû, têkoşîna wî û girîngiya wî ji bo xelkê Botanê ji ANF’ê re axivî.

We endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Fazil Botan kengî nas kir? Taybetmendiyên wî yên diyarker çi bûn?

Di serî de hevrêyê me yê hêja, mamosteyê me yê şer û jiyanê hevalê Fazil Botan bi hezkirineke mezin û bi rêzdarî bi bîr tînim. Di şexsê hevalê Fazil de şehîdên Kurdistanê û şoreşa mirovahiyê hemûyan bi bîr tînim. Fermandarên hêja û hevrêyên mîna Rojîn Gewda, Çîçek Kiçî, Bedran Gundikremo, Reşît Serdar, Piling Kiçî û fermandarên mîna wan ên ji herêma Botanê tevlî têkoşînê bûn, bi bîr tînim. Em soza xwe ya ji bo wan dubare dikin ku ji bo Kurdistaneke azad û mirovahiyê xwedî li rastiya Rêber Apo derketin.

Bêguman dema qala hevalê Fazil Botan û taybetmendiyên wî bêne kirin, divê mirov têkoşîna me ya PKK’ê, Botanê û welatparêziya wê bikin. Sala 1991’ê li Botanê dema ku derbasî pratîka li herêma Cûdî bûm, min navê hevalê Fazil bihîst. Sala 1988’an min gundê hevalê Fazil nas kir. Li Cûdî dema mirov kar dike, bivê nevê têkiliyê bi civaka li herêmê re datîne. Gundê destpêkê ku em çûn, gundê hevalê Fazil bû. Gundê Gite yê li Quntara Çiyayê Cûdî bû. Ji gelek gundên biçûk ên li herêmê mezintir bû. Gundê ku welatparêziya wê xurt bû gelek şervan dabû têkoşîna azadiyê. Dema ku em ji wî gundî derbas bûn min ji hevalan pirsî bê ev gund ê kê ye, gotin ‘Gundê hevalê Fazil e. Gelek heval ji vê derê tevlî têkoşînê bûn. Niha jî gelek fermandar di nava tevgerê de hene’. Min ji wan re got ku dixwazim hevalên ji vî gundî nas bikim. Wê demê min hîn hevalê Fazil nedîtibû. Hevalê Fazil gelekî bala min kişandibû. Dema ku min ew nû dît, min ew weke mamosteyekî jiyanê dît. Fermandarê min ê destpêkê bû. Gelek hevalên jin di bin fermandariya wî de şervanî kirin û bûn fermandar. Bi pêşengiya hevalê Fazil hînî şer û jiyanê bûm. Di bin fermandariya wî de em hînî gelek tiştan bûn. Em her tim mîna şagirtên hevalê Fazil bûn.

Ji bo tevgera azadiyê ya 34 salan û gerîla dihate çi wateyê?

Em demeke dirêj bi hev re li pratîkê man, kar kir. Gelek caran di rêveberiya me de cih girt. Fermandarê yekîneyê bû, fermandarê herêmê bû û piştre cihê xwe di nava konseya leşkerî û meclîsa partiyê de girt. Şervan û fermandarê tevgerekê bû ku kedkar bû û her tim wezîfe bi cih dianî. Di pratîka xwe de serkeftî bû. Di têkoşîna 34 salan de li her devera Kurdistanê şopa wî hebû. Bi keda xwe, durustiya xwe, hêza xwe ya fermandariyê, taktîk û rêbazên xwe yên şer, bi rêbaza tevgera gerîla û çalakiyên li hemberî dijmin xeta şervanî û fedaîtiyê afirand. Ji rojhilatê Kurdistanê heta bi Qendîlê, ji Behdînanê heta bi Botanê hûn li ku bigerin, hûn ê teqez şopa hevalê Fazil bibînin. Di nava jiyanê de zindî bû. Di têkoşînê de xurt bû. Derdora xwe dixist nava liv û tevgerê. Mirovekî pirsgirêkê xwe zêde bûya jî li gel wî zindî dibû. Li gel wî kes bêkar nedima. Mirov bi wî re tevlî nava kedê û kar dibûn. Ruh dida, zindî dikir. Taybetmendiyên PKK’ê hemû di kesayetiya wî de kom bûbûn. Kesayetê pêşeng hevalê Fazil hêjayî vê pênaseyê bû. Derwêşê Kurdistan û PKK’ê bû. Gelekî dilnizm bû, xwe di ser kesî re nedidît, mînakekî pratîka dilnizmî ya PKK’ê bû. Dema ku fermandarekî dilnizm dihate gotin, yekser hevalê Fazil dihate bîra mirovan. Bi rêzdariya xwe, hezkirina xwe nîşan dida. Dema ku mirov ew didît û nas dikir, dixwest pê re hevaltiyê bike, pê re bixebite. Heval û fermandarê rojên zehmet bû. Di demên zehmet de mirov dixwest li gel hevalê Fazil bûya. Ji ber ku nedihişt ku mirov tengav bibe. Mirov çiqasî qala wî bike têrê nake. Hevalekî bi vî rengî bû.

‘Em fermandariyê ji Hevrê Fazil hîn bûn’

Di pêvajoyên herî krîtîk ên têkoşîna me de timî pêşeng bû. Di şerê Botanê de amade bû. Li herêma Behdînanê di şer de amade bû. Di şerê Qendîlê de jî hebû. Qala kîjan pêvajoyê bê kirin ew her tim di nav de hebû, li her derê şopa xwe hişt. Fermandarê pêşeng ê pêngava 1’ê Hezîranê bû. Li tevahiya Botanê ku di çarçoveya Pêngava 1’ê Hezîranê de bi pêş ket û çalakî lê hate kirin, fermandarê pêşeng hevalê Fazil bû. Vê pêngavê li tevahiya bakurê Kurdistanê motîvasyon çêkir. Hevalê Fazil jî pêşengî ji wan re kir. Ji bo serkeftina Pêngava 1’ê Hezîranê gelek taktîk afirand.

Li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser tevgera me û tasfiyekirina navxweyî, hevrê Fazil helwesteke Apo’yî ya gelekî zelal nîşan da. Li dijî xeta tasfiyeger tu carî bê helwest nedima. Rexneyên xwe di cih de dikir, helwesta wî ya partîbûnê li pêş bû. Helwesta Hevrê Fazil a li hemberî tasfiyekirina navxweyî dikare weke helwesteke pêşeng were nirxandin. Ew di heqîqetê de bi israr bû. Di xeta rast û têkoşînê de her tim bi israr bû. Di helwesta wî ya şervaniyê de, kesayetek têkoşer ava bû. Bi vê ruhê gelek heval pêş xistin. Yek ji wan ez im. Hevrê Fazıl di pêşketina min de xwedî pareke mezin e. Hevrê Fazil kedek mezin da ji bo me, gelek hevrê şehîd bûn û gelek ji wan dijîn. Em fermandariyê ji Hevrê Fazil hîn bûn. Tevgera me ya jinan jî sûd ji fermandariya hevrê Fazil wergirt. Di bin fermandariya wî de hîn bû. Di bin destkeftiyên Heval Fazil de pêş ketin. Em ji gelek aliyan ve minetdarê Heval Fazıl in. Keda ku wî daye ket xizmeta şoreşa azadiya jinan. Bi vê minasebetê em bejna xwe li ber Hevrê Fazil bi rêzdarî ditewînin û wî bi minetdarî bi bîr tînin.

Di opersona Zapê de bingeha artêşa tirk hejand’

Di pêvajoya ku em jê re dibêjin ‘operasyona Zapê’ de Hevrê Fazil di Fermandariya Biryargeha Navendî de cih girt. Di navbera salên 2007-2009’an de me bi hev re di fermandariyê de cih girt. Pêşbîniyek wî hebû ku dewleta tirk wê êrîşên dagirkeriyê pêk bîne. Nîqaş ji bo êrîşa li dijî herêmên Zap û Behdînan ên Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji bo tevgera me cihên girîng in dihate kirin. Biryargeh navenda me bû. Li van herêman gelek destkeftî hatin bidestxistin. Li dijî van herêman gelek êrîşên dijmin hatin kirin. Tu carî bi ser neketin. Dijmin dixwest dîsa êrîş bike û dest bi operasyona dagirkeriyê bike. Hevrê Fazil piştî nîqaşan yekser dest bi amadekariyên şer kir. Wî pêşengiya vê yekê kir.

Hevrê Fazil di sibata 2008’an de di operasyona Zapê de amadekariyên bingehîn ên berxwedanê kir. Hevrê Fazil li dijî dewleta tirk a ku bi vê operasyonê hewl dide herêmên me dagir bike, ji pêş ve dest bi amadekariyan kiribû. Hevrê Fazil em jî xist nava amadekariyan. Cihê ku çeper bên danîn, avakirina çeperên parastinê, çeperên doçkayê, çeperên êrîşê, taktîk û em ê li ku derê dijmin dorpêç bikin her tişt amade kiribû. Hevrê Fazil gotibû ‘berdêla operasyonê çi dibe bila bibe, em amadekariyên xwe bikin û bi vê awayî dijmin têk bibin. Amadekariyek wiha kir ku esasên artêşa tirk a dagirker bihejîne. Wî gelek amadekarî kirin. Bi destpêkirina operasyonê û êrîşên dijmin re, dijmin di pêngava yekemîn de ket xefika gerîla. Dijmin armanc dikir ku ji Çiyayê Reş ber bi Çemço ve bi pêş ve biçe. Lê belê di her gavekê de ketibû xefika gerîla. Windahiyên ku di roja 9’an a operasyonê de xwaribûn ji bo wan bûbû kabûs. Windahiyên mezin bingeha artêşa tirk hejand. Dijmin ji ber operasyonê poşman bû.

Hevrê Fazil bi taktîk, hişmendiya şerkeriyê û afirîneriya wî, êrîşên dijmin têk bir û operasyon şikand. Hevrê Fazil stûna sereke ya vê serkeftinê bû. Ez mînakek bidim. Erd tijî berf bû. Gelek hevrêyên me ji ber berfê lingên wan şewitîn. Tevî vê yekê jî dema ku Hevrê Fazil xwest wan bişîne cem bijîşk, wan hevrêyan nexwest biçin û gotin heta ku dijmin têk bibin dê di bin fermandariya Hevrê Fazil de bimînin. Hevrê Fazil ev ruh afirand.

Gelek fermandarên weke Bedran Gundikremo, Reşît Serdar, Çîçek Kiçî û Rojîn Gewda ji dilê berxwedanê Botanê derketin. Şehîd Fazil ji bo Botanê çi îfade dikir?

Herêma Botan erdnîgariyeke kevnar e ku 4 parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdide. Weke di hemû têkoşînên me yên PKK’ê de Botan jî di hemû pêvajoyên sedsala dawî de di hemû êrîşên dagirker ên li dijî Kurdistanê de qadeke welatparêziyê ye ku dikare xwe biparêze û berxwedan û fedakariyê biafirîne. Botan ciheke ku erdnîgariya kevn a Kurdistanê di nava xwe de dihewîne û diparêze û ciheke ku gelê welatparêz ya bi axa xwe ve girêdayî pêş dixe. Botan cihekî kevne ku xwedî hemû taybetmendiyên kevnar ên şoreşa neolîtîkê ye, welatparêzî parastiye û di destpêka şoreşa me de rolek mezin lîstiye, ku di vî warî de gelek Egîd û leheng derketine. Bi pêşengiya Fermandar Egîd li Erûhê guleya yekemîn li mejiyê dijmin ket.

Piştre herêma Botanê di pêşengtiya PKK’ê û Rêber Apo de bû qada şoreşa Kurdistanê û hembêz kir. Bû warê hevrê Egîd û bandoreke mezin li ciwanên Kurdistanê bi taybet Botanê kir. Piştî çalakiya 15’ê Tebaxê bi sedan hevrêyên leheng derketin. Hevrê Fazil yek ji wan kesan bû ku li ser şopa fermandarê mezin Egîd di têkoşîna Kurdistanê de cihê xwe girt. Hevrêyekî ku di temenê xwe yê biçûk de tevlî têkoşînê bûbû.

Di şerê li dijî DAIŞ’ê de jî cih girt, hûn dixwazin li ser vê mijarê çi bibêjin?

Piştî sala 2012’an li Rojhilata Navîn bi taybetî li Iraq û Sûriyê alozî dest pê kir. Tevgera DAIŞ’ê dest pê kir. DAIŞ ku ji aliyê gelek hêzên kapîtalîst ên navneteweyî ve hat avakirin, li Rojhilata Navîn hat ferzkirin. Dewlet û artêş nikarîbûn li pêşberî vê hêza reş bisekinin. Li Kurdistanê bi taybetî li rojavayê Kurdistanê ciwan û jin li dijî vê hêza reş a faşîst bi awayekî çalak seferber bûn. Tevlî berxwedanê bûn, şer kirin. Tenê yên ku li dijî DAIŞ’ê nereviyan û li ber xwe dan ciwanên kurd bûn. Tevgera me di warê pêwîstî û xalên piştgiriyê de, gelek şervan û fermandarên PKK’ê tevlî vê pêvajoyê kirin. Gelek hevrê ji bo li dijî DAIŞ’ê şer bikin çûn Şengal û rojavayê Kurdistanê. Hevrê Fazil yek ji wan kesan bû ku beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bû. Hevrê Fazil ji wan şervanên ku li rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê şer dikirin re fermandarî kir. Di demeke kin de têkoşînek dijwar hate meşandin. Li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke gelekî xurt da meşandin. Hêdî hêdî herêm ji DAIŞ’ê hate paqij kirin.

Em bi xemginiyeke mezin hînbûn ku hevrê Fazil di encama qezayekê de birîndar bûye û piştre şehîd bûye. Ji bo me windahiyeke pir giran bû. Hevrê Fazil gotibû ku ew naxwaze ji ber bêdîsîplîniyê di encama êrîşên balafira dewleta tirk de, qeza û ji ber kêmasiyên jiyanî şehîd bibe. Piştî ku Hevrê Fazil ji bo dermankirinê derket derve, min du caran fersend dît ku pê re têkilî daynim. Tevî ku bi giranî birîndar bû jî, fikra wî li ser welat û şer bû. Kîjan hevrê bihata bîra wî dipirsî. Digot ‘Min nekarî xwe biparêzim, lê hevalno hûn xwe biparêzin. Li van deveran amadekariyên baş bikin da ku dijmin nekare bikeve wir.’ Tevî birîn û êşa xwe ya giran jî vê yekê ji me re digot. Min jê re got ‘Hevrê Fazil zû baş bibe, çavê me li rêya te ye were da ku em bi hev re vî karî bikin’. Dûre têkiliya me qut bû. Lê timî me rewşa wî dişopand. Piştî me agahiya şehadetê girt, em gelekî bandor bûn. Gelek hevrê pir bi bandor bûn.

Di dawiyê de, mirov çawa dikare bibe şopdarê Fazil Botan, divê çawa xwedî li têkoşîna wî bê derketin?

Şopek wiha hişt ku mirov dikare her dem li pey wê bimeşe. Çawa ku Hevrê Fazil û gelek hevrêyên wî heq dikin, em ê têkoşîna wan bidomînin û serkeftinê bi dest bixin. Xeyalên wan yên nîvco mayî pêk anîn, erka me ye. Em ê dijminê hov yê ku dixwaze li ser gelê kurd qirkirinê bike, têk bibin. Di her kêliya jiyanê de em ê ji bo vê têbikoşin. Ez di şexsê hevrê Fazil de li ber bîranîna bi sedan hevrêyên mîna Çîçek Kiçî, Rojîn Gewda, Reşîd Serdar, Hevrê Hûseyîn, Azad Sîser bi rêzdarî bejna xwe ditewînim û soza ku em ê layiqî wan bin dubare dikim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar