Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Hevalê Gezen ê girtîgehê: Sekna Zulkuf wêrekî dida me

Hevalê Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdê çalakiya canbexşane pêk anî Şahabettîn Demîr diyar kir ku Gezen di binçavan de îşkenceyek giran lê hatibû kirin lê her tim bi hêvî bû û wiha got: “Her tim ji me re digot ‘em ê vegerin welatê xwe.’ Sekna wî wêrekiyê dida me.”

Şahabettîn Demîr behsa hevalê xwe yê girtîgehê Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya canbexşane pêk anî kir. Şahabettîn Demîr û Gezen li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê du sal li gel hev dimînin. Şahabettîn Demîr got ku Zulkuf moral dida her kesî.

Demîr anî ziman ku wî Zulkuf Gezen di sala 2012’an de li Girtîgeha Gîresûnê nas kiriye û wan li girtîgehê wek “Ozgur” bangî Gezen dikirin. Demîr da zanîn ku hevrêtî, hevaltî, sekn û tarza jiyana bîrdozî ya Gezen moral dida her kesî û wiha got: “Her yek ji me ji girtîgehên cuda çûbûn Gîresûnê. Dema heval Zulkuf nû hatibû girtin îşkenceya giran lê kiribûn. Heta li gorî dihat gotin Waliyê Amedê yê wê demê jî ketibû darizandina wî. Li ser laşê wî şopên îşkenceyek giran hebûn. Lê tevî hemû kirinên li dijî Zulkuf jî bi sekna xwe moral û wêrekiyê dida me.”

Di 2012’an de ketiye greva birçîbûnê

Demîr bi bîr xist ku ew di sala 2012’an de bi hev re ketibûn greva birçîbûn û wiha got: “Tevî ku pirsgirêkên hevrê Zulkuf hebûn jî ket greva birçîbûnê û demek dirêj çalakiya xwe dewam kir. Hevalek fedekar û têkiliya hevaltiya wî gelek baş bû. Di her warê jiyanê de gelek xwe li pêş xistibû. Di greva birçîbûnê de jî her tim moral dida me. Dema min çalakiya wî canfîda bihîst gelek xemgîn bûm.”

‘Di demek nêz de em ê vegerin welat’

Demîr diyar kir ku Zulkuf Gezen bêqisûr li her tiştî dinêrî û wiha got: “Her tiştê di qawişê de wî bi xwe dikir. Her tim hêvî di dilê wî de hebû. Her tim ji me re digot ‘em ê di demek nêz de vegerin welat.’ Bi taybetî ji serdema pêvajoya wê demê dest pê kir pir bi hêvî bû. Em 68 roj di greva birçîbûnê de man. Di greva birçîbûnê de her tim wî moral dida me. Qey mirov digot ne di greva birçîbûnê de ye. Ez gelek tişt ji wî hîn bûm û bandorek mezin li ser min kir.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar