Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Hevaltî û dostaniya kurdan

Li seranserî dîrokê her kurdan dostanî û hevaltiya xwe de mînak bûne. Ew hevaltî û dostanî çandeke kevnare û heta roja îro jî kêm xwe parastiye û nasnameya mirovahiyê jî çarçove kiriye. Heta mirova dikare bibêje kurd di vê mijarê de di asta yekem de ne. Belkî ev jî bûye sedem ku heta niha bê statû mane. Kê alîkariya wan xwestine alîkarî kirine û dîsa di ber wan de zirar jî dîtine û berdêl dane.

Ji sedsala dawî û heta ketina sedsala 21’an dîsa kurd li pêş bûn û li pêş in. Di dema dewleta osmanî hilweşaiyia û komara Tirkiyeyê hat avakirin, soza ew ê mafê kurdan jî tê de parastî be hat dayîn. Kurdan ji Ataturk bawer kir ji ber baweriya wê bi soz û gotina dostaniyê dihat. Lê derket ew dostanî ne ew e ya ku kurd pê bawer in. Ji vê xirabî, xapandin û bêbextiyê re gotin siyaset. Yanî Ataturk siyaset kiriye. Siyaseta ku kurdan û tirkan bike dijmin. Baş e Ataturk çi ji vê siyasetê sûd dît ji derveyî rijandina xwînê ku heta niha jî bi destê Erdoganê DAIŞ’î didome.

Li aliyê din, Sûriye jî li ber çavan e. Hafiz Esed serokê Sûriyeyê yê berê, dostanî li gel PKK û kurdan heta astekê danî bû û Rêber Ocalan li ser dengeyên heyî û nakokiyên di nava dewleta tirk û rejîma Baasê de hin têkilî ava kiribûn û karîbû bo kurdan gavên bingehî ji şoreşeke dirêj re deyne û kurdan bixe çarçoveyeke neteweyî.

Çi li Iraq û çi jî li Îranê, van aliyan jî dijminatiya kurdan kirin û heta niha jî dikin. Ji wan were ew ê kurdan û statyên wan yên heyî ji holê rakin. Ew gotina meşhûr a kurdan ku dibêjin; dagirkerên Kurdistanê çiqas ne li hev bin jî, dema dibe kurd hemû dibin yek û armanc ew e ku kurdan ji holê rakin. Baş e, ka van dagirkeran ji vê dijminatiya ku li hember kurdan sor dikin de çi sûd dîtine. Li Sûriyeyê erebên şovînîst li hember kurdan, li Iraqê jî Baas û li Îranê jî sîstema dewletê ya heyî bişaftinê pêk tîne.

Dîsa kurdan bi kê re hevaltî kiriye, ew kes bi ser ketiye û gihiştiye armanca ku xwestiye. Çima? Ji ber ku kurd jîr û jêhatî bûn û dîsa dilsozê soz û hevaltiyê bûn.

Aliyekî vê dilsoziyê yê baş heye ku ew mirovahiyê û wijdan diparêze. Lê aliyekî din jî heye ku yên li hember kurdan bêsoz, dilreş û bêbext bûne, vê jî bi kurdan daye winda kirin.

Her çiqasî bi kurdan dabe winda kirin vê dilsoziya wan, lê yê li hember jî ji holê rakiriye, têk biriye û kiriye mînakê xirabiyê.

Herî dawî mînaka ku li ber çavan, mijara bêbextiya ku serokê Amerîka yê berê Donald Trump li hember kurdan kir bû. Kurdan dostanî û cihgirtina di çeperên şer de bi Amerîkayê re kir. Di nava civakan de jî dema tu bibî hevalê hev ê çekgirtinê, êdî her tişt disekine û tu tişt nakeve navbera vê hevaltî û dostaniyê.  lê Trump berîka xwe esas girt û bi Erdogan re li hev kir. Rojava pêşkeşî dewleta tirk kir û li bendê bûn kurd xwe bavêjin bextê wan û bibêjin wek hûn dixwazin bila be. Lê kurdan tu carî serî dananiye û her dem li hember van bêbextiyan şer kirine û mînaka herî zêde di rojeva me de berxwedana Rêber Ocalan li Îmraliyê ye.

Li dawiyê dixwazim bibêjin ku di dîroka kurdan de kê bêbextî li kurdan kiribe, dawiya wan sergoye. Halê Donald Trump, Sedam Hisên, Beşar El-Esed, Erdogan û gelek serbazên di şerê li dijî kurdan de cihê xwe girtine. Hemû rûreş dibin, çûn û diçin û dawî dibin. Kurd her hene û dimînin.

Nûçeyên Têkildar